Nûçe

Li bajarê Kolnê bîranîna Fehmî Demîr hate li darxistin

Komita Rêvebîrya HAK-PAR ya Almanya Navîn, di 30.10.2017 an da li bajarê Kölnê ji bo bîranîna Fehmi Demir cîvinek amade kir. Ji der û dorên Kölnê her usa ji navenda Almanya endam û alîgirên Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa gelek kes bestarî civîna bîranînê bûn. Cîhê sanaziyê ye, ku bê gotinê, berpirsiyarên partiyên her çar perçên Kurdistanê jî di vê civînê da hazirûn. Hinek ji vana gotarên xwe jî pêskês kirin

Civînê bi rêzgirtiniya ji bo sehîdên Kurdistanê va dest pê kir. Li ser navê Komîta amadekar Serokê Gistî yê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa Fattah Timar agahî li ser jîyan, kar û xebatên ku Fehmî Demir di nav da cîh girtibû pêskês kir.

Pasê axaftina Fehmi Demir ya ku, wî di dema hilbijartinên 2015 an da di televîzyona dewletê da kiribû, bi sînevîzyonê va hate nîsandan. Di vê sînevîzyonê da jîyana Fehmî Demîr jî cîh girtibû. Ji pistî sinevizyonê ra, bi dorê va berpirsiyarên partiyên kurdî peyamên xwe pêskês kirin. Nivîskar û siyasetmedarê kurd berêz Yilmaz Çamlibêl jî gotareke kurt pêskês kir. Tevaya gotarvanan dîtiniyên xwe li ser HAK-PAR û rola Fehmi Demir anîn ser ziman.

Ji pistî gotaran ra tevaya besdaran bûne mêvanên malbatên kurdan. Xwarinên ku hatibûne amadekirinê wek xêra Fehmî Demîr hatin pêskês kirinê.

Ji xên ji endaman, mevanên ku bestarî vê civinê bûn, ev bûn:

Birûsk Necar, Dejwar Barakat, Mustafa Remo, Dara Hussin, Blind Hussin, Salar Hussein, Dilsad Neagar- PDPKS, Nivîiskar Yilmaz Çamlibel, Nivîskar, Ehmed Çamlibel, Adnan Behrar-PDK, Rawand Shileh, Ziwer Aslan , Turan Demirkol PDK-Bakur, Mustafa Kalo, Athî Amrol, Osmanê Siyê, M.Deli, Biram. M ‘PYDKS (YEKITI), PAK ‘ Peyan, Nazim Zaza-HAK-PAR Yunanistan, Hamit Çolak, Tahsin Demirsoy-Karawitt.e.V, Kazim Burcak, Halis Kaya- HAK-PAR Frankfurt , Nivîskar Seyidxan Kurij.

Not: Divê bê gotinê ku, HEVKARÎ yê ji bo vê bîranînê dema civîna xwe ya heman rojê pasta avêt. Em wek amadekar ji bo vê qedirgirtinê sipas dikin.

Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa
Komîta Navenda Almanya

Dengê Kurdistan

Back to top button