Nûçe

FKKS qetlîama Robozkê mehkûm dike!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) qetlîama artesa Tirkiye ku di 28.12.2011ê de li bajarê Sirnexê li qezeya Qileban li gundê Robozkê rû da, bi tundî mehkûm dike. Bi bombayên balafirên wan 36 hevwelatîyên sîvîl jîyana xwe ji dest dan. Piraniya kustiyan ji malbatekê ne û di temenê 15-20 saliyê de ne.

Em daxwaz dikin ku zûtirîn wext delegasyonek ji Swêd û komîsyonek bê teraf ya navnetewî here ciyê qetlîamê û vê bûyerê lê bikole.

Em bo sîna hevwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane, bo mehkûmkirina vê qetlîamê, bo sekinandina bombebaran, ser û kustin dê 3 roj kincên res li xwe bikin!

Pirsa kurd pirsekî siyasîyê bi bomba û siddetê çareser nabe. Ev pirs divê zûtirîn wext bi riya asitîyê bê çareserkirin.

29.12.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Dengê Kurdistan

Back to top button