Nûçe

Almanya ji pêsmerge re çekan disîne

Hukumeta Almanya biryar da ku ji Kurdisrana Basûr re çekan bisîne . Ev cara yekemîn e ku Almanya wek îstîsnayekê çekan ji bo navçeyeke ku lê ser heye disîne.

Biryar di civîneke kabîneyeke wezîran ya di bin serokatîya Angela Merkel de li Berlînê hat dayîn.
Wek tê zanîn pistî ku DYA (USA) ji Kurdistana Basûr re çek sandin, gelek welatê YE (Yekîtîya Ewropa) jî dest bi aîkarîya çekan kirin.
Çekên alman ji 30 Milano (robotên li dijî tankan -panzaran), 16000 tifingên ji tîpa G3 û G36, 8000 top, 240 heb bazoka, 40 gulleresar, 10.000 bombên desta pêk tên. Herwisa gelek trimbêlin eskerî jî tên sandin. Li gor rojnameyên almanî ev çek têra hêzeke leskerî ta bi qasî 4000 kesan dike.
Di civîna êvara yeksemê de herweha biryar hat girtin ku 50.000 ewro jî wek alîkariya têko sîna kurdan li dijî Dewleta Îslamî ya terorîst DAÎS bê sandin.
Almanyayê berê ses eskerên xwe sandibûn Kurdistanê ji bo kordînekirina alîkariyên Almanyayê.

Dengê Kurdistan

Back to top button