Nûçe

Hevkarî hevdîtinek li Brukselê ligel nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropa pêkanî

Sandeke partiyên kurdistanê (Hevkarî) ku pêkhatibû ji berêzan Fetah Tîmar û Zêwer Eslan û Rêzan Sêxmûs û Elî polat û Toran Dimkol”, roja dusemê 11’ê êlûna 2017, hevdîtinek ligel berêz Dîlawer Ackahî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropî li sareya nûnertiyê li Birukselê kirin.
Ku ev hevdîtin hat pistî derbasbûna rojekî ji girêdana kongirê gistî yê Hevkariya Partiyên Kurdistanê, lewra mijara kongir yek ji giringtirîn mijara gengese li ser hate kirin tevî gengesekirina gelek mijarên din yên giring û nemaze mijara ‚’Rêfrandûma serxwebûna Kurdistanê” ya ku li 25’ê heyva êlûnê bête encamdan û giringiya hemahengiyê di navbera nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê û Hevkariyê de di çalakiyên diblomasî û cemewarî de yên bêne lidarxistin li pês û li pas rêfrandomê ji bo pistgiriya gelê kurd li basûrê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.
Herwiha mijara vîza û hasankariyên pêwîst yên bêne pêskêskirin ji aliyê konsilxaneyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo penaberên kurd li Ewropa hat gengese kirin ji ber ku herêma kurdistanê niha take dergehe ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê, û ji aliyê xwe ve, berêz Dîlawer pîteyek mezin da vê mijarê û tekez kir ku ew sercem hasankariyên pêwîst pêskês bike ji bo gelê kurd yê rojavayê Kurdistanê.
Hêjayê gotinê ye ku hevdîtin di keseke bas û erênî de derbas bû û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariya xwe bo her hemahengiyekî di berjewendiya gelê kurd yên herçar parçeyên Kurdistanê û doza wê ya rewa nîsan da.

Dengê Kurdistan

Back to top button