Nûçe

Hevdîtina HAK-PARê bi Hîzbî Demokratî Kurdistan

28ê Îlonê pistî nîvro Heyeta HAK-PARê, ango Kemal Burkay û hevalên xwe (cîgirên Serokê Gistî Resît Delî, M. Celal Baykara, Bayram Bozyel û Fehmî Demîr) ji Hewlêrê derbazî Koyê bûn û li wir Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran zîyaret kirin û bi germayî hatin pêswazîkirin.

Di hevdîtinê da Sekriterê HDK Mistafa Hîcrî, Cîgirê Sekriterê Gistî Hesen Serîfî, endamên Mekteba Sîyasî Mihemed Nezîf, Kerîm Perwîzî, Rostem Cîhangîrî, endamên Komîta Navendî Mehemmed Salih Qadirî û Loqman Mêhfer jî hazir bûn.

Pistî xêrhatinê Serokê HAK-PARê Burkay û hevalên xwe di derheqê bûyerên dawî li Tirkîyê û Kurdistana Bakur, bi taybetî jî di derheqê pêvajoya ‘çareserî û asitîyê’ agahî dan. Birêz Mistefa Hîcrî û hevalên xwe jî behsa rewsa Îranê kirin. Birêz Hîcrî got: ‘Rejîma Îranê naxwaze Esed ji ser hukim biçe. Zane ku pistî wê hêza xwe li Rojhilata Navîn sist dibe. Bona vê yekê bi hemû hêza xwe pistgiriya rejîmê dike.’

Herdu alîyan bi taybetî li ser pirsa Kongra Netewî sekinîn, ray û pêsniyarên xwe gotin. Raya herdu aliyan jî ew bû, da ku Kongra Netewi demekî berê bikaribe bicive û ji bo tevgera Kurd bi awayekî gistî encamekî bas bide, divê berê hertistî hemû partîyên sîyasi yên her çar parçeyan bi sîweyekî adil tê da besdar bin, bikaribin rola xwe bilîzin. Lê mixabin hin partî di komîteya amedakar da nîn in. Wek nimûne ji heft partîyên Kurdistana Bakûr tenê PKK û BDP di komîtê da ne. HAK-PAR, PSK, PDK Bakûr, KADEP û ÖSP tê da nin in. Ji Kurdistana Rojhilat PEJAK ne hatiye hilbijartin, lê hatiye tê da rûnistiye. Xuya ye PKK dixwaze bandora xwe li ser kongrê dayne û hertistî gor xwe bike. Ev yek ji pirsgirêkên esasî ye.

Hevdîtin bi germayî giha dawî û heyeta HAK-PARê vegerî Hewlêrê.

28 îlon, 2013-Koyê

Buroya Çapemenî yê HAK-PARê

Dengê Kurdistan

Back to top button