Hevpeyvîn bi ciwanê kurd ji bin xetê bi Kawa Îbrahîm va

Röportaj: Macide Senem Çamlibel
Di roja 10.07.2012 da Encûmana Nistimanî ya Kurdî li Sûrîyeyê û Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi însîyatîfa serokê Kurdistanê Mesud Barzanî peymanek îmza kirin. Kurd wê bi hêzên çekdarî herema xwe biparêzin.
Nuha min ku wî hevpeyvînî amade dikir, pir nûçeyên balkês û xwes ji basûrê piçûk dihat. Hêzên Bisar Esad xwe ji hin cîyên Kurdistana Rojavayê piçûk para kisandîne. Kobanî, Amûd, Efrîn ketine destê Kurdan. Kurdên binxetê der û dora balafirgeha Qamislo girtine û hikumeta Sûrî nuha xelkê xwe bi çekên kîmyewî tehdît dike. Dewleta Îsraîl heta nuha dengê xwe nedikir lê pistî ku hesîya çekên kîmyewî amade kirine û wê bikar bînin, agahdarîyek di televîzyonê da dan ku welatên wana jî di bin tehdîda Bisar Esad da ye.
Kawa Îbrahîm di tekosînê da cîh girtîye û pir tistan bi çavên xwe dîtîye. Nuha li bajarê Dortmundê ji ber wan çalakîyên xwe yên welatparêzî penabirîya xwestîye û hatîye qebul kirin. Min jê pirsî ku bo xwendevanên me hin agahdarîyên ku ew dizane bide.
– Kerema xwe dikarî xwe bo xwendevanên me bidî nasînê?
Kawa: Ez Kawa Îbrahîm im, kurê Cemîl Îbrahîm. Em tên naskirin wek Mala Heso’ . Min Zanîngehê qedand li sala 2011 an da. Min ekonomî xwend. Di sala 2000 an da ez bûm endama Partîya Pêsverû. Di sala 2003 an da ez û hin ciwanên li Qamislo me kovarek derxist. Navê wê kovarê Hogir’ bû. Kovara me nîv Kurdî nîv jî Erebî bû.
Ji ber ku em xort bûn û mesele aborî bo me zehmet bû, me dor 4-5 jimara tenê derxist û wekî din em pasê sekinîn. Ji xwe em sê- çar kes bûn, hin yê wan mijûl bûn bi xwendinê û mesela jîyanê. Pist ra li Unîversîtê min karê taybet kir. Di sala 2005-2006 an da min dev ji partîyê berda.
Me li Unîversîteyê bi xortên din va bi karê ser bixwe dikir, wek kursên zimanê Kurdî me dida. Xort û ciwanên Unîversîte ya Helebê me dor 15-20 kesan fêrî zimanê Kurdî kir.
Jê pê din min unîversîteyê qedand û min dor salekî karê bo jîyana xwe dikir.
Ev bûyerên dawî çêbûn û ez nikarîbûm êdî li wira bimînim û ez mecbûr mam ji Sûrî birevim. Ji ber ku ez bimama wê min bibirana leskerîyê Sûrîyê.
– Pistî qedandina Zankoyê tu çûyî ku derê?
Kawa: Ez berê çûm li Qamislo û li wir min karê xwe yên welatparêzîyê kir.
– Leskerî çiqas didome li Sûrî?
Kawa: Berê du sal bûn, lê di vî dawîyê da bû salek û neh mehan.
– Tu ku hatî li Qamislo, serîhildanan hember Bees destpêkirî bûn an na?
Kawa: Di destpêkê da bûn. Li ba me li Qamislo hîç tistek tunne bûn. Lê tenê xwepênîsandan çêbûn. Wekî din lêxistin û tistên tund û tujî hê destpênekirî bûn.
– Xwepênîsandan li kingê destpêkir?
Kawa: Ez dixwazim çîroka destpêkirinê ji serî da bêjim.: Demostrasyon li Sûrî destpêkir pistra ketina welatê Tunisê, pistra Misir, pistra Lîbya û Yêmenê. Ew tirs hêdî hêdî li cem xelkê yên mirovên Ereb sikest. Ji ber ku mirovên Ereb di roja roj da di nav tirsek da bûn, bi tirs va dijîyan. Di mala xwe da newêrîbûn li pêsîya birayên xwe li ser hikumetê yan li ser serokê welat biaxifin. Tirs heya wê derecê hebûn. Lê pistî ku ew serokana yek-du ketin, ew tirs sikest. Lê çîrok ne ji tirsa sikestî destpêkir. Çîrok destpêkir bi zarokên Deraayê. Deraa li basûrê Samê ye.
