Firmiskên heramzadên welat
Dema ku di welatekê da durutî û vir û direw û buxtan, helperestî û xweperestî karê rojane be û wek ehlaqê civatê bê naskirin. Wî demî her tist gelek sirustî ye û nabe kesên xudan wujdan û bi ehlaq xwe bi qehirînin. Bêlê mistek ji wan camêrên ku vê rewsê napejîrînin û li dijî wê rewsa ne durist û dijî rumetî û kerameta mirovatîyê, berxwe didin û bi hêvîya wê ku vê rewsê biguhorin, bê guman wê gelek cefa bikêsin û gelek bedelan ji bidin. Loma her kes nikare bibe soresgêr.
Hûn lê binêrin.
Serokwezîrê welat, ji bona zarok û jinên Filîstînî çawa hewar dike, Wezîrê Derveye Welat çawa bi herdu çavan digîrît. (Ez jî tev wan dibim.) Lê dema ku berê xwe didene Kurd û
Kurdistanê rumetê xwe yê hov û kêlb û pencên xwe yê ku bi xwina jin û zarokên Kurda sor bûyî navesêrin.
Xwina ku li ROBOSKIyê herîkî hej hisk nebûye. Dengê Filistînîyan û Sam û Helebê di guhên we da deng vedidin, lê hûn hewara Roboskiiyan nabihisin.
Cenabê Serokwezîrê xudatirs û Musilman!
Ma Roboskî ne Musilman in?
Ma ne mirov in?
Ma ne zarok in?
Gelo ci ferq di navbera gelê Filîstîn û Kurdistanê da heye?
Çi ferqa xwîn û firfiskên mirovan heye cenabê Serokwezir?
Belê dîyar e ku heye, Filîstînî her çawa be ji qewmê Erebî ne.
Lê belê cenabê Serokwezîr, Selahedînê Eyubî û saidê Nursî jî Kurd bûn.
Cenabê te ji bo serbixweyî Filîstînî ya ewa ku jî destî te tê dikeyî. Û dibêji ku kar û erkê her musilmanekê, ye ku berevan bin li mafê vî gelî. Wey hizar car mala te ava.
Belê li hemberê mafê perwerda zimanê Kurdî ya 20 milyon Kurdan da xwe har û dîn diki, kehr û lal dibi.
Heremzadê serokê CHP jî bi dengê bilind mafê çarenivîsa netewa Filîstînê diparêze, lê li dijî mafê perwerdeya zimanê Kurdî derdikeve.
Ew jî hevsengerê Sêro ye. Ji heremzadên Dersîmî ye.
Serokwezîrek ku pêkerekê hunerî hilwesîne, xelekekê filîmê TV radestê sawcîya dike, dibêje hinde zarokan çê bikin, qatîl û mirovkujan diparêze di her dol û nihalekê da mizgevtekê ava dike, zarokê 12 salî bi 12 gulan dikuje, zarokên Kurdan tejî zindana dike bi her delîvê erisî parlementerên kurd dike… Gelek bûyerên dinê ku ji nava torbê xwe da derdêxîne. Bila hita êvarî ji bo Filistînîyan bigirît û hewar biket, kiryareke puç e.
Ji ber ku ew welatê ku cenabê Erdoxan serokwezîr e, gelek sepirze û perîsan e. Lê belê ne xema hosta ye.
Ev belingazana hita ku ji bo der û doran xwe diçirînin û bi herduk çavan digîrîn, bila pêsya pozê xwe bibînin û bala xwe bidine nava welat.
Di vî welatî da : 8 milyon û nîv mirovên kêm endam dijîn.
Di vî welatî da : hejmara serbazên (mehmetçik) xwekustî ji hejmara serbazên ku di ser da hatine kustin zêdeti re.
Di vî welatî da, di ser da 818 serbaz hatine kustin lê 935 serbazan xwe bi xwe kustine!
Di vî welatî da 6000 serbaz aqilê xwe ji dest dane û tendurîstîya wana ne di cih da ye, dema ku em malbetên wana ji li ber hev dayinin, aha hûn bibînin ku bi milyonan kes çawa perîsan bûne.
Di vî welatî da: 3 hizar gundên Kurdan hatine wêran kirin.
Di vî welatî da: 5 milyon kurd terkezayî warê xwe bûne, jîyana koçberîyê li ser wan hatiye farz kirinê.
Di vî welatî da: Rojê 12 kes ji tirafîkê da canê xwe ji dest didin.
Di vî welatî da: Her di nava 9 salan da 4410 jin hatine kustin.
Di vî welatî da: Kustina jinan sal bo salê zêde dibe û xwe li %1400 daye.
Di vî welatî da: Roj nîne ku karker û mirovên kedkar di cihên kargehên xwe da neyêne kustin.
Bi kurtî di vî welatî da hemû tistên ku ne di rê da ne û ne li ser xêra mirov e rûdide, cenabê wezîr û serokwezîr naxwazin bibînin.
Rêka astîyê ew dixitîmîne. Ewî sura xwe kêsaye û wek Benîsadir û Xumeynîyê Îranî ber bi Kurdistanê ve diçe.
Xelata we ya here dumahîyê jî, ji bo gelê Kurd û dîroka hemû mirovatîyê qetlîyama ROBOSKÎ ye.
Lê belê cenabê serokwezîr, ma aqibeta serdarê serdaran, serokê gist Ereban Seddamê dîktator ji bîra we çû?
Ma gelo çekên Kimyayî doza Kurd û Kurdistanê ji holê rakir?
Bê guman nikarîn pêvajoka pêsve herikîne, bigirin û ew cehenema ku wan xulqandî ew sewitandin.
Dîrokê li cihê wî diktatorî serkirdeyekî meydanî û pêsmergeyekî Kurdistanê li paytextê Erebî li Bexdayê kire Serokkomar.
Loma cenabê Serokwezîr li xwe vegere û axivtina xwe ya Amedê bîne bîra xwe û bike kiryarî.
Bi rîyekarî û du rûtî û bi vir û gef û guran ev doz çareser nabe.
Ji bîr neke aqibeta te her di destê te da ye, cenabê Serokwezir.
Hun bixwazin û nexwazin çi îro, çî sibê wê Kurdistan rizgar bibe.
Yan bi rastî dibine wezîr yan jî her dibine rezîl.
Newroz Bawer