Nûçe

Ji bo pistgiriya WANê li Kölne konsertek pêk hat

Seyîdxan Kurij – Köln

Li Almanya bajarê Kölnê ji bo pistgiriya afetzadeyên WANê konsertek hat lidarxistin.

Ew konsert bi însîyatîfa hunermend Nîzamettîn Arîç ji alîyê hunermendên kurd va hatibû amadekirin.
Konsert bi axaftina vekirin ya hunermend Ganî Nar destpêkir. Ganî behsa amadekirina konsertê kir, spasîya pistgîr û sponsorên konsertê kir û li ser bernameya konsertê agahdarî da. Ganî Nar ji bo axaftina vekirinê sponsor Yusuf Elo vexwend li ser dîkê. Yusuf Elo axaftina xwe de spasîya malperên kurd kû reklama konsertê wesandibûn, kir û besdaran daxwaz kir kû pistgirîya afetzadeyên Wanê bikin.

Pistra bi navê hunermendan Nîzamettîn Arîç kû wek Feqîyê Têyran tê naskirin, axaftinek pêk anî. Nîzamettîn Arîç got ‘xortanîya min li Wanê derbaz bû. Îro li Wanê felaketek hatîye li ser gelê me, nifusa Wanê ji 800 hezarî daketîye 200 hezari. Jîyana 3000 zarokên kurd taluke da ye. Em wek hunermend li cem gelê xwe ne, emê gelê xwe tenê nehêlin. Dil dixwast rêxistin û dezgehên kurdan bi hunermendên xwe va bi hevra çalakîyên ûsa pêk bînîn, lê mixabin ew mimkun nebû. Lewra me hunermendan bi însîyatîfa xwe ew konsert amade kir. Heta nika hunermendên kurd nikaribin bi hevra kar bikin, bi hevra konsertan amade bikin. Me dixwast ewî ji bisikînin. Bi minasebeta felaketa Wanê hunermendên kurd hatin ba hev, bi hevra ew konsert amade kirin. Me konserta yekemîn li Berlînê pêk anî ya duwem ev e, pist ra em heman konsert li Hamburg û Munîhê ji lidar bixin. ‘

Pistî axaftina Nîzamettîn, Zeynel Aba û Evîna Welat bernameyên xwe peskes kirin. Pistî navbirrê hunermendên kurd Nizamettin Ariç, Ganî Nar, Delîl Dilanar, Xêro Abbas, Beser Sahîn, û Zele Mele bi kurmancî û zazakî bi hevra bernameyek pir dewlemend, xwes û germ peskes kirin.

Ji ber ku hunermend Brader Musikî, li Kurdistanê bû, nikaribû besdarî konsertê bibe.
Konsert di bin serperestiya Nizamettin Ariç de pêk hat. Konsert bi atmosferek pir germ de, wek civata gundên Kurdîstan rêva çû. 6 hunermend bi hev re derketin ser sehneyê, bi hev re li muzîkê dan, bi hevra stran gotin.

Dema hunermend li ser sehnê bûn, Nizamettin Ariç got, ‘cara yekemîne em wek hunermend bi hev re tistekî wiha dikin,. Di dema pês de, projeyên mezin li pêsiya me hene, emê di rojên pês de bi orkêstrayên mezin derkevin pêsiya gelê xwe’.

Dawîya konsertê de Nîzamettîn Arîç got, ‘ eme hemû perê kû ew konsertan de berhev bibe, hevalek ewana bibe Wanê û bide hewcedaran. Pistra emê malperek de vekirî navê sponsoran û kesên kû pere girtine binivîsin’.

Dengê Kurdistan

Back to top button