Ji Gelê Kurd ra Çend Pirs
Xwendevanên hêja, ez dixwazim di vê nivîsa xwe da ji we û hemû birayê xwe yên Kurd çend pirsan bipirsim. Gotinek bav û kalan heye, dibêjin ‘Mirov bi pirsê, diçê Qudsê’ rastî jî usa ye. Derîyê rastî û çewtîyan bi pirsan û bi lêgerînan ve vedibe. Eger mirov jibo jîyana vê cîhanê, zagonên xweza, gerdûna bê ser û bin, pirsan ji hev pirs neke û li pey derîyê pirsan nekeve, -hûn min bibexsînin- dê têkeve dewsa ajalan. Mirov roja ku ji xwe ra gotîye ‘Ez mirov im’ jibo hebûna xwe ji xwe pirs kirîye ‘Ez kî me, kê ez afirandime’ gotîye; li pey vê pirsê, bi hezaran sal li hêzekî gerîyaye, lê ew hêza, an jî ew kesa nedîtîye, vêca çi ku ji xwe hêztir dîtîye, ji xwe ra kirîye Xwedê û afirandêr. Gor ku dibêjin, di destpêkê da heya dewr û roja Mûsa Peyxamber, mirov ji xwe ra sêsed mîlyon cure-cure Xwedê afirandîye, ta ku Mûsa bibêje ‘Xwedê yek e’. Hin kes jî dibêjin berî Mûsa, Zerdest gotîye ‘Xwedê yek e’ lê ez bi xwe ne di wê bawerîyê da me. Li gor bawerîya min, di ola Zerdest da du Xwedê hene. Xwedê yê, qencîyê û Xwedê yê bedî û xirabîyê. Her çiqas ku di çar olên Asîmanî, ango sema î da Xwedê û li dij Xwedê Seytan jî hebe, lê li gor bawerîya min ola Zerdest ji zagonên dîyalektîgê ra yek e yek hev tê. Ji ber ku di zagona dîyalektîgê da du alî hene. Dê û bav, xusk û bira, asîman û erd, pês û pas, sev û roj, ronî û tarî. Ango qet tistek bi serê xwe ne tek, ango yek e. Ji ber vê yekê divê mirov têkeve kûrahîya vê felsefê, pirsan ji xwe bipirse, ku rastîyê derxîne holê. -her çiqas ku rastî bê dûwayî û mutlaq nebe jî-
Xwendevanên hêja, pistî evqas gotinan ez werim ser hin pirsê me yên hevpar. Gelo em Kurdên îro nevîyên kê ne? Me çi wext ji xwe ra gotîye ‘Em Kurd in, welatê me jî nav Kurdistan e?’ Gelo Gûtî, Hûrî, Kussî, Mîtan, Kardûk, Medya, çikê me bûn? Eger îro em ji van ra. ‘Vana di mêj da bav û kalên me bûn’ dibêjin, gelo wan çi dihaband, navê ola wan çi bû û ji çi bawer dikirin? Bibe ku di vê babetê da îro em rastîyekî dernexînin. Ji ber ku dijminan hemû tistên ku me didin nasîn, sewitandine, talan kirine birine, kirine malê xwe. Berê gelê Samî, li Afrîka Bakûr hatine welatê me Mezopotamya, Akad Elam, Asûr, Babîl, mala me xira kirine, dûra Îskenderê Mekedonya û Farisan. Gelo di wexta Împaratorîya Medya da navê ola Medya çibû? Astîyargersê zalim çi diheband. Gelo bêbextîya ku îro em Kurd di nav xwe da dibînin, di wexta Astîyagers û Harpagos da ji me ra mîrat maye? Li milê dî, pistî li holê rabûna Medya em li tev kîjan gelî bûn? Di destpêka ola Xaçparêz da bav û kalên me çi kirin, çira nebûn Xaçparêz? Ji bil ev, di destpêka sedsala heft, ango pistî sala 612 hîcrî, ola Îslam bi çi rengî hat ket nav gelê Kurd? Kurdan çito ev ol heband? Bangesîya vê olê di nav gelê Kurd da kê kir? Kê zimanê Ereb dizanibû? Mekezagona Îslam Quran di nav gelê Kurd da çito belav bû û çend hezar kesan ew pirtûka xwend, sîrovekir û ji gelê xwe da bawer kirin? Gelo gelê Kurd ji ola Îslam ra ‘Tu bi xêr hatî, ji artêsên wê ra ‘Hûn bi xêr hatin Kurdistanê?’ got. Gelo di hatina wan artêsan da çendsed hezar Kurd hatin kustin? Çendsed hezar serî û ziman hatin jêkirin, serî kirin ser qazixan di navbera rêya Riha, Mêrdîn, Xarpit, Mûs, Sêrt, Betlîs û bajarên din da tîk kirin? Gelo Kurdan di sala 1071 da çira ji Tirkên barbar ra alîkarî kirin, bi tev wan leskerên Bîzans li welatê xwe derxistin, ew birin Anadolê li ser erdê Yewnan kirin xudan dewlet, li serê xwe kirin bela, îro jî di bin zilm û zora wan da dinalin, welat talan bûye, di dewsa cîyê merdan da namerd, di dewsa sêran da çeqel, di dewsa bazan da qirokên nîkul bi g… bûne serdest û desthilatdar? Çira Padîsahê Osmanî Avdilhamîd bi xortên Kurdan Alayîyên Hamîdî damezrand, bi destê wan qira gelê Ermenî, Kurdên Êzîdî, Elewî û Sûryanîyên Xaçparêz anî? Çira îro di cîyê bilbil, selûl û kewan da kund, ango pûmê kor dixwînin, beraz tijî bûne? Çira Sêx Mamûd Berzencî û Sîmko Axa hatin xapandin? Çira Mistê Kor ew xapandin, kirin dijê Îngîlîz, bi xwe jî bû yar û dostê wan, dewletek namerd û zalim li ser tunebûna me Kurdan damezrand? Çira 72 gelnisên Kurd, -ku ew bi deng û vîyana gelê Kurd ve neçûbûn wê meclîsa zalim û barbaran- ango parlamenterên Kurd ji Konferansa Lozanê ra name sandin, gotin ‘Va dewleta, dewleta me Kurdan û Tirkan e?’. Çira Kurdistan kirin çar parçe, pergala me belav kirin, em kirin xulam û bindestê sê zaliman?
Bawer bikin rews û tevgera me Kurdan gelek balkês e. Em ji keçek xwe, a ku bi xwasteka dilê xwe ji yekî Kurd ra direve, em diçin wî xortî dikujin, dibin dijminê wê malê û dûra jî ji hev tol û qesas distînin, lê yên ku bi sed hezaran bav û kalên me kustine, îro me ew ji xwe ra kirine dost, heval û yar, ji xwe ra kirine rêber û peyxamber. Ez ku bibêjim ‘Em Kurd celatên gelê xwe hez dikin û dihebînin’ bibe ku gelek Kurd bixeyîdin, lê va rastîyek ber bi çav e. Aha ji we ra îro Kurdên Dersimê. Mistefa Kemal li Dersimê heftê hezar (70.000) Kurd, zar û zêç, pîr û kal, jin, keç û bûk kust, lê îro Kurdên Dersim bi serê Mistê Kor sond dixwin, wî dihebînin. Ku heye Xwedê nepejirîne, wekî dî ez çi bibêjim.
Belê, li ser vê rewsa me, -di nav demek xwes da be- Îsmaîl Besîkçî gelek tistên xwes û ber bi çav nivîsîye. Em in ev gela, sed mixab.
Xwendevanên hêja, pirs gelek in, lê ez naxwazim pirr dirêj bikim, werim ser hin pirsên îro. Gelo kê PKK derxist holê? Sedema derketina vê rêxistinê çi bû? Çira çar hezar gund hatin sewitandin û kavilkirin û pênc-ses mîlyon Kurd bûn koçebar çûn ketin ber çerxa asîmîlasyonê, ango helandinê? Çira 90 hezar Kurd bûne parêzkarê dijmin? Çira serê birakujîyê destpêbû, bi hezaran Kurdan hevdu kust? Çira heya roja îro hemû hêzên Kurd, yên ramyarî di nav xwe da Konseyek Neteweyî saznekirin û pêkneanîn? Çira di nav hêzên Kurd da nakokî hêj berdewam e? Çira heya roja îro Kurdan dost û dijminên xwe ji hev cihê nekirine, li hev qelibandine?
Xendevanên hêja ew kesê ku dost û dijminê xwe nasneke, rêya mala heval û hogirekî nabîne. Ji ber vê yekê divê êdî em gelê Kurd dost û dijminê xwe ji hev cihê bikin, ku em serkevin. Ango pistî evqas sasî û çewtîyan, pistî evqas sal û sedsalan divê em hisê xwe bînin serê xwe, li xwe bihesin û xwe nas bikin, ji hevra bibin bira, dost û yar.
Xwendevanên xosewîst, berê ku ez dûwayî bidim vê nivîsa xwe, dixwazim ji we ra qal û behsa gotin û fermanek Peyxamberê ola Îslam û kurap û zavayê wî Alî bikim. Min ev çîroka çend sal berê di rojnamak Kurd da wesandibû, lê ez dixwazim carek dî ji we xwendevanên hêja ra binivîsînim. Min di gelek civîn û mêvandarîya malên hevalan da jî bi devkî gotîye.
