Nûçe

Hevdîtinên HAK-PARê li Payitextê Kurdistana Federal Hewlêrê berdewam in

Êvara 28ê Îlonê Sekriterê Partiya Pêsverû a Demokrat ên Kurdên Sûrî (PDPKS) Hemît Dewrês û Sekriterê Partiya Sosyalist a Kurdistan Mesut Tek hatin dîtina Burkay û hevalên dinê. Bi hevra danistin û li ser bûyerên rojane sohbet kirin.

Birêz Dewrês her usa jî Serokê Komîta Pêvendîyên Der ê Encumena Netewî yê Kurdên Sûriyê (ENKS) ye. Birêz Dewrês got wan û mixalefeta Sûrî li hev kiriye li ser hin esasên girîng. Yek jê ev e ku nasnama Kurdan di destûra teze da bê naskirin. Her usa Kurdên ku di salên berê da bi destê rejîmê ji cî û warên xwe hatine dûrxistin û erdê wan ji wan hatiye stendin, wê bikaribin vegerin ser axa xwe. Her usa jî pistî çûna rejîma heyî Kurd bikaribin di herêma xwe da îdara xwe bi destê xwe rêva bibin, gor tercîha xwe.

Buroya Çapemeniyê yê HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button