Panelek li ser TVên kurdî hat derbaskirin

Di roja rojnamegeriya kurdî de li Stockholmê panelek li ser televîzyonên kurdî hat derbaskirin. Panela ku ji alî Komeleya Niskarên Kurd û Kitêbxaneya kurdî ve hatibû amadekirin, bi minasebeta 114 saliya rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ê dest avête hinek pirs û kêseyên rojnamegeriya kurdî. Di penelê de lêkolînerê rojnamevaniyê Ekrem Önen, Televizyonên kurdî di çarçoveya zanista ragihandinê de sirove kir. Rojnamevanê kurd ê di Radyoya Swêdê SR de Nasir Sîna jî dîtina xwe li ser zimanê televizyonên kurdî pêskês kir. Di civînê de rojnamevan û stranbêj Lorîn Berzincî`yê rêvebirî kir.
Ekrem Önen da xuyakirin ku wî lêkolîna xwe li ser bingehê du hefteyan (15-21.Adar.2012 – 02-08.Nîsan.2012) kiriye. Önen bi statîstîk û diagraman rewsa wesanên TVên kurdî û astên cuda yên bernameyan di janrên cuda de pêskês kir.
Ekrem önen dema li ser rewsa TV nên Kurdistana Basûr qise kir, wî nemayîna xetera helandin û tunekirina zimanê kurdî di roja îro de wek ciyekî kêfxwesî û saniziyê ravekir. Lê wî bal kisande ser pirsgirêkan jî. Önen, wek kêmasiya sereke nebûna qanûna çapemeniyê û kêmbûna rojnamevanên rasteqîn û xwedî pêse nîsanda. Xaleke din ya pir muhîm di medya girseyî ya kurdan de kêmbûn an jî nebûna armanca parastina nirxên netewî yên taybet e. Bandora medya dereke, ango ya welat û kulturên cuda gelekî mezin e li ser temasevanên kurd. Di vir de kêmasî ne ya temasevanên kurd e. Divê TV yên kurdî bigihên wê ast û hêzê ku di reqabetê de bi serkevin. Hindek agahdariyên giring ji gotara Önen weha bûn:
Li basûrê Kurdistanê 80 dezgehên medyayê bi qaçaxî wesanê dikin
Wezareta kultur û ciwanan ya hikûmeta Kurdistanê askera kir ko 30 televizyon û radyo û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr li herêma Kurdistanê wesanê dikin û got piraniya wana girêdayî partiyên mixalefetê ne.
Birêveberê gistî yê ragihandinê yê Wezareta kultur û ciwanan H.Cindiyanî got: Li herêma Kurdistanê 180 radyo û televizyon û 480 kovar û rojnameyên qeydkirî hene. Herwiha 30 radyo û televizyon û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr yên neqeydkirî hene.
Cindiyanî got ew dezgehên medyayê ko neqeydkirî bêyî destûr û li derveyî qanûnê kar dikin piraniya wan girêdayî partiyên mixalefetê ne û got wezaretê sîstemeke nû ji bo medyayê amade kiriye û tenê hinek hûrahî mane ko bêt askera kirin.
Her weha Helkurd Cindiyanî got:Leherema Kurdîstanê ji % 65 – 70 zarokêk kurdan li televîzyonên bîyanî temase dikin ew jî behtir ên welatên wek Suûdîya Erebî, Îran ,Turkî , Welatên Xelîc û Surî ne.
(2012-04-07 Kurdish Globe
Rojnamevan Nasir Sîna jî bal kisande ser çewtiyê zimanê (kurdî) yê medyayê. Sîna ji gelek TVên kurdî nimûneyên xeletiyan anî ber çavan. Wî jî nebûna dezgehên kurdî yên ku taybetî di warê rast xebitandina ziman de xerîk in, wek kêmasiyeke sereke nîsanda û got: Di salên 70 de qetnebe dezgehên wek ‘Korî Zanyarî Kurdî’ hebû ku roleke bas bi cî dianî. Sîna di axaftina xwe de li ser zaravayên kurdî û çêkirina zimanekî standard, got ku îro du zaravayên kurdî wek zimanên standard tên xebitandin. Wî got ku nebûna alfabeyeke standard, kêmasiyeke mezintir e.
Dengê Kurdistan