Nivîsar

Janr (cûre) ên Televîzyonê û rewsa televîzyonên Kurdî

Bi munasebeta 114 emîn salvegera rojnamegerîya Kurdî
Janr (cûre) ên Televîzyonê û rewsa televîzyonên Kurdî

Ev Lêkolîn li ser asasê 2 Hefteyan
(15-21.03.2012 – 02-08.04.2012) hatiye kirin.

Ev Lêkolîn ji bo Panela li ser rojnamegerîya kurdî a ku ji alîyê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û komela nivîskarên Kurd li swedê ku di roja 22 nîsanê 2012 de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi munasebeta 114 salvegera rojnamegerîya kurdî hatibû amadekirin.Di vê panelê de ez li gel Nasir Sîna bsdar bûn her weha Lorîn Berzincî jî Moderator bû. Gotara min li jêr li ser ”Janr (cûre) ên Televîzyonê û rewsa televîzyonên Kurdî” û Nasir Sîna li ser”pirsgrêkên ziman di nûçeyên televîzyonên kurdî” de

Wek tê di zanîn medya yek ji fenomenê civakî ye herî grînge. Her cuqas wek adet tê gotin li welatekî medya hukmê çaraye, Lê di rastîya xwe de di serdema nuh a ku jêre tê gotin serdema global medya êdî hukmê yekê ye.

Jibo em bikaribin rewsa medya kurdî bas têde bighên bi guman lazime em li hinek protsesên medya yê ku unîversalin û hemû welatên cihanê têde derbas dibin bi bir binin wê demê ewê rewsa medya Kurdî hin bastir bê zelal kirin.

Wek tê zanîn heger mirov li protsesa medya yê a ku li gelek welatên cihanê têde derbas diba binere mirov dikare vêya dabesî sê qonaxa bike.

Qonaxa 1-Medya Partîyan, 2-medya profesyonal, 3- medya ticarî (kommersîal).

Wek tê zanîn medya partîyan li hemû welatan roleke grîng û erênî (pozîtîv) lîstîye bi teybet li gelek welatên ku tekosîna rizgarîya netewî dane û hin didin. Medya partîyan di tekosîna rizgarîya netewî a gelan de roleke yekgirtin, motîvasyon û mobîlîzekirina civatê saz dike her weha di rojew çêkirin û di sazkirina raya gistî de roleke girîng dileyze. Wek tê zanîn îroj mirov dikarê bêje li behtirîn welatên cîhanê medya partîyan rola xwe dagirtîye û cihê xwe bêhtir dayê medya profesyonal û ticarî (kommersîal) heta mirov dikare bêje li bêhtirin welatan nuha êdî medya profesyonal jî cihê xwe daye medya kommersîal. Pistî ku li bêhtirîn welatan tekosîna rizgarîya netewî dighê armanca xwe an bi awayekî din dewlet li welatekî wek sîstem bas bi cîh dibe her çuqas medya partîyan her dimîne jî lê li teveya welat cihê medya partîyan medya profesyonal digre a ku bes berjewendîyê dewlet û welat diparêze. Bi pêsketina welatekî ji alî aborî civakî û kulturî, rê li ber medya ticarî (kommersîal) vedike û hêdî hêdî medya ticarî (kommersîal) li tevaya welat hakim dibe. Îroj em dikarin bêjin li bêhtirîn welatên ji alî teknolojî, aborî, civakî, kulturî pêsketine li welatên wan her çuqas medya partîyan û profesyonal hinek hebejî lê medya komersîal hakime, ew rojewê çê dike û raya gistî saz dike.

Di van qonaxên ku li jor me behsa wan kir ku medya tê de derbas dibe ka em li rewsa kurdistanê binerin. Li Kurdistanê rewseke teybet heye dagirkirina Kurdistane histîye heta nuha jî ku li kurdistanê medya partîyan hakim be. Medya partyan li kurdistanê roleke erênî listîye û nuha jî di leyze. Bê guman rewsa medya li her perçeyekî kurdistanê teybetmendîya xwe heye. Li Kurdistana bakur,rojhilat û rojava ji ber sebebê objektîv medya partîyan hakime û ew roleke teybet dileyzin. Li basûrê kurdistanê rewseke teybet heye û gelek glî û gazin ji wan tê kirin ku çima heta nuha li wir medya profesyonal nikare bi sazkirin û roleke serekî bileyze. Ev glî û gazin ji ber wêye ku li basûrê kurdistanê, ev 20 salin de-facto dewletek hatîye avakirin û bêhtirîn înstîtuyên dewletê û dezgehên medya hatine avakirin. Bê guman di vî 20 salî de li basûrê Kurdistanê her cuqas karên gelek bas di warê medya de hatibe kirin jî lê dikarîbû sîstemek bi hata avakirin ku Medya hereme Kurdistanê derbasî medya profesyonal biba. Her cuqas em li protsesa derbasbûna medya yê ji qonqxekê derbasî qonaxqa din li welatên chanê binerin ev qonax mirov dikare bêje dor 50 salî buye ev ji bo demên berê, lê divan 20 salên dawî de guhertinên teknolojî, aborî û kulturî ku li cîhanê çêbûne beramberî 100 salên demê kevne, dixwazim bêjim li basûrê kurdistanê ev protsesa ku li welatên din di 50 salîde bû li kurdistanê dikarî bû di van 20 salên dawîde pêk bihata. Ji ber ku bi destxistina teknolojîyê û înformasyone nuha ji demên berî hîn bêtir hesanê,

