Nûçe

HAK-PAR Liqa Amedê: Em li dewletê doza Roboskiyê dikin

Ji vir du sal berê li Roboskiyê li himber gelê kurd tevkustineke bi sosret hat kirin.

34 gundiyên bêguneh ku ji bo debara xwe li sînor bazirganiyê dikirin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve bombe li ser wan hatin barandin û bedenên wan ên terr û ciwan wesle wesle kirin.

Hêzên ewlekariyê bi sieatan rê neda gundiyan ku biçin bedenên zarokên xwe yên weslebûyî berhev bikin.

Çapemenî bi rojan çavên xwe li vê karesatê girt û ji raya gistî vesart.

Hukûmet ji dêlve kesên ji vê karesatê berpirsiyar in ji wezîfeyê bigre, pistgiriyê da Serokerkaniyê.

Pistî du salên derbasbûyî hê jî derbarê karesata Roboskiyê de lêpirsîn û darazandineke birêkûpêk nehatiye kirin.

Ji ber karesata Roboskiyê dewletê lêborîn jî nexwest ji gelê kurd.

Dijberê vê yekê serokwezîr ji kurdan xwest ku vê karesatê jibîr bikin û got ku ‘A ji we re pere, hûn çi dixwazin.’ û bi vî awayî kurdan çewisand.

Ev sosreta ku bi serê kurdan de hatiye, zilmeke ku emsalên wê di dîrokê de nehatiye dîtin e.

Ji aliyek ve ziman û çanda kurdan hatiye qedexekirin, nasnameya wan a neteweyî tune hatiye qebûlkirin, ji aliyêk ve welatê wan hatiye dagirkirin, perçekirin, bi têl û mayînan hatiye dabeskirin. Kurd li welatên xwe ji mirinê re mahkûm hatine hîstin. Kîngê serî hildane yan jî daxwaziya maf û azadiyên xwe kirine, heta ji bo nan û qûtê xwe bi riyan ketine jî yan hatine gulebarankirin yan jî bi balafirên ser hatin tunekirin.

Her weha wek Roboskiyê…

Em jibîr nekin ku Roboskî jî Kurdistaneke biçûk e û yên li wir hatine jiyîn perçeyeke qedera gelê kurd ya bi sedan salan e.

Ji ber ku di mêjiyê dewletê de kurd cûdaxwaz, terorîst û dijminên divê bên tunekirin bûn.

Ji bona vê yekê ji her 10 salan carekê kurd rastê tevkustinan hatin.

Di sala 1925an de bi sedan serokên kurdan, Dadgehên Îstiklalê yên ku ji aliyê heman ferasetî hatine avakirin de hatin dardekirin.

Li Agiriyê, li Zîlanê, Dêrsimê, li Qelqeliya tevkustin ji kurdan re rewa hatin dîtin.

Her weha ji 12 Îlona 1980yî vir de jî tevkustineke ku li salan hatiye belavkirin tê jîndin.

Di salên çûyîn de bi dehezaran kurdên ku hatine revandin, wendakirin û qetilkirin ji gor û mezelan jî bêpar mane.

Lê bêfeyde ye, dinya diguhure; heyama zilm, zordarî û înkarê li ber xilasbûnê ye.

Gelê kurd her diçe hisyar dibe û xwedî li daxwaza maf û azadiyan derdikeve.

Kurd dixwazin li Kurdistanê, di welatê dê û bavan de azad, serfiraz û di ava astiyê de bijîn.

Ev mafê kurdan yê rewa û xwezayi ye.

Tu xirabiya vê daxwazê ji gelên cîran re tuneye.

Dijberê vê yekê azadbûna gelê kurd wê ji Tirkiyeyê re astî, demokrasî û aramiyê bîne.

Ji bona vê yekê zelalkirina karesata Roboskiyê gelek girîng e.

Divê berpirsiyarên vê bûyerê rojek beriya rojek bên darazandin û cezakirin. Divê hukûmet kêmasiya xwe ya siyasî qebûl bike û ji gelê kurd lêborînê bixwaze.

Hewldanên di vî warî de wê di riya çareserkirina pirsa kurd de rengê polîtîkayên dewletê jî diyar bike.

Em ê dev ji doza karesata Roboskî bernedin.
28.12.2013

Partiya Maf û Azadiyan
Liqa Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button