Nûçe

Salvegera 68-mîn ya Komara Mehabadê li Stokholmê hat pîrozkirin

Dengê Kurdistan – STOCKHOLM / Salvegera 68-mîn ya Komara Kurdistanê (Mehabad) li Stokholmê bi sahiyeke mezin hat pîrozkirin. Ahenga pîrozkirina salvegera 2-yê Rêberdanê wek hersal ji alî Komiteya Hevkarî ya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê, bi alîkariya Hizbî Demokrat a Kurdistana Îran hat çêkirin. Bi hezaran kurdên Swêdê besdarî sahiyê bûn.

Bernameya sahiyê bi xwendina sirûda ”Ey Reqîb’ û rawestina deqîqeyek ji bo rêzgirtina sehîdan dest pê kir. Dû re gotara Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komiteya Hevkarî, Federasyona Komeleyên Kurdistan hatin xwendin. Gelek rêxistin û saziyên kurd bi besdarî kirin. Komkar-Swêd, Komciwan, PSK û Komîteya Pistgiriya HAK-PARê jî besdar bûn û pîrozneme pêskêsî Komîteya Amadekar kirin. Vê carê jî gelek nunerê partiyên swêdî amade bûn û gotar xwendin û pisgiriya xwe ji bo doza azadiya gelê Kurd nîsan dan.

Di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de, ciwanên Yekitîya Ciwanên Hizbî Demokrat bi sanoyekê darvekirina ciwanên kurd ku ji alî rejima Cumhûrî Îslamî ya Îranê ya xwînmij û kevneperest li Rojhilat de, nîsan dan. Di pêskêskirina sanoyê de muzîka Sivan Perwer û Aynûr Dogan wek fon hat xebitandin. Sanoya ciwanan tesîreke mezin li ser temasevanan hîst. Di berdewamiya ahengê da hunermendên kurd ên hezkirî Naser Rezazî û Hesen Serîf demeke xwes dan derbaskirin. Besdaran heta derengê sevê li ber stran û muzîka herdu hunermendan govend gerandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button