HAK-PAR: Ne kustinên qesasnediyar in, yên qesasdewlet in

Kustinên qesasnediyar, di lasê Gelê Kurd de wek birîna xencereke jehrî ye. Windahiyên qesasneidayr jî, ês û jana vê birînê ye ku bi dehan sal in nayê kungkirin. Heta ku canên me yên windahî neyên dîtin û kujerên wan neyên cezakirin, ev birîn qisam nagire û jana wê kung nabe.
Ev çendîn roj in ku li devera Derê Sarê ya Amedê (li vê erda pist me) her ku erd tê kolandin, estiyên kurdên bêguneh ku di nav van çar dîwaran de bi darê êskencê hatine qetilkirin û li vî erdî hatine binaxkirin, jê dibijikin. Ev der ne ciheke di rêzê de ye. Ev, navend û êskencexaneya JÎTEMê ye. Ev êskencexane usa mekanek bû ku di wextê xwe de rojê bi dehan kes bi saxî dibirin liwir, lê cesedê wan yê parçekirî derdiketin. Ku bi hezaran ji wan cesedan hê winda ne. Ev der ji bo kurdan bûbû xaçerêya mirinê û dojeha ku zebanî têde ji kustinê têr nabin.
Ev roj ji her derê axa Kurdistanê estiyên kurbaniyên qesasnediyar dibijiqin. Ev welatê qedîm û kevnare bûye zeviya cesedên kustiyan. Êdî nexseya vê erdnîgariya dewlemend ku ji gelek medeniyetan re mazûvanî kiriye, bi gorên bikom tê bibîranîn
Em carek din pirsa kujerên bi deh hezaran windahî û kustiyên qesasnediyar dikin. Gelo bi rajtî jî wek hatiye belavkirin, ev qetlîam û kustin tenê ji aliyê JÎTEMê hatine kirin? Kî bawer dike ku Serpiristiya Gistî, Artês Duyem û Baskorduya 7an ya Amedê ji van kustin û wehseta JÎTEMê haydar nebe? Kî dikare bibêje ku ev cînayet bê xebera desthilatdariyên û Lijneya Ewlekarî ya Mîllî pêk hatine?
Lê herkesê xwedî wijdan ku bîra xwe winda nekiribe, rastiya wê demê dizanin. Çima Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Mehmet Agar bi xwe negot ku îmzeya wan di bin hezar operasyonê de heye? Serokwezîra wê demê Tansû Çîlerê lîsteya kurdên ku divê bên kustin, teslîmê kujeran nekir?
Ma çiz û hat jibîrkirin ku di Lijneya Ewlekarî ya Mîllî de, ji bo qirkirina kurdan konsepteke nû pêk bîne, biryar hatin dayîn. Bi kurtî yek ji van kiryaran jî bê haya desthilatdariya siyasî û dewletê nehatiye kirin.
Hê ku ji bo her tistî dereng nebûye divê windahiyên me bên dîtin. Divê di serî de kujer, ji hemû berpirsên wê demê hesab bê pirsîn. Pêngavek bi vî rengî, herweha dê ji pirsgirêka kurd ya sedsalî re jî derîyê çareseriyê vebike. 31.02.2012
Bayram BOZYEL
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan
Dengê Kurdistan