Gelo NEWROZ çi ye ?
Ez ê bi kurtî mîtolojiya Newroz binivîsinim.
Di dema bûhurî de li Kurdistanê padîsahek hebûye, navê wî Dehak bûye. Dehak padîsahekî pir zalim bû. Feqîr û fiqare dest wî da manbûn. Zîndanên wî bi feqîr û fiqaran tim dagirtî bû. Ji kustin û wêrankirinê têr nebûye. Xwadê wî ra êseke dijwar pêde kirîye. Nîvê sevê, ji ber êseke dijwar siyar bûye. Ji ber vê êsa dijwar xew nekeve çavên wî.
Gazî zana û bijîskên li qesrê kirîye û ji wan ra wiha gotîye:
-ji ber vê êsa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min ra dermanekî peyda bikin;an na ez ê serê we hemûan jê bikim!
Zana û bijîskên qesrê li lasê Dehak nêrîne. Wan li ser her du milên Dehak du birîn dîtine. Lê belê wan heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn. Dehak ji ber êsa xwe li ser wan de dikir qêre qîr:
-Zû dermanekî bidin min. Ez disewitim! Hûn tebîb û bijîskên ya herî bas û sahreza ne . Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?
Hekîmekî ji wan wiha got:
-Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê we diyar e ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.’Dehak ra bû setem ku mêjiyê zarokan bide ser birîna xwe.
Wî ferman derxist ku rojane mêjiyên du zarokan wî ra bînin. Bi vî awayî rojê bi mêjiyên du zarokên piçûk, kulên ser milên Dehak dihatin derman kirin.
Lê belê car caran zarok ji vê belayê dihatin xelas kirin. Zarokên ku dihatin xelas kirin li sênaya nedihistin, rêdikirin çiyan, di sikeftan de vedisartin.
Roj bi roj çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di sikeftan de berdewam bû. Di vê rewsa de demeke dirêj derbas bû. Her ku diçû kulên li ser milên Dehak xerabtir dibûn. Tirs ketibû dilê hemû kesan. Dayik û bav ditirsîyan ku ,gelo kîngê dor were zarokên wan? Ji tirsa zarokên xwe, gelek malbatam berê xwe dabûn çiyayên asê.
Kawa, kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî bo kulên Dehak bûbûn qurban. Carik din dor hatibû zarokê wî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî,heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kiriye û ji wan ra behsa zulm û zordariya Dehak kirîye. Plana kustina Dehak ji wan ra eskere kirîye. Hemû kesan planên Kawa pejirandine û li benda nîsana wî mane.
Kawa wiha gotibû:
-Gava ku ez Dehak bikujim, ez ê biçim ser bane qesra li wir agir vêxim. Pistra we agir dît,bizanin ku min Dehak kustiye.
Gava ku leskerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawîyê jî bibin,Kawa ji wan leskeran ra wiha got:
-Hûn herin ez ê niha bi destê lawê xwe bigirim û wî bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîsahê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîsahê xwe deynim.
Gava ku leskeran ev nûçe gihandin Dehak, dil sa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa çekûçê xwe kir ber pista xwe û lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava ku gihist ber derî, leskeran dergeh jê ra vekir.Kawa , rasterast berê xwe da text lê vegirtî û Dehak li ser rûnistî bû.
Dehak ji Kawa ra wiha got:’ Bijî! Tu nîsana fedakariyê yî .’ Kawa, pistî gotinên Dehak nêzîkî wî dibe û lawê xwe li ber piyên wî dirêj dike. Kawa çekûçê xwe bilind kirîy, lê sûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û qwetê xwe dadwesîne serê Dehak. Piranîya lesker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan jî hatîye.
Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkisiya ser bane qesrê û agirek li wir dada. Dema ku heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîs anîn ser qesrê. Hevalbendên Dehak dîl girtine. Mirovên ku li çiya dijîyan wan jî agirê azadiyê dîtine û fêm kirine ku Dehak hatîye kustin. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê vêxistine.
Ew roj, roja 21 ê adrê bû Newroz, wek cejna berxwedan û azadiyê tê pîroz kirin.