Nûçe

Konferansa Rojnamegerên Bakûr-Basûr li Duhokê hat li darxistin

Dengê Azad/Dihok
DUHOK- Li gel saziyên çapemenî û wesangeriyê yên Basûrê Kurdistanê ji Bakûrê Kurdistanê nêzikî 40 nûnerên saziyên çapemenî û yên wesangeriyê besdarî konferansê bûn.

Konferansa Rojnagerên Bakûr û Basûr ku ji aliyê Wezareta Rewsenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat organîzekirin li Duhokê di 25 Çiriya Pasîn de destpê kir. Konferansa ku li avahiya Komeleya Nivîskarên Kurd hat birêvebirin de bi sirûda neteweyî Ey Reqîp dest pê kir. Pasê peyama serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih ji aliyê nûnerê hukûmetê, peyama wezîrê Rewsenbîrî û Lawan Dr. Kawa jî ji aliyê Halgurt Cindiyanî ve hatin xwendin. Serokê Sendîkaya Nivîskarên Kurd Azad Mihemed Emîn û endamê Lijneya Bala-Organîzekirina Konferansê, Wesfî Hesen jî bi axaftinên kurt pêswaziya besdaran kirin. Wesfî Hesen diyar kir xewna her rojnamegereke kurd ew bû ku medyakarên çar perçeyên Kurdistanê li konferans bicivin û ray û ramanên xwe bi hevûdû re parve bikin. Îro ev xewn bûye rastî û ji bo vê konferans em sad û serbilind in.

Di konferansê de gelek parlamenterên PDK û YNKê û her weha nûnerên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên saziyên wesangeriyên kurd, rojnamegerên basûr û bakûr amade bûn de Sêxmûs Sefer (Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê) li ser navê sandeya rojnamegerên kurd yên Bakurê Kurdistanê axaftinek kir. Sefer bal kisand ser erdhêja Wan ê. Diyar kir ku zarokên Wanî li ber sermayê diqefilin û gelê Wanê hewcedarê alîkariyê ye. Li vir qala rola rojnamegeran kir. Sefer gotineke Osman Sebrî bi besdaran re parve kir û weha got; ‘Rojnamegerên li Kurdistanê dixebitin li kijan perçeyî dibin bila bibin bila mêr bin, qenc bin û bas bin.’ Pistî axaftina Seferî Koma Bêsaranî kurtekonsertek pêskesê mêvanan kir.

Mijara panêla yekem ku ji aliyên Sebrî Silêmanî ve hat birêvebirin Medya, Ziman û Netewe bû. Di vê panêlê de li ser Medya û Netewebûnê rojnameger û nivîskar Sengul Ogur û Mihemed Gelturan, li ser Hîndekarî û Perwerdekariyê de Rista Çapemeniyê de Rûsen Bana û Mihemed Emîn axifîn.

Nûnera TZP Kurdî Rûsen Bana pêsî li ser perwerdekarîyê axifî û diyar kir ku perwerdekarî du rengan pêk tên. Ev jî Perwerdekariya Rêkûpêkkirî û Perwerdekariya Civakî ne. Bana pasê behsa rista perwerdehiyê li ser civakê kir. Bana weha axifî; ‘Çapemeniya kurdan di demeke kurt de xwe gihîstandiye astekê. Lê ji bo ku di qada navneteweyî de rista xwe bilîze hê ne xwediyê erkê ye. Civat jî bi riya vê çapemeniyê ji qewmînan, pêkutiyên li ser civakê, ji wêje û jiyana neteweyên dîtir agahdar dibe û wan dihese. Mixabin civak kurd niha ji bêgavî qîma xwe bi vê rewsê tîne. Ev jî jê re wek riyeke hînbûnê û perwerdehiyê ye.’ Bana her weha behsa rolên neyênî yên çapemeniyê kir. Bana got ku zimanê kurdî de hê hevgirtinek pêk nehatiye. Çapemenî pirî caran û rojane bi zimanekî san an jî herêmkî nûçeyan û ragihîne. Ev yek jî dibe sedema sashînbûna zimên.

Panêlîstên panêla duwem li ser Medya û Etîkê axifîn. Panêla ku ji aliyê Seîd Osman ve hat birêvebirn de ji GUN TVyê Gunay Aksoy; got ku welatê kurdan çar perçe û zimanê kurdan çar perçe ye. Ji ber vê yekê ji axaftinên panêla yekem de bas fêm nekiriye. Sedemê vê yekê jî dewletên ku welatê kurdan di nav xwe de bes kirine nîsan da û weha dom kir; ‘Dewletên desthilatdar mafên me yên perwerdehî û ragihandinê nedan me. Ji ber vê yekê di nav me de pêywendiyên xurt çênebûn.’

Aksoy da zanîn ku îro 25ê Çiriya Pasîn Roja Tekosîna Tundiya Li Himber Jinan e. Di medyayê de jî bêexlaqiya herî mezin li himber jinan tê kirin. Dîsa Aksoy balê kisand ser sansûra medyayê. Aksoy got ku ger rojnameger sansûrê bikin nikarin pirsan bidin zanîn û pirsgirêkan bidin çareserkirin.

Pistî Gunay Aksoyê rojnameger Masallah Dekak (AKNEWS) got ku di rojnamegeriya Tirkan de qala kurdan bi awayeke neyînî tê kirin û kurd gelek caran wek hedef tên nîsandin. Dekak weha dom kir; ‘Divê di nûçeyan de tu gel, bawerî, zayend û komikên civakê wek hedef neyên girtin, divê zimanê nûçeyê bê alî û sade be.’

