Nûçe
Hevdîtina Avdilhemît Hecî Dewrês û Kemal Burkay

Sekriterê Partîya Demokrat a Pêsverû ya Kurdên Sûrîyê, Avdilhemîd Hecî Dewrês, tevî Dr. Behzad Îbrahîm û çend hevalên xwe yên dinê, 21ê Sibatê, roja sêsemê li Îstembolê, hat dîtina heval û dostê xwe yê salan, Kemal Burkay.
Hevdîtina herdu siyasetmedarên Kurd li navenda HAK-PARê ya Kadikoyê da pêk hat. Evdilhemîd Hecî Dewrês çend roj berê ji bo civîneke mixelefeta Sûrîyê çûbû Misrê û ji wir vegeriyabû Îstembolê. Wî li ser rewsa Sûrîyê û civîna Misrê agahdarî da Burkay û herdu rispî û sîyasetmedarên Kurd li ser pirs û problemên dawî sohbet kirin.
Avdilhemîd Hecî Dewrês ji Îstembolê jî wê biçe Silêmanîyê, Kurdistana Basûr.
21 Sibat 2012
Dem Nû- Îstembol
Dengê Kurdistan