Fehmî Demîr li goristanê hate

Serokê Gistîyê berê a Partîye Maf û Azadîyan-HAK-PAR li goristanê hate
yadkirin.
Roja 29. 10. 3016’yan, serokê HAK-PAR’ê Refik KARAKOÇ, rêveberên partîyê, siyasetmedar Ibrahim Güçlü malbat û nas û dostên Fehmi DEMIR di gel girseyek ji gelê ÎNCOW’ê li ser menzelê Fehmi Demir civîyan û nemir Fehmi Demir, bi merasimek yad kirin.
Di merasimê de (rengûresmê)dû darên çam û çinarê ku rêzdar Kemal Burkay sandibu, li ser gorên Fehmi û Yilmaz Demir hatin çikandin. Girseya yadkirinê bi sazûmankarîya saxî Yeniceobayê ( Incow) ber bi goristanê meseke bêdeng sazkir.
Biranîn bi pêskêskirina Cigirê Serokê Gistîyê HAK-PARê Latif Epözdemir, saet di 13. 00 yan de destpê kir. Latif Epözdemir di axaftina xwe de:’ Em îro wek mêhvanê Fehmi li vira civîyane. Ez bawerim ku ew niha me dibîne û dibihîze. Berya salek ji nav me koçber bibû. Lê di yada mine cîhê wî û bîranînên wî her zindîne wek salek berê. Xeyaleke Fehmi hebû. Avakirina Kurdistanek, azad û demokrat, jiyaneke sad û bextîyar. Ew xeyal a me hevrê û hemu alîgirên HAK-PARê ye jî. Ew negehiste vê armancê. Lê emê xebata di vê rê de her tim bimesînin. ‘
Pasî Serokê HAK-PAR’ê Refik KARAKOÇ dest bi axaftina xwe kir. Karakoç wiha got:’Min cara yekem malbata Demir di 12’yê Êiûnê de, li zindana Diyarbekir bi saya Yilmaz Demir nas kir. Em di heman qawisê de bûn. Yilmaz hovîtiya zordestan riswa kir jîyana xwe fedayê azadîya Kurdistanê kir. Pistî ku ez ji zindanê derketim mink arî ku ez Fehmî nas bikim. Em bûne hevalbendên hev û me bi salan digel hev kar kir. Fehmî ala tekosîna pîroz a Yilmaz hilgirt û kete nav refên xebatê.
Fehmi Demir, di tekosîna azadiya Kurdistanê de, kadryêke here bijare û serketî û bi biryar bû. Ewî hemû jîyana xwe di vê rêya pîroz de seferber kiribû. Di hemû rêxistinên bakûrê Kurdistanê de cîyê xwe girt.
Di tekosîna azadîya Kurdistanê de gelek erkên giring da ser milê xwe. Yek ji rêveber û damêzrênerên HAK-PAR’ê bû. Pasî bu serokê HAK-PAR’ê. Di vê demedê ketibû rê û ji bo civîneke partîyê berê xwe dabû Mêrsîn’ê. Lê heyf û mixabin kû Fehmî di rê de qezayek derbas kir û ji nav me keçber bû, jîyana xwe ji dest da.
Emê doza wî a kû liser jîyana xwe feda kiribû, bi dil o can bimesînin. Em wî bi rêz û hirmet bibîr tînin. ‘
Pisti axaftina Karakoç, bi rêz ve sîyasetmedar Ibrahim Güçlü, Arif Sevinç. Cafer Stêrk, müzafer Özgür, Resat Behçet, Eyub Akdeniz, Hasan Seselogullari û serokê saxê HAK-PARê a konyayê Osman saritas bi kûrtasî bîranînên xwe derheqê Fehmi de anîn ziman. Medîne Kerpiç kû helbestek bi Tûrkî bi navê ‘Fehmi Yoldas’ li ser Fehmi Demir nivisandibû xwend.
Axaftineke balkês jî, ji alîyê Cîgirê serokê HAK-PARê Arif Sevinç ve hate kirin. Arif Sevinç di axaftina xwe de:’ Em servanekî azadîyê, Fehmî Demîr bi rêz bîr tînin
Îro, roja salvegera yekem ya hevalekî me yê gelek qedirbilind
û ezîz Fehmî Demîr e.
Fehmî Demîr yek ji kadroyên bijare yê têkosîna Gelê Kurd a azadî û demokrasîyê bû. Wî hemû jîyana xwe pêskêsî serê azadîyê kiribû.
Em wî, li her gaveke nû, her çalakî, xebat û avakirineke nû ya ku mohra xwe li 30-40 salên dawîn ê têkosîna azadîya Kurdistana Bakur xistîye dibînin.
Ew, di rêya azadî ya bi pêsengîya Kemal Burkay da, ji bo rizgarîya Gelê Kurd bi bawerî, zanîn û mêrxasî mesîya.
Tu wextê sist û bêhêvî nebû. Tu wextê pey mal û milk neket,
ji kursî û meqaman re tenezul nekir.
Dema ji nav me barkir û çû, li dû xwe gelek bîranînên xwes yên serbilindîyê, navekî rûmetbilind û alayeke têkosînê ji mer e hîst.
Em soz didin, wê ala ku wî bi seref hildabû bilindtir hilgirin.
Ne zordestîya dijmin, ne tehdîdên provokatoran
ne jî qedirnezanî û bêbextîya qaso hin hevrêyên wî,
nikaribûn wî ji têkosînê sar bikin, ji rêya wî vegerînin.
Bi karekterê xwe yê sade, durust, xwedî prensîp û bi têkoserîya xwe ji me hemîyan re bû nimûne. Em jê gelek tist hînbûn.
Me hevrêyekî xwe, dostekî xwe windakir, Gelê Kurd jî ewladekî xwe yê mêrxas windakir.
Ew bi her awayî servanekî azadîyê bû.
Em careke din wî bi rêz bi bîr tînin’Got.
Pistî merasima bîranîna Fehmî girseya HAK-PARê çû Qerecdaxê ser menzelê Mistefa Tasçi û bi gûl û qerenfîlan gora Mistefayê nemir xemiland. Heval û hogirên Mistefa wî jî bi dilgermî yad kirin
Dengê Kurdistan