Ji çîrokên pir kurt û dirêj
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû miletek, jêre digotin ‘miletê Kurd’ pistî wan naskir ku rengê rojê ne tenê zer e, lê belê sipî û sor e jî, û pistî qantir za û çiyayên welatê wan bûn mîna hejîrên res û zer – û ava çemê Ferat, diclê, xabûr, Efrîn, Menzûr, Muradê, Sîrwan, Çeqçeq, Çetelê, Zaba biçûk û mezin û Hêzil bûn meya vexwarinê û têr jê vexwarin û pê serxwes diketin- û pistî naskirin ku vexwarina sîrê kelandî ne wek dewê sar e- û sermayedar û oldarên li Kurdistanê û li cîhanê bi hezarên caran ew xapandine- û pistî rengê ezmanê welatê wan dibû kesk û fisteqî- û pistî bi hezarê caran ser û talan û wêrankirin bi ser wan de hatin û xwe li ber digirtin- û pistî nirxê zanayên xwe bas naskirin û rêz li wan û karên wan digirtin- û pistî sînorên bi mayîn û têlên bi durî û dîwar ji nav xwe rakirin, û heft perçeyên Kurdistanê kirin yek, û pistî bi hezarên hewildanan ji bo serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteke kurdî serbixwe dikirin.
Wan di sala 9,318 318 318 318 z ‘ 9,986 986 986 986 k de dewletek bi navê ‘Komara Kurdistanê ya federal’ damezirandin.
Miletê Kurd ji wê salê ve dewleta xwe birêve dibir. Mafên hemû pêkhatiyên Kurdistanê di wê dewletê de misogerkirî bû.
Gesepêdan û pêsketineke pir bi lez di gelê û Kurd û wê Kurdistanê de çêbibû.
Rojekê ji rojan berpirsên neteweyên yebûyî û civata ewlehiya navdewletî dozê li dewleta Kurdiatanê dikin, ku nûnerên xwe bisînin nav dezgehên wan.
Di vir de berpirsên Kurd ketin nav kêse û qeyraneke pir mezin de. Ji ber ku ew ji vê yekê re ne amadebûn û têgeha wan jî li ser karê diplomasî û rêzanvanî pir lawaz bû.
Bi wê daxwaza berpirsên navdewletî re miletê Kurd li ser nûnerên xwe li hev nekirin, û mîna heyamê berê li nav hev ketin.
Her gund û bajarek ji wê Kurdistanê dewleta xwe ya serbixwe ragihand.
Her êlekê xwediyên xwe dan dora xwe û di çiyayên xwe de asê man. Heya bi sivan û gavanên wan jî her yekî ji wan dewletek ji xwe re ava kir.
Her olekê ji wan peyrewên xwe dane dora xwe û her oldarekî wan dewleta xwe ya serbixwe ragihand.
Wê demê 60,000000 dewlet û partî li Kurdistanê hatin damezirandin. Her dewletek û her partiyek ji wan serûkekî wê jî hebû.
Di encamê de ew Kurdistan têk çû û di cara hezarî de miletê Kurd belawela bûn û di nav miletê cîhanê de wundayî û bê xwedî man.
Her roj tosî girtin û kustin û wêrankirin û talankirinê dihatin.
Sê parên berpirsên wan reviyan û li welatên biyanî penaberiya xwe dan.
Çerçiyan li ser cihê ereba û kolanan pevdiçinîn.
Sivanan li ser bênder û zevî û çol û dest û çiyan û zemînan pevdiçinîn.
Pirê zana û bijarteyên wan reviyan û li parsê digeriyan.
Besek ji zarok û jin û keç û pîr û kalên wan careke din bi dîlî ketin nav lepên dijminên har de.
Ji sêst miliyon Kurd, sed dusedek tenê li ser xaka Kurdistanê mabûn.
Dengbêjekî Kurd ji derd û kerban weha dilorand:’Hey lê dayê, hey lê dayê, hey lê dayê kes bi hawra me ve nayê, qey soz nemane li dinyayê, bext bi felekê re nemayê.’
Kemançejenekî Kurd, li ber ava çem û kaniyan û di nav kolanan de kemança xwe dijenand û pêre strana ‘Delalo, Heyran!’ dilorand.
Tembûrvanekî Kurd li tembûr xwe dida û strana ‘çiya bilind e, ez te nabînim’ dilorand.
Helbestvanekî Kurd digot:’Kurdistan warê sêra ye, lê ez çibkim, bê xwedî ma ye.’
Çîrokbêjekî Kurd digot:’Ademîzad û bajarvaniya pêsî di cîhanê de li welatê me ‘Kurdistan’ bû. Gerek e em bas dîroka Kurdistanê bixwînin û lêkolînan li ser bikin.’
Rexnevanekî Kurd digot:’ Civata rexne têde tunebe, ew civat li pês nakeve, pêdiviya miletê Kurd ji ya her miletî bêtir bi rexne û rexnevanan heye.’
Welatparêzekî Kurd digot:’ Mirovê ji welat û neteweya xwe re kar neke, ew ê timî di bin destê dijminan de bimîne, ji lewra gerek e, em pêsî welatê xwe ‘Kurdistan’ rizgar bikin û netewa xwe biparêzin.’
Dewlemendekî Kurd weha digot:’Ma ez bavê Kurda me, ku ez pereyên xwe li wan belav bikim? Bela herin wek min bi kêrî xwe werin!’
Pîrejineke Kurd digot:’Malê ne ji zarokên qenc re bide hev, û ne jî ji yên ne qenc re.’
Kalemêrekî Kurd digot:’ Ji çiyê pêve dost tunene. Rî bibe bost dijmin nabe dost.’
Zarokekî Kurd digot:’Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e.’
Kurdek bi nexwesiyeke derûnî ketibû weha digot:’Kurd ji mafên xelkê re sêr in, ji bo mafên xwe bê kêr in.’
Kurdekî keysbaz û tirsonek digot:’Hemû serûkên êl û ol û partî û komeleyên Kurdan xiniz in.’
Belengazekî Kurd digot:’Min îroj jî pariyek dudo nan ji kufletê xwe re peyda bikirba, wê pir bas ba.’
Servanekî Kurd digot:’ Yan Kurdistan, yan neman.’
Pistî Kurdistana wan careke din ji kêmzanebûn û bêhisiyê têk çû, dîroka wan vegeriya û bû roja yeksemê sala 00, 000 000 000 000.
Pasê ji nû ve tekoser û zanayên wan bi dilekî tijî hisret û ês li dest û çiyayên Kurdistanê û li sirgûnê bi tena xwe careke din pilan ji xwe re datanîn, ji bo careke din welatê xwe ji bin destê dijminên har û dîn rizgar bikin.
Çîroka min ji we re xwes û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne res.
Bawere-Omeri@hotmail.com
23.01.2021
Bawerê Omerî