Nûçe

HAK-PAR Bi Merasîmek Serokê Xwe yê Rumetê Sex Evdilmelîk Firat Bibîranî

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi merasimekî Serokê xwe yê 1-emîn û Rumetê Sex Evdilmelîk Firat di salvegera koçkirina wî ya 3-emîn de bibîr anî.

Merasîm, li salona civînê ya Prejtîj Otela Amedê hat lidarxistin. Merasîm, bi besdarbûyîna Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên HAK-PARê, Cîgirê Serokê Gistî Yê Partiya Besdarî û Demokratîk (KADEP) Nadîr Yektas, Nevîyê Sex Seîd Elî Feyzî Firat, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Serokê GUNSIADê Sahismaîl Bedirxanoglu, Nûnerê Partiya Pêsverû ya Kurdên Suriyê Veroj Tello, Berdevkê Însiyatîfa Azadî Muhamed Tahîr Akar, Nuner û rêvebirên sazî û Dezgeyên Kurd destpêkir.

Merasîm bi deqeyekî rêzgirtin ji bo yadî pakî sehîdên têkosîna azadiyê û Kurdistanê destpêkir.

Pistî xwendina dia ya ‘Fatiha’yê, li ser taybetî û girîngiya Malbata Sêx Seîdê Kal û jiya Evdilmelîk Firat slaytek hat pêskêskirin. Pistî pênîsandana slaytê merasîm bi axaftinên besdaran berdewam kir.

Di bibîranînê de axaftina destpêkê Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel kir. Bozyel raboriya xwe ya ku bi gorbihust re derbas kiribû bi rêzdarî bibîr anî û kal behsa taybetiya sexsiyeta Sêx Evdilmelîk Firat kir. Bozyel dazanîn ku derdû kula wî azadî û serfiraziya Gelê Kurd bû. Bozyel di axaftina xwe de xemgîniya xwe anî ziman ku wî, Sex Evdilmelîk Firat dereng naskiriye lê zû winda kiriye. Bozyel peznê hevaltî û hevrêtiya wî da û anî ziman ku Sex Evdilmelîk Firat bi mezanan re mezin, bi biçûnkan re jî biçûkbû ye. Nevsbiçûk û xwedî zanabûn û feraseteke mezinbû ye.

Bozyel di berdewamiya axafitna xwe de, diyar kir ku dê ew taybetiyên ku Sex Evdilmelîk Firat û kesayetên wek wî fêrî nivsên nû kiriye, bi saya têkosîna gelê me bi serkeve û ew armanc û axîna wan bi serfirazî pêk were.

Di merasîmê de, Cîgirê Serokê Gistî yê KADEPê Nadîr Yektas jî axaftinek kir. Yektas, balkisan ser yekitiya Kurdan û bibîr xist ku yekîtî û hevkariya Kurdan xeyal û armanceke Sex Sex Evdilmelîk Firat bû jî. Yektas anî ziman ku di demê borî de di nav herdû partiyan de (HAK-PAR, KADEP) bi alikariya Serok Mesut Barzanî jî nêzikayê çêbûye lê ji ber hin sedeman ew hewldan negihîstiye encamek. Yektas hêvî û daxwaz kir ku bi mebesta bibîranîna Sex Evdilmelîk Firat ew pêcvajo cardin destpê bike û bir serkeftî bi encam bibe.

Merasîm bi axaftinên Nevîyê Sex Seîd Elî Feyzî Firat, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Serokê GUNSIADê Sahismaîl Bedirxanoglu, Nûnerê Partiya Pêsverû ya Kurdên Suriyê Veroj Tello, Berdekê Însiyatîfa Azadî Muhamed Tahîr Akar, ji Binemala Sex Seîd Qasim Firat, siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu, Rêvebirê HAK-PARê Mehmet Celal Baykara û Fehmî Demir berdewam kir.

Merasîm bi xwendina peyamên ku ji bo bibîranînê ji aliyê rewsembîr û Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, Parlementerê Partiya Asîtî û Demokratîk (BDP) yê Amedê Altan Tan û Siyasetmedarê Kurd Dewrêsê Sado ve hatibûn siyandin gihîst encam û xilas bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button