Nûçe

Pêsangeha Pirtûkên ji bo zarokan

Bisarê Zeynê

Komela „Hevaltîya elman û kurdan’ ya Bottrop û „Yekitîya Mamostên Kurd’ di 22.09.2013 an da, li bajarê Bottrop/Almanya pêsangeha pirtûkên ji bo zarokan hate pêkanîn. Pêsangehê bi deqîqeyek bi bîranîna rêzgirtînî ji bo hemû sehîdên Kurdistan va dest pê kir.

Wekî berê jî hatibû eskere kirin, çalakîyê bi danasîna pirtûkekê va destpêkir. Seyîdxan Kurij pirtûka xwe ya dawîyê „Seyh Said Hareketî- Taniklarin anlatimi ile’ besdaran da nasîn. Danasîn wekî hevpeyvînekê hate mesandin. Mamoste Fettah pirsî, nivîskarê heja jî bersiv dan. Seyidxan Kurij qalê kir, ku wî çewa dest bi vê xebata qedirbilind kirîye, gel kê hevpeyvîn çêkirine, kîjan agahîyên di derheqa serhildana 1925 an, yên ku hetanî îro eskere nebûne dest xistine? Taybetîya vê xebatê ew e, ku agahî an ji kesên ku wek servan di wî serî da besdar bûne, an neferê ji wan malbatên ku di rêveberiya wê serhildanê da rola xwe leyîstibûn, an jî kesên ku bibûn sahidê berxwedana wan qehremanan, hatine girtin. Ya here balkês ew e, ku hinek qehremanên wê serhildanê, ji pistî ji alîyê dewleta kemalîs va sêdarê xistina sehîdên nemir, Sêx Said û hevalên wî, berdewamîya berxwedana servana ye. Wek nimûne: Yado, Seyh Serif, Sehdîn Telhê û gelek mêrxasên mayîn. Nivîskarê heja ji hevpeyvînên gel qîza Yado, Dilsa Xanimê, Sargeli Hecî Zülfü, Mehmet Fuat Firat, Pervîn Cemîl, Sadîn Sehsuvaroglu, Qasimê Resit, Burhanedînê Husên Efendî, Mehmûd Xêrîya, Hecî Yahya Têr, Zînê Kezûn û Mesûr Wasmûnun û hwd. hinek nimûneyên balkês anîne ser zimên. Hemû besdaran bi balkêsî guhdarî kirin û pirs û bersivan va ev hevpeyvîna dewlemendtir kirin.

Ji pistî navberê, mamostê heja Abdulkadîr Ulumaskan berê rola çîrokan di pêsta çûna hismendî û fantazîya zarokan da agahî dan. Her usa pêwistîya xwendinê taybetî jî, hê di zaroktîyê da anî ser zimên. Pasê pirtûkên xwe li besdaran dane nasîn, taybetî jî ya dawî:„Çîrokên 1001 sevan’ . Mamoste besek ji wan çîrokan wergerandîye zimanê kurdî. Wî ji pirtûka xwe, çîrokana bi navê „Sah û Sehrezad’ ji bo besdaran xwend. Besdaran ew çîroka ku bi zimanekî gelekî zelal hatiye wergerandin bi balkêsî guhdarî kirin. Di dawîyê da bi pirs, raman, pêsnîyazîyên besdaran û bersivên mamoste Abdulkadîr dan û standineka balkês anî holê.

Di pêsangehê da pirtûkên bi wêneyan va xemilî ji bo zarokên 3-6 salî, çîrokên ji bo zarokên dibistanî û mezinan, yên dersa zimanê kurdî her usa hinek romanên bi zimanê kurdî yên nivîskar Yilmaz Çamlibel, mamoste Yusuf Binici, Ereb Semo, Eskerê Boyîk hebûn. Malbatên ku tevî zarokên xwe hatibûn , pirtûk nîsanî zarokan dan û ji bo wan kirîn. Cîhê daxê ye, ku hinek zarokên ku hatibûn ji xwendinê tistek fehm nekirin, ji ber ku wan kurdî nizanibûn.

Cara yekan bû, ku li vêherêmê pêsangehake bi vî rengî, ango ji bo zarokan û dê û bavan hatibû amadekirin. Pêdivî heye, ku ev xebata wek proje berdewam bike û forma xwendinê ji bo zarokan bas bê amade kirin.

Banga me ji bo hemû malbata ew e, ku bi zarokên xwe ra zimanê kurdî baxivin, ji bo zarokan pirtûkan bixwînin, lîstikok û pirtûkên gorî temenê wan ji bo zarokên xwe bikirin. Hêjayî gotinê ye, ku malbatên besdar ji sê perçên Kurdistanê bûn.

Dengê Kurdistan

Back to top button