Nûçe

Bîranîna Helebçe li parlamentoya Danîmarqa

Federesyona Komelên Kurd li Danîmarka (FKKD) û parlamentera kurd ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Çekiç ji bo bîranîna sehîdên komkujîya Helebçe’yê di roja 16.03.2012’an de li parlamentoya Danîmarqa merasimek hevbes lidarxistin. Merasimê di seat 16.00 de dest pê kir û di seat 18.00 de jî bi dawî bû. Merasim ji alîyê Özlem Çekiç ve hat birêve birin û nêzîkî 150 kesan tê de besdar bûn.

Di merasimê de Serokê Parlamento, Mogens Lykketoft ji Partîya Sosyaldemokrat (S) û kevneserok û parlamenterê Partîya Sosyalîst a Gel (SF) Holger K. Nielsen jî besdar bûn û her yekî axaftinek li ser kurdan û rewsa kurdan û zilm û tahda ku hatîye serê gelê kurd kirin û dan dîyar kirin ku mafê gelê kurd e jî ku mafên xwe bidest bêxin û pistgirîya xwe dan dîyar kirin. Herweha qala çûyina xwe a wek heyet a ji bo Basûrê Kurdistanê berîya demekê kirin û bi kêfxwesî bahsa wan destkeftin û pêskeftinên di bin desthilatdarîya kurdan de kirin. Özlemê jî axaftinek pêskês kir û di derbarê komkujîya Helebçe de, rewsa kurdan bi gistî û di derbarê çend komkujîyên din li Kurdistanê de dîtin û nerînên xwe anîn ziman.

Serokê FKKD Adnan Agacan û çend kesên din jî li ser komkujîyên li Kurdistanê ên wek Helebçe, Serdest, Qamislo, Dêrsim, Zîlan û Singalê û hwd. axaftin kirin û ew bibîr anîn.

Çend keçên gênc jî helbest xwendin û Sores Kiliçaslan û Serhat Tas jî muzika xemgîn lêdan. Herweha videoklîpek, ku tê de li gel rojnamevanekî danîmarqî bi navê Steffen Gram hevpeyvînek hatibû kirin, li wir hat nîsandan. Steffan Gram di hevpeyvîna xwe da dîyar kirin ku ew 10 rojan pistî komkûjîya Helebçe çûbû bajarê Helebçe’yê û wahsêtek mezin bi çavê xwe dîtibû û qala wan dîmenên ku li wir dîtibûn dianî ziman.

Di merasimê de sê televizyonên kurdan, Kurdistan TV, Kurdsat û Kurdan TV amade bûn. Kurdan Tv li bajarê Kopenhagê wesana xwe dikê.

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Dengê Kurdistan

Back to top button