Nûçe

Fermandeyê Pêsmergeyên li çiyayê Singalê Qasim Seso: PYD bi zorê ciwanên Êzdî dibe nav rêzên xwe

Fermandeyê Pêsmergeyên li çiyayê Singalê Qasim Seso, ragehand ku divê ji bo rizgarkirina Singalê servanên PYD û PKK’ê li vir nemînin.

Pistî ku Hêzên Pêsmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên çiyayê Singalê vekirin, hêzeke PKK û PYD’ê li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan pêkanîn.

Di vê derbarê de Fermandeyê Pêsmergeyên li çiyayê Singalê Qasim Seso ji BasNewsê re got: ”Çekdarên PYD’ê bi zorê ciwanên Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Singalê bigrin.”

Seso da zanîn ku servanên PYD’ê ala xwe li ser perestgeha Serfedîn bilind kirine û axaftina xwe wiha qedand: ”Servanên PYD’ê gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Singal û derbideran, herwiha vegerandina rewsa ewlekariyê ya deverê servanên PYD û PKK’ê li çiyayê Singal û navçeyê nemînin.”

BasNews

Dengê Kurdistan

Back to top button