HAK-PAR: Ji bo asitî û azadiyê dest bidin hev!

Li dinyayê, bi taybetî li herêma me ‘Rojhilata Navîn- ‘Roja Asitî ya Dinyayê’ dîsa bê asitî derbaz dibe.
Li Amêrîka Latîn, Afriqa, Asya, heya li Ewrûpa hîn gelek agirê serên berê venemirî ye û yên teze xwe nîsan didin. Yekitiya Ewrûpa, ku ji bo projeya asitî û demokratiyê wek nimûneyeke bas tê nîsandan, nuha li sînorê wê yê Rojhilatê, li Ukrayîna, ku namzet e bibe endamê YE, nuha bûye warê serekî xeterbar, heya tê gotin ku dikare bibe sedemê Serê Sêyem ê Dinyayê.
Rojhilata Navîn ji xwe serbiser bûye warê ser û sewatê. Digel serên Afganîstan û Iraqê, van salên dawî gelek welatên din ser û bin bûn û nuha bûne warê ser û pevçûnan. Di sînorê Tirkiyê da Sûriye ji xwe ji ber serê hundurî wêran bû. Ji tesîra serê Sûriyê serê nav Iraqê jî germtir bû. Rêxistinên serhisk û hov, yên wek El Qaîde û DAÎS di rewsa hanê da peyda bûn.
Ev ser û pevçûnên han zirareke gelek mezin didin destkevtî û bajarvaniya mirovayetiyê.
Xuya ye ev dîdema han ji bo mirovayetiyê ne dîdemeke bas e. Dewletên mezin, mixabin siyaseteke teng bi rêva dibin gor berjewendiyên xwe, ku ev rengê siyasetê xizmeta avakirina dinyayeke astîxwaz û bextewar nake. Rêxistina Milletên Yekbûyî û rêxistinên dinê yên navnetewî jî bona vê yekê nikarin bi rola xwe rabin. Ji ber vê, pirsên heyî li cîyê ku çareser bin, her diçin girantir dibin û pirsên teze çêdibin.
Bona vê yekê, îsal dîsa di 1ê Îlonê, ango di Roja Asitî ya Dinyayê da, her çiqas dilê me daxwaza asitiyê bike jî, em gelek xemgîn in.
Ev sewata hanê mixabin vê dawiyê bi Kurdistana me ya Basûr jî ket, ku gelê me pistî ewqas ser û wêranî firsend dît, li vî parçeyî bîhna asitî û azadîyê distîne, welatê xwe ava dike û di warê demokrasiyê da li herêmê wek nimûneyeke delal e. Lê xuya ye herçî dijminên asitî û demokrasîyê, rejîmîn kevneperest li herêmê û hin hêzên dervayî herêmê, ku ev yek ne gor berjewendiyên wan e, aciz bûn.
Welatên wek Tirkiye û Îran jî li qiraxê vê sewatê ne, heya mirov dikare bêje di nav da ne. Tirkiye, her çiqas van salên dawî ji bo pirsa Kurd gelek behsa asitî û çareseriyê dike, lê pirs hîn li cîyê xwe ye. Belê, ev du sal in ku sîleh bêdeng bûne, lê ji bo devjêberdana sîlehan bi temamî û ji bo çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevî tu gavên mezin ne hatine avêtin.
Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan bibe warê asitî û demokrasiyê, berî her tistî divê pirsa Kurd çareser be. Ji bo çaresariyê jî divê gavên mezin û wêrek bêne avêtin. Ev tist li ser esasê wekheviyê dibe. Ango divê hemû mafên gelê Kurd bêne naskirin. Siklê wê jî federalî ye. Rêvebirên Dewleta Tirk eger bi rastî dixwazin vê pirsê çareserkin, divê gaveke dîrokî bavêjin û civaka Tirk ji bo vê yekê hazir bikin. Bi vî awayî asitî û demokratî tê welat û mecal çêdibe ji bo çareseriya pirsên dinê.
Ji bo ku Tirkiye di herî hezaza Rojhilata Navîn da neçe xarê û ji vê ser û sewatê dûr bisekine û di vemirandina vî agirî da pardar be, divê pirsa Kurd bi vî awayî çareser bike.
Di vî warî da perpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê AK Partiyê ku îro hukim di dest da ye. Her usa jî dikeve ser milê CHPê, Partiya makmixalefetê û herçî rêxistin û kesên dinê. Ev rêxistin û kes yan gor his û aqil tevdigerin, siyaseteke gor dema teze, siyaseteke rast bi rêva dibin, yan jî dibin hêsîrê bîr û baweriyên kevn, ji riya sas ê berê venagerin û bi vî awayî firsend ji dest diçe, ev agir bi mala herkesî dikeve, wêran dike.
Çi Tirkiye çi Kurdistan, welatê me û gelên me hewcedarî asitî û demokratiyê ne. Hewcedarî azadî, nan, kar, maleke bas û dorberekî paqij in.
Di roja hanê da em gazî hemû kesên astixwaz û demokrat dikin ku dest bidin hev. Xebata azadî û asitî karekî giranbuha ye. Em nikarin vî karî tenê ji wan kesan hêvî bikin ku li ciyên bilind, li ser postên mezin rûdinin, lê ne dûrbîn in, hêsîrê bîr û baweriyên kevn û pûç in û berjewendiyên xwe yên sexsî datînin pês dahatûya mirovayetiyê.
Ev karê pîroz karê me hemûyan e. Bi taybetî karê hemû kesên ku hewcedarî asitî, azadî û jiyaneke mirovî ne.
Ji bo azadî û asitî carna divê mirov çek hilde û ser bike dijî zalim û êrîsgeran.
Lê ji bo serkevtinê, divê berî her tistî mirov asitî û azadiyê bixwaze, bi dû zordestan neçe ku ser gor berjewendiya wan e. Azadî û asitî bi yekitî û berxwedana mirovên hisyar, bi hewldaneke kîtlewî bi dest dikeve.
Dest bidin hev ji bo dinyayeke bê ser, azad û astiyane!
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PARê
1 Îlon, 2014
Dengê Kurdistan