Balansa/dengeya dijwar di navbera entegrasyon u nasnameyê de

Analîzek rezêhevpeyvîna ji bo projeya ‘çîrokên dê û bavên min(bav û kalên min) di çarçiveya bernamaya Grundtvîge a Yekitiya Ewropaye(YE) de: ‘ferbûna bi direjîya jiyanê’
Astengiya herî mezin a li ber kurdan, ku hejmara wan gihîstiye mîlyonan, ên ku beriya salan koçî Yekitiya Ewropaye kirine an jî li vira ji dayika xwe bûne, ew e, ku ew nasnameya xwe biparezin û her wuha ew di di nav çand u kultureke din de xwe entegre bikin. Ku di vî warî de ew balanseke rast û durust peyda bikin, ew yeka han ji bo koçberen kurd pirsgirêkan derdixîne holê. Ew pirsgirekana li gor nivseyan ji hev cuda ne. Li ser vê mijarê çar rêxistinên/komeleyên kurdên li Ewropayê bi projeya ‘ferbûna bi direjiya jiyanê’ku ji aliyê YE ve te destek kirin du salan kar kirin. Armanca projeya bi navê ‘çîrokên dê û bavên min(bavûkalên min)’ ew bû, ku pevajoyeke ferbûnê ji bo pesvebirina danûstandina di navbera nivsên koçberên kurdan de bê mesandin. Di vî warî de hem nasnameya etno-kulturî wê bê parastin û her wusa entegrasyon jî wê êe xurtkirin. Encama karûxebatên rêxistinên ‘Koerdîsch Înstîtutuut VZW’ a li Belcikayê, Înternatîonaler Vereîn für Frîeden und Gerechtîgkeît ‘ Pro Humanîtate e.V.’ a li Elmanyayê, Înstîtut für Kurdologîe’ a li Avusturyayê û her wuha Kurdîska Înstîtutet’ li Swede nuha tên pêskes kirin:
Bi awayekî serbixweyî her çar rêxistinan li ser bingeha vê konseptê qasî 60 hevpeyvîn bi saxis û malbatên koçber ên kurdan re pêk anîn. ‘Însîtut für Kurdologîe’ a ku li Eîchgrabenê li nêzikê Wîyayana Avusturyayê di bin serokatiya Prof. Dr. Celîlê Celîl ve tê reva birin, di hevpeyvînan de giranî danî ser vegotinên nivsa berê ên ji samana wan a dewlemend a bîranînên wan ji dema ciwantiyê ên li welatê bav û kalan. Her wuha giranî li ser fikrûramanên jiyanê ên dê û bavan hate danîn, ên pîr û kalan, heta ên dê û bavên pîr û kalan jî, kevnesopîyên wan, çawa ewna derbasî nivsên nû dibin. Dî vî warî de gîranî li ser wê yekê jî hate danîn, ku tecrubeyên jiyanê ên di dema bûyerên dîrokî de û di derbarê qedera gelê kurd de bên ser ziman. Ji bo vê yekê numûne jî hatin dîtin, ên ku hem tegihêstina generasyona nû a ciwanên kurd hem jî tegêhistina hemwelatiyên nû ên ewropî ji bo demborîya giran û tevlihev a kurdan pesve dibin û her wuha pêshukmên li dijî kurdên li welatên xwe ên nû disekinin.
Bi vî awayî di hevpeyvînan de numûneyên mirovan, bi taybetî jî yên ji Kurdistana Îrakê, hatin tespîtkirin; ên ku bi kevnesopîyên xwe û bi nasnameya xwe serbilind in û bi wan nirxên xwe re ji dil û can ve bi girêdayî ne. Ewana xwedî wê xwesbîniyê bûne, ku beriya sed salan ne tenê ji bo lawên xwe- heman sans û derfet dane keçên xwe jî, da ku ewna karibin xwe fêr bikin û jiyana xwe ber bi pês ve bibin. Ew helwesteke bi vî rengî ‘di wê demê de- li rojavayê, ango li Ewropayê ne ji rêzê bûye, ne hêsan bûye. Kesên ku bi wan re hevpeyvîn hatine çêkirin, qala serokên malbatên xwe dikin, çawa wana di warê civakî de xizmetên mezin pêk anîne. Ewna qala wan axayan dikin, ên ku zilm li cotaran nekirine, xwîna gundiyan nemêtine. Li hinek herêman wana ji bo ked û xebata gundiyan zêdetir pere dane û heta parek ji ax û zevîyên xwe jî dîyarî feqîran kirine.
