Nûçe

HEYETA PARTIYA MAF Û AZADIYAN SERDANA WEZARETA SAREDARI A HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ KIR

Serdanên Basûrê Kurdistanê berdewam in. Roja Pêncsemê, Heyeta Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR bi seroktiya Serokê Gistî, Latîf Epozdemîr serdana wezareta Saredarîya hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Di heyeta HAK-PARê de Zana Sezen (Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Pasa Akdoxan (Cîgirê Serokê Gistî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kus (Serokê saxa Bursayê), û Ebdullah Oflas (endamê rêxistina Hewlêr) cih girtibun.

Wezîrê Saredariyê Sasan Ewnî pêswaziya sandeya HAK-PARê kir û guftûgo li ser kar û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybeti karûbarên wezareta Saredarîyê hate kirin û herduk alîyan bal kisand ser giringîya xurtkirina pêwendîyên dostane. Sasan Ewnî li ser karesata lehiyê jî qala bêxemiya Hikûmeta Iraqê kir û got, ‘Hikumeta merkezî a Iraqê ji bo avadankirina Kurdistanê cehdeke berçev û dilsoz nake ku Kurdistan bi demeke kûrt avadan bibe, jîyaneke xwestir were honandin. Lê Iraq her carê bi milyon dolaran yarmetî disîne Filîstînê. Bo nimûne berî çendek lehîyeke mezin li dorberê Hewlêrê pêk hat ku 12 kes mirin û hevwelatî nêzik bi 35 milyaran ketine xesarê. Hikûmeta Iraqê li ser vê bûyera Hewlêrê pereyekî gelekî hindik (2 milyar dînar) ji Kurdistanê re sand. Lê ev xesara vê karesatê ji alîyê hikumeta herêm û xelkê navçe ve hate çareser kirin.’

Serokê Gistîyê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir. Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de got: ‘Vaye 80 sale dengdêrên (helbijêr) Kurd di hilbijartinan de denge xwe didin wan partîyan ku nexêrxwaz in. Lazime ev rewsa dengdêrên Kurd yên li Bakur were gûhertin. Kurd divê denge xwe bidin partîyeke milli û Kurdewar. Em vî kare gelek giring digrin. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîsaneke neteweyî de kom bike.’

Wezîrê Saredariyê Sasan Ewnî ji bo xebata amadehiya çêbûyîna navnîsaneke milli ji bo besdarîya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest. Herduk alî bi dilgermî hestên xweyê beramber bi parastina statûya sîyasî a rewaya herêma Kurdistanê peskes kirin.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR bi xatirxwestinê bi dawî hat.

NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button