HAK-PAR Ewropa: Koça dawî ya servanê azadiyê, kekê Hêja Xalit Xoce em gelekî xemgîn kir

Serxwesî
Di nava cîvata kurdan da dibêjin, xebera res gelekî zû belav dibe. Me jî îro xebereke usa bihîst.
Koça dawî ya birayê hêja, servanê azadiyê, camêrê dev bi ken, kekê Hêja Xalit Xoce bihîst, rastî jî em gelekî xemgîn bûn.
Mîrata nexwasiyê mînanî risa pûs pêsîra wî girtibû, dîsa jî wî moral dida derû doran, ew dîsa dev bi ken bû.
Tevaya endamên Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa, kekê Xalit Xoce wek servanê Riya Azadî nasdikirin. Hevalên ku îro ji min ra telefon kirin, di nava xemgînîyeke kur da bûn.
Ez li ser navê Komîta Kargêr, Komîta Gistî û her usa jî li ser navê tevaya komîte û endamên Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa, berê ji malbata wî ra, nas û dostên wî ra, hizkiryên wî û heval û hogirên wî ra dibêjim serê we, her usa serê me hemûyan sax be. Cîhê wî behîst be. Rehma xwedê lê be.
Navê wî yê rasteqîn çi dibe bila bibe, lê belê ew ji bo me XALIT XOCE bû û ew ê her usa bimîne.
Carek di ji bo malbatê û tevaya heval û hogiran sebir û metanetê dixwazin. Oxir be Xalit Xoce, oxir be welatperwerê bi rûmet, oxir be.
Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa
Dengê Kurdistan