Zarokên mektebê wek televizyon jî nîsankir, li ser dîwara mektebê dinvîsandin ‘Em dixwazin serokê me bikeve.’ Ji ber ku millet dixwaze, ev sîstema Beesê bikeve. Ew zarokana tistek nizanbûn , lê ji televîzyonê dîtîbûn. Hingê nîzama Bees wan zarokana girtin bi emrê 8-10 salî û avêtin hepsan. Neynûkê tilîyê wana kisandibûn. Çîrok ji wir destpêkir. Neynûkê wan kisandin, lêxistin, êsandin ji heya cîhê lêxistinê ji lasê wan xuya dikirin.
Ew roja roj bû ku bavê wan, xwedîyê wan, çûne cem general yan zabitên berpirsîyar gotin: ‘ Ewana zarok in, tistek fehm nakin, ewana berdin.’ Gotina wana ji wana vegerandine û bersîv dane ku ‘Jinên xwe bînin, em ji we ra zarokên nû çêkin’. Binêr çiqas pîs û bêehlaq in. Bajara Deraa jî bajarek esîrî ye. Ew gotinên ulo bo wana sermezarîyek giran e. Ew Erebana, serê xwe egalên spî dipêçînin. Kesên ku çûbûn li wir, egalên xwe danîne ser masê. Li cem Ereba tê wê manê ku Em vê gotinê ji we ra nahêlin. ‘ Çîrok ji wir destpêkir. Xelk derketin demosrasyona. Di destpêkê da xelkê Deraayê dewa zarokên xwe kirin. Pistî wî hêdî hêdî mezin bû, wek welatên din ya Ereban. Her roja înê pistî nimêjê derketin xwepênîsandan pêkanîn. Li Sûrîyê demotsrasyon qedexe bûn. Li roja roj da derkevî demostrasyonek, qedexe ye. Tu yê bêyî lêxistin, tu yê bikevî hepsa.
Demostrasyon li Sûrî di 15.03 da destpêkir. Li bajarê Deraa yê. Pasê derbasî Hamma, Humûs heta gihîste bajarên Kurdan Ev wek zincîrek bû…
Li înêya çar an pênc bû ji 15 yê meha adarê li ba bajarên Kurdan destpêkir û ewana jî dixwastin ji sîstema Beesê xilas bibin. Ji ber ku malek tunne pê neêsî ya ne.
– Sîstema Bees ji bo Kurdan çi bû?
Kawa: Di sala 1964 an da nîzama Bees, Sûrîyê xistîbû bin destê xwe. Lê di sala 1965 an da mirovek Beesî û sovenî kitêbek derxistîye û navê wî kirîye Kemera Erebî’. Di eslî da ew Kemera Erebî ji bo Kurdan derketî bû. Çi bû, em dikarin bi kurtî bêjin: Ewî dixwast milletê Kurd ji bajarê wana derxînin bi tewa bînin li beyabana( qûmistan) Sûriyê, Derê, Tedmûr cîbicî bikin. Erebên ku li wir dijîn jî bînin li erdên Kurdan da bicîh bikin. Ew Kemera Erebî ji sînore Îraqê 300 km destpêdike 10-15 km. jî beyna Tirkîyê û Kurdistana Sûrîyê dirêj dibe. Yanî ji Dêrika Hemko destpêdike ev Kemera Erebî heya dighêje Dirbesîyê dibe.
Ewana dixwastin beyna Kurdistana Bakûr û Basûr ereban cî bi cî bikin, peywendîyên me Kurdan qûtbikin.
Lê ew proje pêk nehat. Lê tesîra wî hin pêkhatin. Sedî sed nizanim çima pêknehat lê dîsa jî qasî 4.000 malên Ereb anîn û danîne li bajarên me Kurdan. Ji me Kurdan erdên me yên kêrhatî hildan û dan wan Ereban bo ziraatê. Ji gelek Kurdan nasnamên wana hildan û ewana bûn ecnebî. Kurd wek penabir bûn li ser erdên xwe.
– Kurd dikarin di karê hikûmî de kar bikin?
Nuha ez nimunek bidim. Nuha min zanîngehê qedand. Ji bo ez kar bikim, gerek ez Beesî bim. Eger ez Beesî bim, rê li pêsîya min vedikin. Eger ez ne Beesî bim jî dikarim kar bikim, lê ji sedî 25. Lê wextê ez Beesî bim ji sedî 50, wexta ez Beesî û Ereb bim dibe ji sedî 90. Lê wextê ez Elewî bim ji sedî 100 ez dikarim kar bikim û bighêjim li dereceyek bilind.
Tistek din jî heye, tu dikarî pere bidî dewletê, kar didin lê mudir bûyîn tenê heqqê Ereba ne.Mirov dikare paye bilind bibe, eger mirov Ereb, Elewî û Beesî bibe.
