Nûçe

HAK-PARê li Amedê namzetên xwe da nasandin

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê, li Amedê, di salona Otêl Lîluz da bi besdarîya Serokê Gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay, namzetên xwe yê saredariyên Amed û Herêma Bakûrê Kurdistanê bi merasîmek da nasandin.

Kemal Burkay bi vê mebestê axaftinek bi Kurdî û Tirkî kir û da zanîn ku ew jî, wek hemû partiyên din, ji bo dengê xwe bidin bihîstin û partiya xwe bidin nasandin, her usa jî, ji bo netîceyeke bas bistînin tevlî hilbijartinên herêmî dibin.

Burkay, di axaftina xwe da got: ‘Eger partiyek hehcedarî pê hebe derdikeve warê sîyasetê. Eger ew parti siyaseteke gor dil û daxwazên gel bi rêva bibe, mezin dibe û rola xwe dilîze. Lê partiyeke mezin jî ger gor daxwazên gel kar neke di zeman da dihele û winda dibe. HAK-PAR partiyeke gor dil û daxwaza gel e. Ji ber ku HAK-PAR berî hertistî çareseriya pirsa Kurd dixwaze li ser esasê wekheviyê. Ev jî feederalî ye. Her usa em dibêjin Kurdî bibe zimanê fermî digel Tirkî. Ji dibistanê heya zanîngehê Kurd bikaribin bi zimanê xwe perwerde bin. Kurd herêma xwe bi destê xwe îdare bikin. Meclis û hukumeta wan ê herêmî hebe. Di nav wan 25 partiyên ku dikevin hilbijartinê tenê HAK-PAR e ku çareseriyeke han dixwaze.’

Burkay, her usa got: ‘Em digel pirsa Kurd, çareseriya pirsa Elewîyan jî dixwazin. Elewîyan jî gelek zulim dîtine. Divê heqên wan jî bê nasîn û herkesek çi Misilman, sunî û Elewî, çi Xiristîyan, Mûsewî û Êzdî di bîr û baweriya xwe da azad be, zulm û neheqî nebîne.’

Burkay got: ‘Em wek HAK-PAR her usa jî demokrasiyeke fireh dixwazin, mafê jinan û xebatkaran diparêzin, em li gel parastina dor-ber û jîngehê ne. Di îdara herêmî da jî daxwaz û pêsniyarên me gor dilê gel e. Emê ji bo bajarên nûjen û delal kar bikin. Ev tist, ango azadî, asitî, demokratî û bajar û gundên delal hemû wek zincîrekî bi hevra girêdayî ne. Bi vî awayî mirov bextewar dibin. Bona vê yekê HAK-PAR partiyek gor dilê gel e û di vê hilbijartinê da dengê gel û pistgiriya gel dixwaze.’

Burkay di axaftina xwe da her usa gazî heval û dostên HAK-PARê kir ku bi dil û can, mil bi mil kar bikin, deng û daxwazên Partiyê bidin bihîstin.

Burkay pistre endamên ji bo serokatiyên saredariyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê, Amed, Van, Batman, Mêrdîn, Enteb, Ruha, Meletye, Elazîz û yên dinê yek bi yek da nasîn.

Ji bo saredariya Amedê wek namzet Sevgî Moray hat destnîsankirin. Moray jî di merasîmê de axaftinek kurt kir û da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsa kurd pirsên heyî pistgiriya gelê Amedê xwest.

Sevgî Morayê daxwaza pistgiriyê ji gelê Amedê kir û weha dawî li axaftina xwe anî; ‘Werin em dest bidin hev daku bikaribin bextresiya xwe bighurînin. Werin em mil bidin hev daku bikaribin saredariyeke adil ku ji hemû çînên civakê re di heman nîzîgiyê de ye, saz bikin.’

HAK-PAR
Buroya Çepemenî

18 Çileyê Pasîn 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button