Hinek kurdên din jî, wek mînak: kurdên ji Tirkîyayê tînin ser ziman, ku çawa ewana nasnameya xwe a kurdî li welatê xwe ê Ewropayê kifs kirine, çawa wana li vira destpêkirine, da ku zimanê xwe ê zikmakî hîn bibin, da ku hem ji bo çand û hem jî ji bo çarenûsa gelê xwe ê li welêt bindest mayî têkosîne, çawa ku ewana têgihîstine, ku malbatên wan li welêt di bin kîjan sert û mercên giran de dijîn.
Bi taybetî ev numûneyên balkês ên di warê entegrasyonê de hatin tespîtkirin; wek ji ên kurdên Îranê: çawa ku yek ji wan, wek pêsmerge li dijî leskerên serokê têkosîna îranê Xomeynî di sala 1979’an de bi awayekî giran birîndar bûye, lê, bes, li pey çend rojan sunda, ango bi derengî karibûye xwe bide dermankirin, lê, çi heyf, çîpek wî bi tenga çongê wî de hatiye jêkirin. Ew bi hinek kesên din re, ku ew jî bi xedarî birîndar bûne, hatiye Avusturyayê, ji bo ku li wira bê dermankirin. Ew kurdê ji Îranê malbata xwe sazdike, ew êdî bavê sê zarokan bûye. Ew bi awayekî bê hempa trajedîya ku bi serê wî hatiye diguherîne û ew ji kesên mîna xwe re dibe alîkar. Ew dixwîne û dibe pisporekî ji bo ev kesên ku jê re kêmendam tê gotin. Ew ji bo wan kesên ku bi heman çarenusê re rûbirû mane sîretan dide, alîkariya wan dike, da ku ew karibin barê jiyana xwe a giran sifik bikin. Ev alîkariya, ku ew hêza xwe ji serpêhatiyên xwe ên dijwar digire, wateyek daye jîyana wî a li wealtê xwe ê nû Ewropayê.
Mamosteyekî ji Kurdistana Îrakê ku di sala 1991’î de ji ber êrisên artêsa Îrakê direve, pistî ku tê Avusturyayê bi awayekî zû fêrî elmanî dibe û di jiyana xwe a nû li welatê xwe ê nû de bi wan mirovan re mijûl dibe, ên ku ne xwedî îs û kar in. Ew serpêhatiyên xwe, wundakirina mal û heyînê û her wusa banzdayina ji welatê xwe rê û îmkan dide wî ku bi taybetî jî ji wan kesên li Avusturyayê bibe alîkar, ên ku îsûkarên wan tunne û bêxwedî ne.
Kurdên ciwan, ên ku li Ewropayê hatine dinê an jî ên ku wek zarûzêç bi tev dêûbavên xwe hatine, ên ku di nav aramî û azadiyê li welatê xwe ê nû de mezin bûne, anîn ziman ku ewna jî ji ber derd û ês û jana dêûbavên xwe û xizm û eqrebeyên xwe bûne xwedî travmayan. Pirsgirêkên psîkolojîk ên van ciwanan bi bandorekî têrûtijî tînin holê, çawa ew travmayên gelê kurd ji generasyonekî derbasî generasyonekî din dibin.
Bi dirêjiya deh salan dayikeke kurd, ku bi tev zarokên xwe ên piçûk û mêrê xwe sala 1991’î ku wek sedhezarên heval û hogirên xwe li ber artêsa Îrakê reviya bû û di kampeke penaberan de di nav neçariyeke bê hempa de dijî, nekaribû di derbarê serpêhatî û tecrûbeyên xwe ên nexwes de biaxife. Wê digot: ‘Aha nuha, ez xwe bi hêz hîs dikim, da ku ez qala wê demê bikim!’ Lê, dîsa jî, tirs û xofa ji wê demê wek sîyekê bi wê re digerin. Ew jinik dibêje, ‘min her tistê xwe wunda kir’. Ku ewê her çar zarokên xwe jî wê wunda bike, ew fikra han, hê jî mêjûyê wê dixwe û ew tim û daîm dixwaze, ku ew nêzikê zarûzêçên xwe bibe.
