Li Stockholmê festîvala pistgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr çêbû

Roja 16ê îlonê li paytextê Swêdê li Stockholmê xwepêsandana pistgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr çêbû. Bi hezaran kurd li meyadana mezin Medborgarplatsen kombûn, alayên Kurdistanê libakirin, govend gerandin, slogan û durûsên neteweyî qîrîyan. Di bernameya festîvalê de programeke çandî ya dewlemend hat pêskêskirin. Gelek hunermendên Kurd ên hezkirî bi stran û muzika kurdî coseke mezin dan festîvalê.
Festîvalê bi xwendina ” Ey reqîb” ji alî koroyeke jinan hat destpêkirin. Gotar û pîrozname hatin xwedin. Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sores Qadir Rehem, li ser navê Komîteya HEVKARî-Swêd Alî Cuma, Serokê Federasyona Kurdan Keya Izol, parlamenterên swêdî gotar xwendin. Silavnama Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hat xwendin û bi tezahurateke mezin hat pêswazî kirin.
Bi hezaran jin û mêr, zarok, kal û pîr têda besdar bûbûn. Festival bi spasîkirina Serokê Federasyonê Keya Izol ji besdaran re gihîst dawî. Kurdên Swêdê bi besdarîyeke bilin, bi cos û serfirazî pistgirîya xwe ji bona Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr ya roja 25ê ‘ilonê nîsandan.
Dengê Kurdistan