Nûçe

HAK-PAR: MEBESTA SÊX SEÎD RÊYA ME RONAHÎ DIKE

Miletê Kurd, di dema destpêka Komara Turkîyê de, destkevetîyên xweyên ku di dema Osmanîyan de hatibun bidest xistin, winda kir. Rejima nu li himberê tevgera azadîxwaz a Kurd gelek bi tûndî û dijwarî tev gerîya. Hikûmeta Ismet Pasa du kiryarên herî giring bi belênîya meclisa nû bire ve bir. Yek ji wan damezrandina ‘Dadigeha Îstiklalê a Serqê’ (06.04.1925) bu ya diduyan jî, wek tevdir û pêsîlêgirtinên nerazîbunan zagona ‘Teqrîra Sikûn’ê bu.
Armanca damezrandina Dadigeha Îstiklalê a Serqê, tenê ji bo pêsî girtina tevgerên dijî rejima Kemalîst bu. Dema ev dadigeh ava bu hê di hefteya yekem de dest bi desteserkirina rewsenbîrên Kurd kir. Di heman demê de, sêdare hatin danîn û rêya darvekirinê li ber azadîxwazên Kurd vebu.
Kemalîstan de ji hemû mafên xwe yên milî bêpar hatibûn histin, di bin serokatiya Rêxistina Azadî û Serokê wê Xalid Begê Cibrî û Serokê milî Sex Seîd Efendiyê Pîranî de, 96 sal berê, di sala 1925-an de, serhildanek pêk anî.

Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarê ne, her wek ku dema Osmaniyan, heta sala 1923’ê yan jî, li Meclîsa Mezina Milet bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot: ‘Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tistek bi van rengan ji bo Kurdan were dayin’ bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun. Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa mezin de axaftinek kiribu û gotibu ku: ‘Turk, Kurd û Çerkes; em hemu enasirên Islamê pêk tînin.’ Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman. Lê mixabin ku Mistefa Kemal pistî demeke kin, van tistan berba kir û qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad û soza ku dabu Kurda zû jibîr kir û dest bi inkara Kurdan kir. Pasî jî, xwest ku komarê bike yekreng û yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.

Pistî sala 1925’an, got ku ‘ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin, herkes Turk e, Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê.’ Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin û hatine red û inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin û Turkrengkirina komarê kiribu.

Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê ‘Sehildana Sêx Seîd’ tê behskirin, 13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir û li Diyarbekir kuta bu. Sedem ku Sêx Seîd bandûr û kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu û teslimê hêzên dewletê bu.

Li ser vê yekê rejima Kemalist pisti dadigekirinek sivik a Dadigehâ Istiklalê de, Sêx Seîd û 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin û gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar û tedayan û sertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes û malbat jî hatin sirgun kirin û koçebar kirin.

Tevgera Sêx Seîd, sedem ku heq û mafên mesrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn û zeft kirin û hebun û pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan û narazîbunek gelêrî destpêkiribu.

Îro, hê jî, qebra (gora) bapîrên kurda yên mîna Sêx Seîd, Seyid Riza û Bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê turkayetîyê, him serok û rêber û mezinên kurda kustine û him jî gora wan vesartine.

Tevgera Sêx Seîd, tevgera parastina heq û azadîyên Kurda ye.

Gelê Kurd wê mesalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.

Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike. Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê rejimê ve hatine vesartin bila derkevin holê.

Serokê tevgera milî ya 1925-an Sêx Seîd efendî û hevalên wî; sehîdên doza azadîya Kurdistanê ne.

Sêx Seîd di tekosîna azadîya gelê Kurd de dijî û wê, her tim bijî. 29.06.2021

LATIF EPÖZDEMIR
SEROKÊ GISTÎYÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button