Kurdeke 28 salî a ji Tirkîyayê behsa tirsên xwe ên kûr ên ji dema zaroktiya xwe a li Kurdistan Tirkîyayê dike: çawa ew li ber xwe ketiye, ka çi bê serê bavê xwe, ji ber ku ew jî wek gelek bavên din ên kurd li wira tim û daîm dihatiye girtin, ji ber ku ew ji bo mafên kurdan li Tirkîyayê têdikosîyaye û lewma ew wek ‘terorîst’ hatiye mohr kirin. Ew keçika ciwan dibêje: ‘ji ber vê yekê(her çiqas mirov hê neh salî be jî) mirov tijê kîn û rik dibe. Ji ber ku mirov dizane: tu ne terorîst î. Lê, bes, tu neçar dimînî(ji aliyê dewletê ve) tu jî qebûl bikî, tu terorîst î!’ Mirov hê jî bêhêvîtir dibe, heke bav ji hepsê nexwes derkeve û tesîra êskenceya ku li wî kirin, hê jî bidomin. Ji ber vê yekê hê wek keçeke ciwan ew biryar dide, ku hûkûkê bixwîne, da ku rojeke ji rojan bikaribe parastina bavê xwe bike. Iro ew xatûna ciwan di nav rêvebiriya welatê xwe ê nû ê ewropî de rûnistiye û li dijî cûdakariya bi her rengî têdikose.
Dayikên kurd tînin ser ziman, ku çawa ewna bi dirêjiya salan li koçberiyê bi tenêtiyê re rûbirû mane: çawa ji ber derdên malbata mezin rê û îmkan çênebûne, da ku ew bikaribin zimanê nû hîn bibin û lewma jî danûstandinên wana bi cîran an jî dorhêlê re çênebûne. Dayikek dibêje: ‘îro tirsa dilê min li ser zarokên min e, ên ku di nav çandên cûda de mezin dibin. Em jiyana xwe a rojane li gor qeydên çanda xwe rê ve dibin, lê, belê, dêûbav pir hindik dizanin, ka zarokên wan li ‘derva’ çawa dijîn. Heke tistek bi ser wan de were, ez nekarim alîkariya wan bikim’. Dayika pênç zarokan wuha gotinên xwe didomîne: ‘Tirsa min a herî mezin ew e, ku zarokên min ji çanda xwe dûr bikevin, jê re bibin bîyanî û bi wê yekê ew ji me jî dûr bikevin!’ Ew tirs û metirsî pir caran ji hêla dorhêla ewropî ve nayên dîtin.
Di nava kurdên ciwan ên ku li Avusturyayê mezin bûne de meyleke balkês a bihevrayî mirov dikare tespît bike: di warê aîdîyeta xwe de ewna xwedî kêmasiyeke mezin in: ewna xwe ne aîdê welatê xwe ê nû hîs dikin, ne jî xwe aîdê welatê dêûbavê xwe dikin. Hinek ji wan ciwanan dîyar dikin û dibêjin: ’em hemwelatiyên cihanê ne’ Li ku derê dêûbavê wan dijîn, heval û dostên wan rûdinin, dibêjin, em li wira ne, lê bes, ew hevcedarî nabînin, ku bibêjin ku ew welatê min e, ê ku ez lê dijîm.
Yek ji nûnera nivsa yekemîn a koçberan dibêje, ku em ‘di welatê nû de’ bi awayekî gistî kêyfxwes in, ji ber ku em li welatê dêûbavan di nav dojehê re derbas bûn û li gor sert û mercên welêt pirsgirêk û derdên vî welatê ku em nuha lê dijîn ne ewqas girîng in’. Heke em bidin ber hevdu: nivsa duwemîn, ên ku li vira hatine dinê, ên bi awayekî têrûtijî entegre bûne, hîs û ramanekî wana, ku xwe ‘cûdatir’ bihesibînin tunne û ‘ewana pir caran bi sêweyekî pir hestîyarî reaksîyon nîsan didin, heke bûyer piçûk jî bin, lê, belê, bi wan bûyeran hîssîyeta bîyanîbûnê digel wana çêbibe’. Gelek numûneyên di warê dijminatiya bîyaniyan de ku mirov pê sasûmatmayî dibe, di nav hemû hevpeyvînan de tên ser ziman. Bi taybetî jî di vê mijarê de ew mirovên ku wexta zarok bûne û diçûne dibistanan ‘ îro ji wan re Teenager tên gotin- bahsa hinek serpêhatiyên xwe dikin, ên di warê nîjadparestiyê de, ên ku ew pê sok bûne. Keçekî 16 salî a kurd qala destpêkirina dibistana yekemîn dike û tîne bîra xwe, ka çawa hevalên wê jê xwestine, da ku ew destên xwe dirêj bike û pasê ewana jî destên xwe danîne kelêka wê û bi çavekî lanetkirî jê re gotine: ‘Hele binihêre! Tu çiqas esmer î!’ Ji alîkî ve ev zarokên ses salî bi vî awayî bîrûramanên ji dorhêla xwe a malbatî anîne holê, ji aliyê din ve jî mamosteyan guh nedidane vê rewsê, wana li dijî vê yekê tistek nekirine. Numûneyên din, ku bi vî awayî dil hatine sikandin, bi serê gelek kesan hatine, ên ku pê re hevpeyvîn hatine çêkirin.