Ez werim ser fermana Peyxamber, wî ji Alî ra çi gotîye û Alî çi kirîye. Rojekî Mihamed ji Alî ra: Alî, îro suve bikeve nav gel û bala xwe bide ser gotinan. Eger ku te dît kesek sê derewan li ser hev dike, yekser lêxîn bikuj, sêrî jêke’ dibêje. Êhh, Peyxamber ferman kirîye, divê Alî fermana Peyxamber bîne cî. Rojekî Alî li Duldulê siwar dibe -Duldul di rastîyê da ne hesp e, qantir, ango kerbav e- li Mekkê derdikeve, dinêre ku kawranekî hêstiran ber bi bajêr tê, li pês kawran mirovekî pîr î îxtîyar, hestê salî, pê hevsarê kerê girtîye dimese, li pey kawran neh-deh xortên ciwan dimesin tên. Alî wexta ku nêzî kawran dibe, ji mirovê kal ra:
– Selam û eleykum ya pîr î îxtîyar dibêje, îcar pîrê kal:
– Eleykumselam ya Alî dibêje. Ji ber ku wî bi sûrê wî yê du çetel, nav Zulfiqar ve nasdike. Li pey silav dayîn û ragirtina silavê, îcar Alî:
– Ya pîr î îxtîyar temena te, ango salê te çend in? pirs dike, îcar îxtîyar:
– Ya Alî salên min çil, ez çil salî da me.
– Êh, va hêstirana ê kê ne? îcar îxtîyar:
– Tenê hêstirek min di nav vanda ye dibêje, îcar Alî:
– Va xortana kurê kê ne? dibêje, îcar îxtîyar:
– Ya Alî di nav van da tenê kurekî min heye dibêje, îcar Alî sûrê xwe diksîne ku serê kalo jêke, kalê îxtîyar yekser bi qîrîn:
– Tu dixwazî çi bikî ya Alî, îcar Alî bi hêrs:
– Fermana Peyxamber e. Her kî ku sê derewan li ser hev bike, divê ez serê wî jêkim bifirinîm. Te bi xwe jî sê derew li ser hev kir got, îcar îxtîyar:
– Sê derewên çi?
– Kuro salên te hestê ye, te got ‘Ez çil salî da me’ hêstir gîst ên te ne, te got ‘Tenê hêstirek min di nav da ye’ xort hemû kurên te ne, te got ‘Tenê kurekî min di nav van da ye’ got bi hêrs, îcar pîrê kal:
– Rast e ya Alî, ez kalekî hestê salî me, lê çil salên min di nav nezanîyê da derbas bû, ez pistî çil salî li xwe hesîyam, min xwe nas kir. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim ez di çil salî dame got, îcar Alî:
– Berat, lê va hêstirana ê kê ne? vêca dîsa îxtîyar:
– Ya Alî evana gîst hêstirên min in, lê vana malê vê cîhanê ne, çu hêjayîyek malê vê cîhanê tune. Eger ku bi rastî axiret, cîhanek dî heye, di nav van hêstiran da min hêstirek nêt kirîye, kirîye qurban, bibe ku ev qurbana li axiretê, di wê cîhana rast da bikeve ber gunekî min. Ji ber vê yêkê ye ku ez dibêjim ‘Tenê hêstirek min heye’ dibêje, îcar Alî:
– Êh berat, lê va xortana kurê kê ne? Îcar îxtîyar:
– Ya Alî vana gîst kurê min in, lê hemû bê xêr in, bê ol û îman in, tenê kurê minê biçûk lawikekî dilsoz, xudan bîrûbawerî, ji dê û bavê xwe ra jî rêzdar e. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim ‘Tenê kurekî min heye’ dibêje, Alî jî:
– Ê bas ya pîr î îxtîyar berat dibêje û xwatir dixwaze ji kalo dûrdikeve, gels li vir dûwayî dibîne.
Xwendevanên hêja çira min ev çîroka nivîsî? Jibo me Kurdan. Çito ku kalo ji Alî ra ‘Ez pistî çil salî li xwe hesîyam’ got, divê em jî pistî evqas sasî û çewtîyan li xwe bihesin, dost û dijminên xwe nas bikin, ji hev ra rêzdar bin, pirr rengî û pirr dengîyê bipejirînin. Divê em hevdu hez bikin, gez nekin û neyêsînin, ku em serkevin, wek hemû gelên azad û xudan dewlet, em jî bibin xudan dewlet û dezgeh.
‘Di hêvîya wê roj û vê daxwazîya dilê kûl û keserkês’ bibêjim û bi çarînekî nivîsê biqedînim.
Kurdo bixwîn tu dîrokê
Bibîne rast û derewan
Xwînxwar nabêje ‘Xwînxwar im’
Ez bi gorî, qurban, heyran.
Riza Çolpan