– Mektebên we ya Erebî ne, perwerde bûyîn bi zimanê Erebî ye?
Kawa: Mekteb û zimanê mektebê bi Erebî ne. Zimanê Kurdî qedexeye . Me bi dizî li malan da Kurdî didan. Eger em hatûbana girtin jî emê biketana zîndanan û li me bixistana jî. Divê ji ber wê yekê bi dizî çêkirana.
– Em dîsa bênê li ser xwepênîsandanan. Li kingê ba we li bajarên Kurdan demosrasyon destpêkirin?
Kawa: Wek min gotî , pistî ku li bajarên Ereban destpêkir, çar-pênc hefte pasê li ba me jî çêbûn. Xortên Kurdan bi ser xwe derketin, ne partî. Ewana navê xwe ‘Yekitîya hevrêzan’ danîbûn li Qamislo. Hevrêzek çêkirin, yanî xort xwe dan ba hev. Hevrêza Samê, Helebê, Qamislo, Humisê, Deraayê çêbûn. Ev hevrêz tev li înternetê jî hevdu dîtin. Ev hevrêzan ne girêdayî partîyan bûn. Bi ser xwe bûn, ser înternetê jî hevdîtin bi taybet li ser Skyp. Ji ber ku hacker nikarîbûn bikevin Skypê û her tistî xirab bikin, programek bas bû. Ev program berfireh e û informasiyona nade derva. Gotarên kesan li ser vî programê belav dibûn.
– Di wan Koman da Kurd û Ereb tev hev dixebitîn?
Kawa: Di bajarên Kurdan da tenê cîwanên Kurd di wan hevrêzan da kardikirin. Li bajarên din da eger Kurd hebûna gel xortên Ereban ra tev dixebitîn.
– Ew hevrêzana çawa dixebitin?
Kawa: Di demosrasyonan da kar dabes dibin.
Her xortek karek wî heye. Sevek berê hin xort caw tînin, ser dinivîsînin, alan çêdikin û bi dizî dibin di mala xwe da vedisêrin. Nêzikê demosrasyonan al û cawan ser nivîsandî tînin û di demosrasyonan da vedikin.
Kesên ku di xwepênîsandanan da wêneyan diksînin, him wêne û him jî video diksînin cûda ye. Wêneyê zindî ji Qamislo û ji bajarên din hemû ew xortana diksînin û disînin Televizyonan. Bo wêneyên zindî karek mezin tê çêkirin. Ew video tê girtin. Hevrêzên Kurdî henin di ser You tu be, ewana ewî peya dikin. Xortên ku bazdane ji Sûrî çûne Tirkîyê a nuha li Îstanbolê dixebitin. Ez destê wan maç dikim. Ji ber ku karek pîroz dikin. Li sev û roj xew ji wana ra tunne, ji Samê, ji Helebê, ji Humsê, ji her derê wêne dihatin û ewana disînin televîzyonên dinyayê û wexta video zindî be, ji kamerayê yek ser diksînin cem xwe û disînin her derê.
– Tirk deng nakin, nabêjin hûn çima dikin?
Kawa: Tirk nuha rê vedikin. Carcaran wextê ku ez li Îstanbolê bûm, hinek Kurd ji hevalên me girtin. Pasê dengê xwe birîn û îzin dan. Ez pasê derbasî Dîyarbekirê bûm.
Di meselê teknolojîyê da karek din heye. Xort henin yek ji wan Kurd e jî. Ji meqerên leskeran înformasyon disandin. Berê seva demosrasyonan berpirsîyar ji wan xortan agahdar dibû kîjan meqer vala an jî li ku derê lesker disekinin. Besdaran diçûn di wan cîhên vala da xwepêsandan çêdikirin.
– Bas e Partîyên Kurdan li wê demê çi dikirin?
Kawa: Di destpêkê da partî ne digotin na ne jî erê. Gumana min ew helwesta pir bas bû. Ji xwe wek mirovên Sûrî em dizanibûn ew sîstema Beesî çawa ye. Wê serêsîya xwe tenê li derekî nîsan bidaya. Yanî em dizanîbûn yan li Humsê yan li Deraayê hin tist biteqe. Ji kustina bêtir hin tistan bikin û kesan bi vî avayî bitirsînin. Ji ber vê yekê jî partî îzna xwe nedidan, wulo kirin ku xwe û millet biparêzin. Yanî waxtê sibê Bees bên û partîyan ra bêjin, çima xort derdikevin. Partî wê bêjin , walle ne me ji wan ra gotiye, ewana bi serê xwe derketine. Me plan û program bo vî tistî danenîye.
