Nivîsar

Hem bikuje hem jî xwe biparêze!!?

Hita dengê gel li hemberê van resekujîyên ku bi destê PKK’ê ve têne kirin bilind nebe, Kurd û Kurdistan rizgar nabe.

Her carekê komeke mirovên welatperwer û Kurd wê bikujin û di ser da beyanekê diden-ne hergav-, dibêjine gelê Kurd me biburînin.

Duhu li Batman û Sêrtê, îro dîsan li Batmanê.

Ez wek kurdek vê resekujîya we naborim. Ez wan destên kû bi xwîna law û xortên Kurd sor bûne, paqij nabînim.

Ez vê kiryara we teroreke kor û hov dibînim.

Bes e lulîyên van çekên xwe ji ser jîyana mirovên Kurd û civata azadîxwaze Kurdistanê rakin.

We dema ku li Batmanê 4 kadirên kurdperwer û her wusa alîgirên we bûn, kustin, roja dinê we behîyên wana girtin û lêborîn ji wana xwastin.

Her ew sanogerîya xwe we li Sertê jî kir.

Axir ez çi bibêjime we, qebehet û tawan ne ya we ye, wexta ku gel ber û singê we girtiba we jî nediwêra wan resekujîyan bikin.

Dema ku gelê me li hember van kiryarana û bê berpirsatîya PKK’ê da dengê xwe bilind kiriba û li hember da helwêseteke camêrana kiriban, îro ewan jî wusa bi nermî xwe ji nav bûyeran nedikêsan.

Dema ku bûyara Batmanê rûda, PKK 4 kadirên kurperwer kustin, yêk jî binemalê wan cangorîyan bi telefonê ji min pirsî, “gelo PKK wê sizayê bide wan kesên ku ev terorê kirine? Ji ber ku gotine me biburin û em wan kesên ku ev kare kirine destgîr bikin.’

Min di bersîva wan da got: Ne xêr tistekê jî nakin û PKK rast nabêje.

Li sêrtê jî, her ew kiryar kirin û vêcarê 4 qîzên kurdperwer teror kirin.

Roja dinê hemû bi vêkra çone behiyan û serxwesîya wana danîn.

Her wusa lêborîn jî gelê Kurd xwastin.

Li Anqerê, li Amedê li gelek cihên dinê yê bajêrên Metrepolê û Kurdistanê bi navê TAK û TîK xwîna xelkê bê bervan û sivîl dirêjin.

Navê vê bi askirayê xunrêj îye, tero re.

Li pi sta vê meselê hizra hov û dijî mafê jîyana mirov û azadîyên taqe kesî û demokrasîyê heye.

her wek Polpotîzma Kamboçyayê.

Belê hizra wan û serokatî û taktîk û sitratejîya wana her wek ya polpatan e.

Vê hizra totalîter û ne demokratîk welatê xwe Kamboçya û gelê xwe perîsan kirin.

Li dijî kiryar û hizra wusa dibê dengê gel bilind bibe. Her çiqas dengê lome û gazindên xelkê kêm be jî bilind dibe.

Bi salan e PSK û welatparêzên Kurdistanê evê belayê destnîsan dikin û ji gelê xwe ra bê tirs rastîya heyî destnîsan dikin.

Serokê Sehredarîya bajêrê Sêrtê Selîm Sadak gazinda dike û vê kiryarê qebul nake. Her wusa daxwaza bê deng kirina çekan dike ji PKK ê dewletê û her wusa dibêje dibê parlemanter herine parlamanê.

Bi kurtî ew jî hevdeng dibe tev helwêsta rêzdar Kemal Burkay.

Bi salan e hewara ku em bi dengê bilind dikin, di nava refên PKK ê da jî dilive.

Ev nîsaneke bas e.

Eger ev deng xwe bilind neke, PKK û destên tarî wê her bi ya xwe bikin.

Dibê çawa ku em li dijî sîyaseta dewleta kur û ne kur ya dagirkerê Kurdistanê helwêst digirin û li hember da berxwe didin. Dibê em jî li dijî kiryarên PKKê yên ne demokratîk û dijî kurdewerî û dijî mafê mirov û azadîya Kurdistanê helwêst bigirin.

Li cihê evê ku Qarayilan daxwazîya jêborînê ji gelê Kurd bike, bila destê xwe danine ser wujdana xwe û ji xwe bipirsin gelo ew ji kê ra kar û xizmetê dikin? Ji ber ku serê çekdarî zerer û zîyaneke mezin didene doza Kurdistanê.

Bila wek camêran îrada xwe bêxine nava destê xwe û nebine leyîstokên der û doran.

Aha wî demî konfirans û kongirên netewî bersîvderî rastîya dibe.

Bi kurtî hedî bes e, PKK bila bes xwîna kesên bêbervanê Kurd birêje.

PKK bi çekan xizmeta netewa kurd nake, berevajî ew bi van kiryarana kevtîyê xizmeta Ergenekoncîyan.

Hun nikarin bi du gotina, xwe ji wan kiryarên xwe yên kirêt û ne mirovî xilas bikin.

Dibê rosenbîrên kurd, li hemberî vê hoviya PKK’ê da helwêst bigirin û berokên wana bernedin.

Bes xwîna qiz û xortên bêberevan birêjin.

Bes e teror û resekujî.

Bes e serhiskî û zoremilî.

Dîrok û gel wê demekî nezîk da ber û singê we bigire, evê ji we ra na çe serî.

Ev rêka we daye pêsya xwe ne rêka rizgarîya gel û welat e.

Li xwe vegerin.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button