Nûçe

HAK-PAR: Helwesta gelê Kurdistana azad helwesta me ye jî

Serokê herêma Kurdistanê,birêz Mesud BAERZANI di daxûyanîya xwe a here dawî de radigêne ku ‘Eger partîyên Kurd pistgirîya min bikin, ezê hema serxwebuna Kurdistanê îlan bikim’

Em wekî HAK-PAR’ê her tim dibêjin,mîna her miletên cîhanê heqê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayîn bike.Miletê Kurd heqê xwe ye ku,dewletek federali yan Konfederali yan jî,serbixwe hilbijêre.Ev heq ji bo hemu besên Kurdistanê,heqek xwezayî ye.

Li basûrê Kurdistanê, di encama hêrîsên DAIS’ê,sert u merc bi yekcarî gûherîne.Êdî li basûrê Kurdistanê,ne qabile ku ,Kurd u Erebên Sîe,u Sûnî,wekî berê,bihevre jîyanek derbas bikin.Navenda Iraqê a ku bi piranî di bin bandûra Sîîyan de ye mecal nade ku Iraqa federal zêdetir li ser kar bimîne.Lewraye ku êdî ji bo Kurda tenê rêya dewletek serbixwe maye.

Em wekî Partîya Maf u Azadîyan , her tim, sebaret bi rûdanên li Kurdistana azad,pistevanê hikûmeta herêm u a serokatîya herêma Kurdistanê bune.

Em dixwazin ku careke din bi herkesî bidin zanîn ku emê evcar jî pistgirê biryarên parlementoya herêma Kurdistanê u pistgirê biryarên serokê herêma Kurdistanê a bi helwesta serxwebûnê bin. Bi vê bawerîyê,emê bîryara serokê Kurdistanê birêz Berzanî a di rêya hingavên ilan kirina serxwebûnê de jî, bi dil u can pistgir bikin.

Helwesta gelê Kurdistana azad,helwesta me ye jî.

Fehmi DEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button