Ji ber ku sistema Bees ditirsiya ku kustinek li bajarên Kurdan pêkbê, hemû parçên Kurdistanê da dijî wî serêsîyek mezin derkeve. Ji ber vê yekê tund û tûjî ji li ba me nebû.
– Di dervayî welat komê ciwanan yên Kurdan henin an na?
Di dervayî welat xortên wan hevrêzan hene. Pirê wan li Tirkîye ne. Ji ber ku yên karên ku li nav welat dikin cara pêsîn wana ra disînin, ewana jî belavê dinyayê dikin. Helbet Kurd piranî disînine yên Kurdan ereb jî disinin yên ereban.
– Peywendîyên te nuha di wan hevrêzan ra heye an na?
Peyvendiyen min her berdewam e le kar nakim. Ji ber ku ez hin nu hatime. Bi karê penabirîyê ve mijûl im.
– Artêsa Azad ya Sûrî kê nin?
Kawa: Ew Mirovên Ji leskerên Beesê veqetîyane û artêsa azad avakirine..
-Hêza wana bi çi pêk tê? Kê pistgirîya wana dike?
Pistgirîya wan dibe ku ji hin welatê Ereb hebe û ji Turkiye jî dibe ku pist girti hebe..
– Encumana Nistimanî ya Sûrî kêne?
Kawa: Encumana Nistimana Sûrî ji Encumana Nistimana Kurdî û partîya birayê misilman û mirovên Ereb yên ser bi xwe pêk tên .. Lê carcaran ne wekhevî di nêrînan da çêdibe, wek a nuha. Kurd di dema talî da xwe ji encumana nistimanî kisandin. Ji ber hinek pêsniyar û daxwazên wana pêkanînê.
– Bas e. Encumena Nistimanî ya Kurd û ya ser bi Pkk ê (PYD) li Hewlerê li hev hatin. Nuha rewsa Kurd çawa ne?
Ew karek gelek bas e. Eger ew peyman bi rasti û dilsozî ji alîyê Kurdan bête cî bi cî kirin. Ez bawer im gelek destketiyên mezin di mala me da peyda bibe.
– Encumana Nistimanî ya Sûrî, serokê wana kê ye?
Kawa: Abdulbasud Seyda ye. Serokatîya wî cepheyê her sê mahan tê guhartin. Berê yekî Ereb bû. Wextek hilbijartin çêkirin û Ebdulbesud Seyda kirin serok.
– Bas e serketin nêzik e an wê dur û dirêj bike gor dîtina te?
Kawa: Wan rojên dawî teqînek li Samê bû. Gavek pir bas bû. Sê mirovên mezin mirin. Yek serokvezîrî leskerî bû, yên din serokvezîrê hundirê Sûrî bû. Yê sisê ya jî alîkarê serokvezîrê leskerî bû. Ji malbata Besar bûn. Him jî ji malbata Besar bû. Ew bombeya Samê gelek gavan kêmtir kir. Ji bo xebata ev soresa li Sûrî.
Besar Esad di sîstema xwe da rojên wî hindik mane, him wê zû bikeve û wê bikeve him jî sedî sed. Ji ber millet bixwaze û ber xwe bide, dijî neheqîyan derkeve, pêk dê. Millet xwîna xwe daye û vî sîstemê bixîne.
– Daxwazên Kurdan çi nin?
Kawa: Ev sîstem bi seroktîya Besar Esad zû bikeve. Ji ber em Kurd ne bi kustinê re ne, çi Kurd be, çi Ereb be, kustinek zarokek be jî, me diêsîne. Em bi hêvî ne zûtir ev sîstem bikeve, kustin li cem me li bajarên me tunne be jî, gelek hevalên min henin, Kurd henin li zîndanan da ne. Em hêvîdar in ku Sûrîye bi nêrînên nû, bi aqilên vekirî û demokratîk sîstemek nû çêbike. Kurd, Ereb, Elewî, Sunnî, Asûrî û her wekî din cîhê xwe di sîstemek nû da wekhev bibînin. Ez hêvî me pêseroja Kurdên Sûrî wê bastir bibe..
Ez hêvî me, ew erdê me Kurdan yê ku dane Ereban bi awakî nerm û bê serêsî ji me ra vegerînin. Em wek milete duwemîn divê em xwe bi xwe idare bikin. Wek Kurdistan Basûr an otonomîyek rêk û pêk.
Êdî dewra diktatora ne nav me ne jî seranserê cîhanê da maye. Pêwist e Kurd wek gelek 40 mîlyonê pirtir bighîjin heq û mafên xwe yen rewa. Gor min îro Kurdistana rojava gavek bi aqilane bavêje, Kurdistana mezin jî wê pey bê.
Gelek sipas xortê delal. Her serketî bî.
Dengê Kurdistan