Nivîsar

Gelo wê hewle kîngê erzanbe

Di nava gel da, gava ku li ser mijarekî gengesi û niqas çêdibe, da ku hevdu serwaxt nekin an jî bi hevnakin an jî ku aqlê wan ji hev nabire, meselê hewaleyî pêvajoyêdikin ewî jî bi anekdoteki tînin ziman. Dibêjin; “de çawabe jî hewle wê rojekî erzanbe”. Anekdot tê vê watê wê roj bê her tist zelalbe rastîyê eskerebe.

Meselê zêde dirêjnekim vegerme ser mijara rojevê; kêseyî kurd nêzî sed salîye berdewame lê hê jî jêre tu çare nehatîye dîtin. Sedemê çarenebûnê gelekin lê yê sereke belekî û neyekitîye, heger ku kurd li ser xeteke rast û gunce bihatane çem hev, lihevbikrana û yekîtîya xwe bi organîzeke hevdem çêbikirina, ez bawerim naha zûda gihîstibûne encameke bas.

Lê ji bo çi kurd hetanî naha nehatine cem hev û yekitîya xwe çênekirine? Sedemê vê yekê jî gelek in; kurd di nav çar dewletanda bê riza û îrada xwe hatine parçekirin, axa wan hatîye parvekirin, çand û dîroka wan hatîye perçiqandin, zimanê wan hatîye qedexekirin, jêre tu maf û dad nehîstine û hemû tistin wan hildane bin pîyê xwe. Milletekî di rewseke waha da hatina wana cem hev û yekitî çêkirina wan jî gelek zihmet dibe, divê meriv vê rastîye jî bibîne.

Rêxistin û partîyê heyî û hinekê ku nemane jî, ji bo ku werin cem hev, bi hevra karbikin û hêzên xwe bikin yek da ku bighîjne hedefê hetanî naha gelek helw dane. Lê mixabin hetanî naha ev tist pêknehat, sedemê wî jî; armanc, hedef û olaxin (Medod) cuda cuda bûn, an jî rêxistinê bi çek û bi hêz (PKK) dixwastin rêxistinê dinê teslim hildin û wek xwe bikin.

Dunya îro sero bino dibe, bi taybet cografya ku kurd jî têda dijîn wek alava agir daye ber xwe disewitîne. Divê erdnîgarîyêda tu tist wek berê namîne,carcaran bixitime jî ev pêvajo guhaztinê wê dewambike. Li Iraq, Tunus, Misir, Lîbya yê sazûmanê ku di dewra serê sarda mabûn ew hilwesyan. Ev pêvajo îroyîn li Sûrî xitimye, lê derengî bikeve jî wê pêsî lê webe. Îran hê jî cîhê xweda sekinîye. Ji bo pêseroja kurdan rewsa Turkîya, Îran, Sûrî û Iraq’i gelek girînge.

Di Iraq’ê da federasyona kurdan çêbûye, di Turkîya yêda jî dewra înkarkirinê qedîya lê hê jî çareserî çênebûye, sistema Îranê ya nemirovayî hê ji cîh neleqyaye, sistema Sûrî ya baas hej lêketîye, lê wê kingê ûçawa hilwese, sûna wî da wê çi were ew hê kifs nîne. Dîsa jî kurdistan çar parçeye, sînorê nava herçar parçan ranebûye

Di vê rewsêda gelek destê qirês û dilnexwazan hê jî di nav kurdan da heye, meriv gerek vana bizanibe û bibîne. Ji bo vê yekê kurd divê xwe ji xeletî û sasîyê berê bigrin û hisyarbin. Hevparên xwe yên pêserojê bas bijbêrin, kevne sopîyê berê jî dev jê berdin.

Ji bo vê yekê konferansa ku dixwazin pêkbînin,gelek girînge, lê ku xapandin, fêl û fût têda tunebe. Herçîyê wê besdarî konferansêbin divê gelek gelek hisyarbin, da ku nexapin, nekevin defikan.

Yekitî base, lê yekitîya ku hemûya bibe di zangê re bavêje gelek xirab û xetere. Hevîdikim “hewle vê carê erzanbe”.

Fehmi Atmaca

Balkêş e ?
Close
Back to top button