Dekak diyar kir ku hetanî demeke nêzîk jî Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re di çapemeniya Tirkan de wek serokesîr dihatin nasandin. Her weha dema ku kurdekî jina xwe ji ber hin sedeman dikuje vê yekê wek ‘kujereke namûsê’ binav dikin. Lewre nirxên civakî yên kurdan hedef digrin. Lê dema yekî tirk jina xwe dikuje wek ‘kujerên dexesiyê’ disan didin. Li vir tê dîtin ku medyaya tirkan bi awayeke etîk tevnagere. Masallah Dekak weha dom kir; ‘Kurdên basûr jî yên bakûr jî pirî caran derbarê pêskeftinên siyasî de li ser perçeyên din bêdeng dimînin. Dema operasyona Zapê medyaya basûr, dema îlankirina Kurdistana Federe jî medyaya kurdên bakur bêdeng ma.

Pistî Dekak, hîmdarê Ajansa Mîcrography Kameran Necîm slaytek pêskesî besdaran kir. Di slaytê de bal kisand ser hin wêneyan. Kameran Necîm got ku carina medya li ser wêneyan montaj û hîleyan dikin. Bi saya hîleyên teknîkî civat tê xapandin. Pistî Kameran Necîm Dr. Îsmaîl Cangur jî li ser Medya û Rêwîstên Karên Pîseyî axaftinek kir.

Ji bo konferansê rojnameyeke bi navê PIR hat çapkirin.

Pêwîst e bê gotin, nunerê Wesanxaneya DENGê ku Rojnameya Dema Nû jî têde çapdibe, besdarê konferansê bû.

Pistî lijneya amadekariye hatiye destnîsankirin di encamê de çend xal hatine nivîsîn û ji bo amedebûyiyên dîdarê hatine xwendin û gengesekirin.
Encam bi vî awayî ne.

1-) Xurtkirina peywendiyan, di navbera medyageriyê de.
2-) Hevguhertina bernameyên medyayî yên kûltûrî û çandî.
3-) Giringîdana mafên jinan di medyayê de. Rêlêvekirin û pêsdebirina wan.
4-) Girîngidana maf û pêssxistina zarokan.
5-) Giringîdana mafên hemû aliyên cîvakî.
6-) Di vexwendina konferansan de bila medyakar bê cidahî bên daxwazkirin. Divê medya pirtir giringiyê bide konferansan.
7-) Ev konferans daxwaz dike zûtirin dem Konferansa Neteweyî pêk bê.
😎 Bila radio, ji herêmtiyê derbasî asta neteweyî bibin.
9-) Ji bo hev têgihishtinê pirsgireka ziman bê çareserkirin.
10-) Parastin û hevgirtina neteweyî. Xwedîlêderketina ariseyên hemû perçeyan.
11-) Mafê dayina pêzanînan ji bo her medyayê çi li saziyên hûkûmi çi li yên siyasî.
12-) Azadî serbestî û ewlehî ji bo xebatkarên medyayê.
13-) Hevnasîn û germkirina tekiliyên di navbera hemû kurdên cîhanê de.
14-) Divê medya li hemû zaraveyên kurdî xwedî derbikeve.
15-) Bi taybetî Kirdkî (Zazakî) li ber mirinê ye çi radyo û televîzyon nînin. Wesana 24 saetî bo vê zaraveyê hebe îmkan bêne dayîn.
16-) Divê komîteyek xwedan yasa hebe ku ji aliyê etîk û exlaqiyê ve çavdêriyê li medyayê bike. Encaman beyan bike.
17-) Medyageriya bi lez û rastgo bo dengûbasên Kurdistanî.
18-) Divê her medyayê malperek hebe.
19-) Zengînkirina Wikipedyayê.
20-) Bila malper û ajansên Kurdistanî 2 tîpî bin (tîpên latîni û erebî).
21-) Divê rê li endambûna sendikayan vebe ji bo xebatkarên malperên xwedan asteka bas.
22-) Dema ji malper û ajansan tistek hat wergirtin divê çavkanî bihête nivîsandin.
23-) Divê malpêrvan jî wekî medyagerên dî bên vexwendin.
24-) Yasa ji bo kargeriya medyaya elektronîk.
25-) Pêkanîna konferansên medyayê bi besdariya hemû perçeyên Kurdistanê. Saziyek navendi ji bo têkiliyan û vî karî.
26-) Karkirin ji bo xebatkarên medyayê li ser asitî û demokrasî.
27-) Damezirandina Akademiya Kurdî ya ragihandinê li zanîngeha Duhokê. Bila ji hemû perçeyên Kurdistanê xwendevan besdar bibin.
28-) Di jêgirtina çavkaniyan de terciha yekemîn bila dezgehên Kurdistanî be. Ne ku yên biyanî.
29-) Em pêsniyar dikîn ku ji bo rojnamevanên girtî yên Kurdistanî, sazî û dezgehên peywendîdar daxwaziya azadkirinê bikin.
30-) Yasayek kêrhati ji bo parastina mafên dahênenan.
31-) Zincîrefilmên li dijî kesayetî û neteweyê me bila neyên wesandin. Bên sermezarkirin û berteka pêwist bihête dayîn. Divê parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê raweste.

Lijneya amadekar, Duhok 26.11.2011

Dengê Kurdistan

Back to top button