Wek tê zanîn di medya de ya herî îroj bi bandor Televîzyone emê jî di vê nivîsêde bixwazin granîyê bidin ser televîyonên Kurdî. Di derbarê televîzyone dejî emê zorê bidin pirsa Janr di televîyonan de û rewsa televîzyonên Kurdî.

Dema mirov behsa televîyonê dike yekser Janr tê bîra mirov ji ber janr û TV du tisên bi hev vene heta mirov dikare bê je Televîzyon bi xwe janr e.

Li gor qaîdak uîiversal mirov dikare janrên TV da besî seklan bske :Janrên Informasyonê (Monolog, Întervîyû û Repotaj), Janrên analîzê (Sîrove , Nerîn, munaqese, Tok Sow, Press Konferens) û Janrê wêje (Satîra, drama) her weha filmên dokument.

Di vê çarçewê de ji lêkolîna 2 heftan ev encamê li jêr derketîye.

Di encame diagramen jerin de tê diyarkirin kudi televizyonen kurdî di de hemu janr hene, lê diyare behtirin janre di televizyonen kurdi de gelek lavazin u nikarin civata kurd ji televizyonen biyani bi parezin . Ev ji rewsa temasevanen telvizyonen kurdie u ji beyana berpirsê wezareta rewsenbîri yê besê medya ê herema Kurdistanê tê diyarkirinte diyarkirin.

img align=’top’ style=’margin-bottom:6px’ alt=”” border=”0″ src=”rwdx/picture/newspicture/janr004.jpg” width=”500″ height=”380″>

Platforma Hevpar ya Mafê Mirovan (IHOP)ê di çarçoveya bernameya tekosîna bi cudaxwaziyê re li ser “nijadperestiya di çapemeniyê” de lêkolînek kir. Lêkolîn, ji aliyê mamostayê Fakulteya Ragehandinê ya Zanîngeha Enqerê Eser Koker û Ulku Doganay ve hat kirin. Lêkolîn li ser rojnameyên ku bi nijadperestiyê tên nasîn 3 rojnameyên ku li Tirkiyê herî zedê difirosin û tên xwendin ên wek Hurriyet, Zaman û Postayê û 3 rojanmeyên heremî ên wek Güneyde Imece, Yenî Balikesîr, Sonsoz hat kirin. Her 6 rojname di sala 2006 û meha yekem a sala 2007an yanî 13 mehan hat sopandin.Encamên lêkolînê jî bi pirtûkeke wek, “Em ne nijadperest in lê… Di çapemeniya nivîskî de gotinên nidapreset-cudaxwaz” ku ji 180 rupelan pêk tên hat wesandin. Ji sedî 40ê Hurriyetê, ji sedî 29ê Zamanê nijadperestî yeDi lêkolînê de hezar û 616 nuçe û nivîs hatine analîzkirin û li gor vê yekê jî di 610 nuçeyên Hurriyetê de yanî ji sedî 40, di 443 nuçe û nivîsên Rojnameya Zamanê de ji sedî 29, di 234 nuçe û nivîsên Postayê de ji sedî 15 gotin û nêrîna “nijadperest-cudaxwaz” hatiye tespîtkirin. Di lêkolînê de ligel ku rojnameya Posta zimanekî nijadperest an tuj bikartîne ji ber ku rojnameyek meleze û zedetir nûçeyên magazinê diwesîne nijadperestiya wê ligel rojnameyên din hindiktir hatîye tespitkirin. Li gor encamên lêkolînê Kurd bi gotinên wek, “teror, terorist” dher weha di nuçeyan de bi siddet û buyerên terorê ve hatin têkildarkirin.

Rûdaw 26/02/2011

Encamê lêkolînên li ser ”di medya Turkan de Nijadperestî” hatinê çêkirin ji mere dide diyarkirin ku nîvê medya Turkan nijadperestîyê li hember Kurdan dike . Evêya berya herkesî divê ji medya kurda yî ku nûça ji medya Turkî dîrekt verdigerînin kurdî û bê ku bi zanibin civata Kurdî manîpule dikin dikare bibe dersek ku di karê xwe de pir bi dîqet bin. Divê medya Kurdî bi xwe bi karibe nuçeyên bi kurdî çê bikin ne wergerê bikin werger jî ji a kê? Ji a dewletên dagirker.

