Heyeta HAK-PARê li Defterê Siyasi yê PDK

Serokê HAK-PARê Kemal Burkay û heyeta beramber iro (28 Îlon) dema nîvro li bajarê Selahaddîn (Pîrmam) serdana Defterê Siyasî yê Partî Demokratî Kurdistan kirin û bi Sekriterê Mekteba Siyasî Fazil Miranî û hevalên wî ra qasî saatekê danistin.
Di heyeta HAK-PARê da cîgirên Serokê Gistî Bayram Bozyel, Fehmî Demir, M.Celal Baykara û Resît Delî jî amade bûn. Di heyeta PDK da digel Fazil Mîranî, endamên Mekteba Siyasî Mahmûd Mihemmed û Kemal Kerkûkî, endamên Encumena Serkirdayetî Nazenîn Xan, Remzî Sahban û Ahmed Kanî jî hebûn.
Birêz Fazil Mîranî di destpêka civînê da xêrhatina Burkay û hevalên wî kir, pistra behsa hilbijartinên teze çêbûyî kir û got: ‘Ev hilbijartin ya herî demokratîk, rêk û pêk bû. Herêma Kurdistanê bi vê hilbijartinê êtibara xwe di dinyayê da bilind kir. Em hêvîdar in di demeke kurt da parlamen bicive û hukumeta teze ava be. Îstiqrar ji bo welatê me gelek mihîm e.’ Mîranî her usa jî di axaftina xwe da behsa pêvajoya çareserî û asitî kir ku li Tirkîyê dest pê kiriye û got: ‘Em ji ragirtina ser kêfxwes in, hêvîdar in ser bi temamî bisekine û Kurd bi riya sîyasetê bigihîjin mafên xwe.’ Mîranî her usa jî behsa pêvendîyên herdu rêxistinan, PDK û HAK-PARê kir û got: ‘Em qîmeteke bilind didin pêvendîyen herdu rêxistinan.’
Burkay jî di axaftina xwe da ji bo hilbijartina teze PDK pîroz kir û got: ‘Tecrubeyê demokratiyê ji bo Kurdan di demeke kurt da çêbû. Lê Kurdan li Herêma Kurdistana Federal nimûneyeke gelek bas nîsan dan. Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd serkevtinek e, her usa jî nimûneyeke delal e ji bo hemû welatên cîran. Xwezî Partiyên Kurd jî bikaribin li Tirkîyê, Îran û Sûriyê bi nav û bernamayên xwe bi serbesti di hilbijartinan da cî bigrin.’
Burkay pistra behsa pêvajoya teze kir û got: ‘Rawestandina ser bas e, PKK bi temamî ser bisekinîne ew hîn bastir dibe. Lê çareserîya pirsa Kurd û asitî tenê bi vê çenabe. Divê dewlet û hukumeta Tirk gavan bavêje, mefên gelê Kurd ên bingehîn nas bike û pirsa Kurd li ser esasî edlayî û wekhevîyê çareser bike.’
Herdu aliyan li ser rewsa Kurdistana Sûrî jî sekinîn û civîn bi kêfxwesî derbaz bû. Pistra bi hevra xwarina nîvro xwarin.
28 îlon 2013
HAK-PAR, Buroya Çapemenî, Hewlêr
Dengê Kurdistan