Nûçe

IKV-KOMKAR Helepçê bi bîr anî

IKV-KOMKAR, di 16.03.2012´an da li bajarê Wuppertalê ya Elmanya qetlîama Helepçê bi bîr anî. Bîranîn di saet 18.00´an da despekir.

Bîranîna Helepçê ji bo sehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê va despê kir. Pistî rêzgirtinê belgefîlmek li ser Helepçê hate nîsandan.

Rêvebirên belgefîlmê Fatîn Kanat û Necmettin Salaz in û fîlm bi Kurdî û Tirkî hatiye amade krin. Bi sê zimanan (Elmanî, Îndilizî û Tirkî) wergera filmê wek jêrenivîs di DVD de cîh digre. Di bîranînê de fîlm, bi jêrenivîsa Elmanî hat pêskêskirin. Fîlm pir bala besdaran kisand û hin kes ji ber hestiyariyê nekarîn fîlmê bi gistî temase bikin.

Pistî fîlmê besdar nêrîn û bîranînên xwe anîn ziman. Besdarên ciwan dan zanîn, ku divê bêtir kar û xebat bên kirin da ku keraseta Helepçê zêdetir bala raya gistî ya navneteweyî biksîne û di qada navneteweyî de wek jenosît bê naskirin.

Besdarên her çar perçeyên Kurdistanê bo amadekariya bîranînê xweshalî û sapsdariya xwe bo KOMKARê anîn ziman. Her weha Seroksaredarê bajarê Wuppertalê Peter Jung jî peyamek sandibû IKV-KOMKARê û dabû zanîn, ku ji ber karên xwe yên din nikare besdarî bîranînê bibe û hêvî kiribû ku civîn serketî derbas bibe.

Dengê Kurdistan

Back to top button