Nûçe

Sivan Perwer, êrîsên li ser hunermendan sermezar kir

Huner mijar, mebest û asta bêsînor e. Ne mal û milkê ti kes, çi rêketin, partî, siyaset û çi grubê ye. Wek Romeo û Julien, wek Hamlet, wek Ferhad û Sirîn, wek Mem û Zîn wek Kirîvê, Xezalê, Helebçe û çend û çend.

Di sîstem û saziyên demokratîk de huner û hunermend , nivîs û nivîskar, rewsenî û rewsenbîr, rojname û rojnemevan, raman û ramandar gelek azad, serbixwe û rêçenasin. Ji ber afirenderî, lekolîn û çandewariyê grup, gel û netewe ta milletên Cîhanê xwe hevcedarî wan dibînin. Ji bo vê yekê ye ku ji dil wan diparêzin.

Lê mixabin ji ber wan raman û tamarên sûndemayî, çavsorî, teqlît û teqlîtkariya zihniyeta sazî, sazmedî û dîktatorên Rojhilata navîn, mixabin hinek hêzen Kurd û saziyên girêdayî wan hîn çavsoriya xwe li ser hunermend, pispor û rewsenbirên Kurd dikin. Kî li gor wan nemese û pesnê wan nede halê wan yeman e.

Ez bang li gelê Kurd dikim ku li gor guhertinên Cîhanê di her warê de çawa têne guhertin, pesvebiçin û giring e ku rews li Kurdistanê jî bê guhertin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku gelê Kurd êdi vî havil û zîhniyeta ha nepejirîne û bê deng nemîne, daku gelê Kurd bi wasita huner û rewsenî li kesên xwe xwedî derkeve û di nav gelê Kurd de hezkirinek çê bibe ku êdi sêweyên demokratîk, mirovantî, rêbazî, rêçawazî û berhevî di nav me de pêk bê.

Bila hêz û rêketinê Kurd bas bizanibin ku heke ta kuderê herin ew ê mecburî li gor sert û mercên Cîhanê û mirovantiyê bêtin guhertin. Divê gele Kurd û hêzên Kurdan ji mentalîta Stalinist, Baasî û Kemalî dûrbikevin. Ma gelo ev çi elamet e, dê Kurd herdem kevnesopiya xelkê bimesînin. Vê gavê ereban bi buhara xwe dest pêkirine, lê yên me bi zihniyeta dij demokratîk, yekrengî, çavsorî, pasverû û têkçuyî hîn dimesînin. Tawanbarîya rewsenbîr û hunermendên Kurd bi nizmitî û xayîntî çawa bi hêsanî tên gotin? Ger em rejîm û sazumanên dijî demokrasî, dijî wekhevî, dijî civata rengînî sermezar dikin, divê em nesibin wan!

Nizamettin Ariç (Feqiyê Teyran) hevalekî me ye û hunermendekî kedkar e. Ji ber xebat û xizmeta hunera Kurdî zêtirî nîvê jiyana xwe ji welatê xwe dûr li der derbas kir. Ger dixwaze li gel hevalên xwe yên hunermend grupa, ya komele ya studyo yan her çi awayê xebatê hewce be, mafê wi ye, yê kesên di ne û li gor derfet û bireweriya xwe giring e hemû hêz û partiyên Kurdan pistevaniya xizmetek weha bihêle û binirxîne.
Ma gelo, hawar û haho ev çi rezalet e bi serê gelê Kurd de hatiye. Ma gelê Kurd bo serok û partiyan hatiye rûyê dinyayê? Ma pesketinên mirovantiyê wek tolerans, rengînî, rêzgirtina bo ramanên cuda ta kîngê ê bikeve nav civaka me? Gelo çawa yekitîya gelê me berpê dibe?

Netirse birayê min netrirse Nizamettin! Mafê te jî heye û yên kesên din heye ji bo xizmetê. Mafê kesekî nîne ku te û hunermendên Kurd bitirsîne, bi ixanet û hayîntiyê tawanbar bike.

Sivan Perwer
Bonn, 29.01.2012

Dengê Kurdistan

Back to top button