Metirsî ji paseroja civata Kurd

Li basûrê Kurdistanê 80 dezgehên medyayê bi qaçaxî wesanê dikin Wezareta kultur û ciwanan ya hikûmeta Kurdistanê askera kir ko 30 televizyon û radyo û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr li herêma Kurdistanê wesanê dikin û got piraniya wana girêdayî partiyên mixalefetê ne. Birêveberê gistî yê ragihandinê yê Wezareta kultur û ciwanan H.Cindiyanî got: Li herêma Kurdistanê 180 radyo û televizyon û 480 kovar û rojnameyên qeydkirî hene. Herwiha 30 radyo û televizyon û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr yên neqeydkirî hene. Cindiyanî got ew dezgehên medyayê ko neqeydkirî bêyî destûr û li derveyî qanûnê kar dikin piraniya wan girêdayî partiyên mixalefetê ne û got wezaretê sîstemeke nû ji bo medyayê amade kiriye û tenê hinek hûrahî mane ko bêt askera kirin. Her weha Helkurd Cindiyanî got:Leherema Kurdîstanê ji % 65 – 70 zarokêk kurdan li televîzyonên bîyanî temase dikin ew jî behtir ên welatên wek Suûdîya Erebî, Îran ,Turkî , Welatên Xelîc û Surî ne.

2012-04-07 Kurdish Globe

Li gor beyana berpirsê wezareta rewsenbîri yê besê medya ê herema Kurdistanê daye diyarkirin heger % 65-70 zarokên kurdal i televîzyonên bîyanî temase dikin ev tê we watey ku paseroja van zarokan di metärsîyek mezin deye ku ji suûrê netewî Kurdî bi durkevîn. Ji ber her kes filîma li gor motîv û rengên netewa xwe çê dikin heger ev filîmanê ku zarok lê dinerîn reng û motîvên Kurdî bana wê ev zarok bi sexsiyetek Kurdî mezin bibûna, na ku bîyanî bin wê bi awayekî din mezin bibin ji ber nuha dewletên dagirker fêm kirin hew karin Kurda asîmle bikin û nuha lê digerin ku çawa bikin ku Kurd wek wan hizir bikin û Tevbigerin, dixwazin sexsiyeta mirovên Kurd bi guherin ji ber wê ji nuha fîlm û bernameyên xwe werdigerînin zimanê Kurdî da zarokên Kurd û mezin lê temase bikin. Heger Medya Kurdî rê li ber vêya negri metirsiyek mezin li ser civata kurd heye û bi teybet li ser zarokên Kurd, encamê vê wê pistî 20-30 sal din diyar bibe, heger pistî 20-30 sal din li Kurdistanê Wehabî, meyldarê senteza îslama Turkî (Turk îslam sentezî ) an cemeetê Xûmeynî xurt bibin divê bi me ecêb nê. Ji ber wê, jî nuha de divê medya Kurdî li çareserîya vê pirsê bi gere.

Platforma Mezrabotan li ser rojnameyên Hürriyet, Sabah, Zaman, Taraf, Radikal, Cumhuriyet, Bugün, Habertürk û Milliyetê ku weke medyaya navendî tên zanîn bi tevahî li ser 9 rojnameyan di meha adarê de lêkolînek kir. Di vê lêkolînê de nûçeyên li ser Kurdan hatine tespitkirin.Di encama lêkolînê de di neh rojnameyan de li ser Kurdan bi tevahî 841 nûçe cih girtine û ji vana 318 heb erênî 522 heb jî nûçeyên neyinî ne. Rojnameyan piranî cih dane nûçeyên li ser sîdet, operasyon, êrîs û terorê. Nûçeyên li ser çand- huner, aborî û civakî yên erênî pir kêm cih girtine. Seranserê meha adarê di 9 rojnameyan de bi tevahî 22 heb çand, 16 civakî û 2 heb nûçeyên aboriyê cih girtine.Ji van encaman tê xuyakirin ku medyaya navendî hêj weke ‘mijareke ewlehiyê’ li pirsgirêka Kurdan dinêre. Pir hindik cih daye nûçeyên li ser edebiyat, muzîk, sano, sînema , çalakiyên çandî û nûçeyên civakî yên erênî.

Rojeva Kurd 12/04/2012

??????? ?.?. ????? ?????????????????. ?.: ?????? ?????, 2002, 288 ?.

????????????? ?????????????: ??????? ?????? ? ??????????? ????????. ?.: ????-?????, 2003, 382?

