Nûçe

HAK-PAR: Di salvegera 84’an a Komkujiya Dersimê de, em sehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin

MEBESTA KOMKUJIYA DERSIMÊ TEDÎP Û TENKÎL BU

‘Ber bi Dêrsîmê ve sefer dibe lê, zafer (serketin) nabe.’

Di dawiya sedsala 18 an û destpêka sedsala 19 da, roma res zulma xwe li ser seranserî Kurdistanê, taybetî jî herêma Dersimê, ango li rojavayê çemê feratê li ser Kurdên Qizilbas roj bi roj zêde dikir.

Çavkaniyên dîrokî, gelekî zelal nîsanî me didin, ku hê di dema Osmaniyan da, bingeha vê nefikirinê, êsandinê û komkujiyê hatiye danîn.

Di dema xwe da, Yusuf Ziya Pasa yê esilgurc gelek salan li Kurdistanê wezîfedar bûye. Di 1785 da li Kebanê / Madenê û di 1797 li Dersim komkujî, islahkirin (tedib), bi tûndî dûrxistin, tedayî (Tenkil) bi Kurdên Qizilbas kirin, pêkanîne.

Dîsa xeta Meres û Dêrsimê tedib, tenkil pêkanîne, her usa xeta Adiyaman, Meletî, Dersim qetliamên nemîrovane dane kirinê.
Heman demê da, rêberên esîretan vedixwîne Çemisgezekê û serê ji 100 kesan zêdetir serokesîretan didin jêkirinê, wan dide kustinê.

Dîsa li Gelyê Mercan, Kurdên Qizilbas kom dikin, tevaya mêran dikûjin; dest didin ser keç, jin, mal û milkên wan, wek xenîmeta anîmeta ser.

Bi van çend mînakan jî tê dîtinê, ku zulma li ser Kurdan, taybetî jî, li ser Kurdên Qizilbas, bi Dêrsimê ve, sînorkirî nîne û gor planeka bi rêk û pêk, dûr û dirêj hatiye mesandinê.
Ev jî qetliam nîne, hema raste-rast komkûjî ango (qirkirin) jenosîd e.

Niha em bêne plana dema Komara Mistefa Kemal. Ji pistî serhildanên 1921 li Koçgîrî, 1925 û Agiriyê, Mistefa Kemal û hevalbendên wî dixwastin li van deverên li jor navkirî, taybetî jî li Dersimê, Kurdên Qizilbas bi tundî bîne rê, bikuje, ji welatên wan derxe û berê wan bide metropôlên Tirkiyê, gund û bajarên wan wêran bike.

Wan dixwest, ku hejmara Kurdan li wê herêmê kêm bibe.

Ji xwe mîrovên wê herêmê, di dema Osmanî da jî serê xwe li ber desthilatdariya Osmanî danenîbûn. Ji ber vê jî Mistefa Kemal, wan devera wek birînekê xeternak binav dikir. Ji bo pêkanîna van planên xwe, yên qirêj jî, di parlametoya xwe da biryarên nemîrovane dan girtin.

Bi vê mebestê Mistefa Kemal, di 25.12.1935 an da ‘Qanûna Tuncêli’ yê da derxistin. Ev biryara wêrankirin, qirkirin, û pêkanîna komkujiyâ Dersimê bû.

Ji pistî vê biryarê di 04.05.1937 an da, di komisyona Wezîran da biryareka nû hate standin. Ev biryara, ya bi tûndî, di hemû waran da, ser Dersim û Dêrsimiyan da çûyînê bû.

Bi fermana Mistefa Kemal û Ismet Inönü re, rê ji bo komkujiya Dersimê vebibû. Encam, bi hezaran kustina Kurdên elewî, zar û zêç, keç û jinên wan, talan kirina mal û halên wan bû.

Heya bêjî destavêtina keç û jinan, wek berdestî zarokên kurdan ji bo xwe birin, di rojeva wan da bû.

Iro bûye 84 sal ku, ev jenosîda li ser Kurdên Dersimê hatîye mesandin.

Seyîd Riza yê nemir û hevalên wî hatin darda kirinê. Heyanî îro, cîhê ku lê hatine binaxkirinê; hê jî, ne dîyar e.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR tevaya qurbaniyên Dêrsimê, bi taybetî Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û qetilkarên wan bi tûndî rûres û sermezar dikin.

HAK-PAR dibêje:
-Divê dewleta Tirk vê bûyerê wek jenosid bipejirîne!
-Divê merzelê Seyîd Riza û hevalên wî bêne eskere kirinê!
-Lêborîn ne bes e, lazime gavên pêwîst werin avêtin.

Di salvegera 84’an a Komkujiya Dersimê de, em sehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin.

04.05.2021

Nivsîngeha Rageyandin û Çapemenîya
Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button