Ji Danîmarka ji bo koçberên Singalê cil hatin sandin

Komela Kulturî a Êzîdîyan li Danîmark berîya niha bi demakê, bi pistgirîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (SKFD), komelên kurdî li Århus og Randers’ê û nas û dostan ji bo koçberên Shingalê dest bi kampanya danheva cilan kiribû.
Wek ku di dîmenan de jî dîyar dikê ‘ endamên Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark cilan dikin kartonan û ji bo sandina Kurdistanê amade dikin.
Di roja 10.10.2014’an de jî qamyonek/tirimbêlek cil hat bar kirin û ji bo koçberên Singalê hat sandin.
Sîrketa Truck Export, ku a kek Ferman e, kesekî Êzîdî ye, ji bo sandina van cilan xwe daye ber nîvsponsorîyê. Em ji bo vê alîkarîyê wî û xizmeta wî a mezin û sandina van cilan ji bo koçberên feqîr û perîsan gelekî spasîya wî dikin.
Em li vir herweha spasîya hemi kesên ku keda wan di danheva van cilan de heyî û alîkarîya me kirine dikin. Hêvîya me tev da ewe ku ev cil berî zivistanê bigihin destên wan feqîr û belengazên Shingalê – û çiqas hindik û sembolîk jî bê birînên wan ên kûr derman bikê.
Karê me berdewame. Niha jî emê li gel Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (SKFD) ji bo Kobanê dest bi danheva cilan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku me wek komel li gel Êzîdîyên li Danîmark dest bi danheva alîkarîya madî jî kiribû. Ew alîkarî jî wê di demek nêzîk de bi rêya komîteya hevbes bigihê destên koçberên Singalê. Emê di demên pês de li ser hemi alîkarîya ku hatîye sandin raporteke berfireh amade bikin û ji bo raya gistî belav bikin.
Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
Dengê Kurdistan