????????? ?. ??? ??????? ???? //www.journalists.spb.?u publis / newspaper/2005/numb02/doc1958/

??????? ?.?. ????? ?????????????????. ?.: ?????? ?????, 2002, 288 ?.

??????? ?.?. ?????? ????????:?????? ? ????????. ‘ ?.: ????-?, 1999.

??? ? ???????? ?????????? ????????????? ?????????? ?????. ‘ ?., 2008.

?? ??????? ??????? // ??????. ‘ 2007.

?????? ?.?. ??????? ????????????? ??????. – ?., 2005

??????????? ????? «? ????????? ???????? ??????????».

??????? ?.?. ?????????????? ???????? ??? ?????????? ???????????????? ?????????? /?????????????? ??????, ??? ? ???????? ? ?????????? ???????????? ????????: ????????? ?????????. ????.-?????. ????. – ?????????: ???-?? ????????. ??-??, 2006.

???????? ?.?. ?????? ? ???????? ???????????? ? ???????? ?????????????? ?????????. ?., 1993. ????????? E.JI. ?????????????? ?????????? ?????. ?.: ?????, 2003.

??????? ?.?. ??????-??????? «???????». ???????????? ? 1994 ?.???, 1995.

Bennett, W. L. (2000), Politik Illüzyon ve Medya, Istanbul, Nehir Yayinlari.

Bourdieu, P. (2000), Televizyon Üzerine, Istanbul, Yapi Kredi yayinlari.

Bottomore, T. B. (1990), Seçkinler Toplumu, Ankara, Gündogan Yayinlari.

Chomsky, N. ve Herman, E. S. (1999), Medya Halka Nasil Evet Dedirtir, Istanbul, Minerva
Yayinlari.

Freire, P. (1995), Ezilenlerin Pedagojisi, Istanbul, Ayrinti Yayinlari.

Herman, E. S. (2004), ‘Kelime Hileleri ve Propaganda’, Chomsky, N. vd. Medyanin
Kamuoyu Imalati, Istanbul, Chiviyazilari Yayinevi.

Isik, M. (2002), Kitle Iletisim Sistemleri, Konya, Egitim Kitabevi.

Jeanneney, J. N. (1998), Medya Tarihi, Istanbul, Yapi Kredi Yayinlari.

Hadenius, Stig, Weibull, Lennart & Wadbring, Ingela (2008): Massmedier.

Press, radio och TV i den digitala tidsåldern. Stockholm: Ekerlids förlag.

Thompson, John B. (2001): Medierna och moderniteten. Göteborg : Daidalos.

Regeringens proposition 2000/01:94 (2001): Radio och TV i allmänhetens tjänst

2002-2005.

‘Farliga publiker och skadliga populariseringar’ i Vetenskapens

populära gestaltningar, Rapport från en konferens om Popularisering av vetenskap

och forskningsinformation, Centrum för Medieforskning nr 3/1998, Högskolan

i Halmstad.

Kasperowski, D (1997):’Kritik och service: Två fält om vetenskap, media och

Kommittédirektiv Radio och TV i allmänhetens tjänst Dir. 2007

Ekström, Mats (1999): ‘TV-tittande och demokratin’ i Poltikens medialisering,

SOU1999:

Drotner, Kirsten m fl (1996): Medier och kultur. En grundbok i medieanalys

och medieteori. Lund: Studentlitteratur.

Abrahamsson, Ulla B (1999): I allmänhetens tjänst. Faktaprogram i radio och

television 1955-1995. Stockholm: Prisma.

http://www.kurdistantv.net

http://kurdsat.tv

http://www.kurd1.com

http://www.zagrostv.com/

http://www.payam.tv/kurdish.aspx

http://www.tishktv.tv/live/news.php

http://www.knntv.net/

http://www.sahartv.ir/

http://www.dunyatv.com.tr

www.trt.net.tr

http://www.sterktv.com/

http://www.nefel.com/

http://www.netkurd.com/

http://www.rizgari.com/

http://www.kurdinfo.com/

http://rojevakurd.com/

http://www.hawarnet.com/

http://www.pukmedia.com/

http://peyamner.com/default.aspx?l=5

http://www.kulturname.com/

http://kurdistan-post.ru/

http://aknews.com/ki/

http://kurdistan.nu/

https://newroz.com/

http://www.firatnews.com/

http://rus.ruvr.ru/

http://www.voanews.com/kurdi/news/

http://www.niviskar.se/

http://www.haberdiyarbakir.com/index.php

http://kurdistan.ru/

http://www.kurdistanmedia.com/

Dr.Ekrem Önen

ekremonen@hotmail.com

Doç. Dr. Ekrem Önen

Balkêş e ?
Close
Back to top button