Nûçe

Hejmara kustî û birîndaran gehiste 68 kesan

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê ragehand ku di bûyera îro de heta niha 62 kes birîndar bûne û 6 kesan jî canê xwe ji dest daye. Herwiha tekez kir ku hîç ambulanseke Wezareta Tendirustiyê nehatiye teqandin, lê sofêrekî ambûlansekê birhindar bûye.

Derbarê hejmara qurbaniyên teqînên îro yên li bajarê Hewlêrê de Wezîrê Tendirustî yê Kurdistanê Dr. Rêkewt Mihemed Resîd agahî dan çapemeniyê û got: ”Heta niha 62 birîndar bo her du nexwesxaneyên acîl a Rojava û Rojhilatê Hewlêrê hatine veguhestin lê rewsa 5’an ji wan ne gelekî bas e. Herwiha 6 hevwelatiyan jî canê xwe ji dest daye.”

Dr. Rêkewt da zanîn ku piraniya qurbaniyan ser bi hêzên navxwe, asayîs û hinek jî karmendên agirvemirandinê ne.

Îro pistî nîvro (29.09.2013) li ber baregahê Wezareta Navxwe û Asayîsa Gistî ya Hewlêrê du otomobîl hatin teqandin û li gor hinek çavkaniyan yek ji wan otomobîlan ambulans bûye û ya din jî KIA bûye. Herwiha hat ragehandin ku du xwekuj jî berî ku xwe biteqînin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kustin.

Di wan teqînan de heta niha 62 kes birîndar bûne û 6 kesan jî canê xwe ji dest dan. Piraniya qurbaniyan jî ser bi hêzên navxwe û asayîsê ne. Niha rewsa 5 birîndaran nebas e û metirsî heye hejmara kustiyan zêde bibe.

Pistî teqînan jî hemû bazgehên bajarê Hewlêrê hatin girtin û ketina nav bajêr hat qedexekirin. Niha ew otomobîlên ku tên nav bajêr jî di bin kontroleke dijwar re derbas dibin heta ku dikarin derbasî nav bajêr bibin. Ji aliyekî din ve jî hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê jî ketin amadebasiyê.

BasNews (Hewlêr)

Dengê Kurdistan

Back to top button