Rê?? Bi taybetî jî ev rêze-hevpeyvînên ku bi keçan re hatine pêk anîn, bala mirovan diksînin. Di dema axaftinê de ewna çavvekirî ne, baqil in û her wuha jêhatine. Li nivsa beriya xwe re jî ewna bi çavekî regnegirî mêze dikin. Di ser vê yekê de jî ew yeka han tê holê: dêûbav çiqas xwenda bin, li gora vê yekê jî dîaloga di navbera nivseyan de bi awayekî kûrtirî pêk tê.
Pir caran jî mêrên kurd, bi taybetî jî ên ku ji Îrakê tên, dema hewl didin, ku li Ewropayê xwe entegre bikin, ewna bi ser nakevin. Ew karûsuxulekî nabînin û ji ber vê yekê jî ew darbeyeke dixwin, ji ber ku ew li gor têgistina xwe wek xwediyê malbatê dihesibînin. Di heman warî de dayik bi awayekî hêsantir ji bin barê wundabûna hebûnê radibin, ji ber ku wezîfeya wan a yekemîn ‘derdê malbat û ê zarokan- di dema koçberiyê de jî naguhere: dibe ku di pirsên pratîkê de guherîn hebe, lê, bes, di warê prensîpan de guhertin nîne. Pir caran jin bi karûbarên rojane re radibin, pirsgirêkên bi sazî û dezgehan re û pirsgirêkên zarokan di dibistan û xwendingehan de çareser dikin û bi vî awayî jî li welatê nû bastir xwe entegre dikin. Li hember vê yekê bav bêriya rola xwe a kevnesopî û wezîfeyên xwe ên berê dike û ne hindik kurdên ji Îrakê vedigerin Kurdistanê, ku îro li wira bindestî û zordariya ji demên berê êdî nemaye. Di heman demê de zarok dixwazin li Ewropayê bimînin û dayik jî dibêjin, emê digel zarokên xwe bimînin. Hejmarek mezin a zewacên bi vî awayî ku her ku diçe zêde dibe bi berdanê encam dibe.
Her çiqas dê û bav pir caran bi awayekî xurt hewl didin, ku zarokên xwe li ser nasnameya kurdî hestîyar bikin jî, ew hewldan naçin serî. Lê, belê, di vî warî de numûneyên gelek kurdên ciwan jî li holê ne, ên ku bi awayekî serbilindî xwedî li çanda kurdî derdikevin. Bê guman di vî warî de hezkirina ji bo dewmendiya mûzîka kurdî jî rolekî sereke dilîze. Ew zarokên, ku ji zewacên tevlihevî(ewropî-kurdî) peyda bûne û ên ku bi tenê karin zimanê elmanî ê dayikên xwe hîn dibin mûzîka kurdî hacetekî/navgîneke girîng e, ê danûstandina bi xism û eqrebeyên ji Kurdistanê re.
Ciwanên, ku li Ewropayê ji dayik bûne, ên ji Tirkîyayê pir caran gilî û gazincên mezin tînin ser ziman, ku ewana zehmet diksînin, da ku bikaribin zimanê dêûbavê xwe fêr bibin an jî wî zimanî di danûstandinên xwe ên dorhelê de bi kar bînin. Her çend ewna ji bo hînbûna zimên û xwendinê çûbûn cem xism û eqrebeyên xwe li Tirkîyayê, lê, belê, ew hewldan bê encam mane, ji ber ku gelek malbatên kurd ‘her çiqas hinek qedexe di warê zimên de hatibin sistkirin jî- nawêrin ku kurdî xeber bidin an jî ên ciwan, ên ku wek nivs li Tirkîyayê bibe navbeynkar. Ji ber ku ew meyl tê parastin, ku bi tenê tirkî bê axaftin û nasnameya kurdî were vesartin, ji bo ku li dibistanê an jî li zanîngehê an jî digel kargehê mirov ‘bi probleman re’ rûbirû nemîne. Di welatên xwe ên nû ên ewropî de koçberên kurd wê karibin bi awayekî vekirî zimanê dêûbavên xwe hîn bibin, lê, bes, pir caran ji wana re îmkan û derfet tunne, bi taybetî ew nikarin zimanê xwe di warê nivîsandinê de bi kar bînin. ‘Emê çawa karibin zimanê xwe ê zikmakî pasê bidin zarokê xwe?’ Ev metirsîya kurdên ku li ser nasnameya xwe haydar in, di gelek hevpeyvînan de tim û daîm hate ser ziman.
Li Almanî ra Wegerandin: Seydo can
Dengê Kurdistan