Heyeta HAK-PARê li ba Serokê Kurdistanê

Heyeta HAK-PARê di bin serokatiya Serokê Gistî Kemal Burkay da îro (26ê Îlonê, roja pêsemê) Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Serê Res ziyaret kir. Di heyetê da endamên Saziya Serokatiyê Fehmi Demir, Bayram Bozyal, Resit deli û M.Celal baykara jî amade bûn. Heyetê qasî saatekê bi birêz Barzanî ra li ser babetên ku di rojeva siyaseta Kurdan da ne guftûgo kir. Li gel birêz Mesûd Barzani, Endamê Defterê Sîyasî ya PDK û Serokê Eleqetê birêz Dr. Kemal Kerkukî û Nûnerê PDK yê Enqere Birêz Ömer Mîranî jî di vê civînê da amade bûn.
Burkay bi navê HAK-PARê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pîroz kir ji bo hilbijartina dawî. Burkay got: ‘Herêma Kurdistanê hilbijartineke demokratik çêkir. Di hilbijartinê da hemû partiyên heyi besdar bûn û ew bi aramî derbaz bû. Ew ji bo herêma Kurdistana Federal, her usa jî bo cenabê we û bo hemû Kurdan serkevtinek e; her usa jî nimûneyeke delal e di warê demokratîyê da ji bo hemû welatên herêmê.’
Pistra gotin hate ser rewsa Tirkiyê û Kurdistana Bakur, hilbijartina sala pêsî û kar û xebatên ku ji bo asitî û demokratiyê têne kirin. Burkay û hevalên xwe di derhaqa vê yekê da agahî dan. Her usa jî di derheqa rewsa rojava û Kongra Netewî da axaftin çêbû. Herdu alîyan li ser van pirsan raya xwe eskere kirin, giranbuhayiya sekinandina ser û çareseriya pirsan nîsan dan.
Hevdîtin bi awayekî dostane û birayetî derbaz bû.
Serlêdanên heyeta HAK-PARê berdewam e. Roja semîyê jî Burkay û hevalên xwe dê Defterê Siyasî yê Partî Demokratî Kurdistan (Iraq) ziyaret bikin.
26 îlon-Hewlêr
Buroya Çapemeniyê yê HAK-PARê
Dengê Kurdistan