Nivîsar

JI HELBESTÊN SEAT 21 ‘ 22

Çi tistekî xwese te bîranîn:
nava xeberên ser û serkeftîyan de
him ji di hepsê de
û emrê min çil salê derbaz bûbe jî…

Çi tistekî xwese te bîranîn:
li ser qûmasekî sîn de hatine bîrkirin destên te
û nava porên te de
axa Stembol’ê ya nerm û bi bereket, ya canê min…
Di nava dilê min de fena canekî duyemîn
dilsa me ji bona ku te hez dikim ez…
Ev bîhna ser pelên dara Sardûnyê li ser tilîyan maye,
xwesî û rehetîyekî ya tava rojê
û daweta gostê:
bi xetên sor ve hatine veqetandin
germîya
tarîyekî kûr…

Çi tistekî xwese te bîranîn:
Û ji bona te nivîsîn,
li ser pistê raketî di hepsê da xem ji bona te:
felan rojê, bêban cîhê de ev gotinên te,
ne ev tenê bi serê xwe
lê di hesreta te da dinyayê…

Çi tistekî xwese te bîranîn:
Dîsa ji bona te ji darê tistekî çêdikim;
çavekî sandûqê ye
an jî hîngûlîstekî,
ezê qasî sê mîtro herîrê tenik ji bona te birêçînim.
Û di heman demê da
rabim ser xwe
caxilmên hesin yên pencerê pêbigrim
ji ezmanê azad ku fena sîr û sîneyê re
bi dengekî bilind
ev gotinên ku min ji bona te nivîsîbû bixwînim…

Çi tistekî xwese te bîranîn:
Nava xeberên ser û serkeftîyan de,
him jî di hepsê de
û emrê min çil salê derbaz bûbe jî…

Xwendevanên delal, çawa ku hûn ji dibînin di welatê me û derûdora wê de tim bûyerên neheq, zalim tên serê mirovan. Em dizanin û pê dihesin ku merivên zana, hunermend û nivîskar hatine hepiskirin ji bona berhemên xwe. Ev helbesta jorîn jî Nazim Hîkmet di hepsê de nivîsîye. Ev roj jî nivîskar û hunermend bîr û bawerîyên xwe bi serbestî nikarin bînin ziman, eskera bikin di welatên serqê da. Kustin, wêrankirin û serpêsîra ev welatên weka Tirkîyê, Îran, Îraq û Surîyê girtîye, bernade. Ev sed sale serborîya van welatan naguhere, pêsvaçûn çênabe û her weka dema berê bi zor û zulmê li ser lingan de mane. Gunehe gêlên ku li ser ev axê de dijîn layiqê ev hukûmdarîyan nîne, ji bona wan asitî, aramî û demokrasî lazime.Bi kustina jin û mêran ne Îran, Tirkîye, Îraq û Surîye dikarin hebûna dewletên xwe biparêzin. Meriv bê azadî û wekhevî nikare tu derekî de bijî,lewra xelkê van welatan jî êdî ji desthilatdarên xwe eciz bûn, direvin ji van welatan. Bona pirsgirêkan çare nayên dîtin,azadîya mirovan tune û tu dibêjî ma qey ev dewlet ji bona zulim bikin ji hemwelatîyên xwe hatine çêkirin. Pêwîste ev xelkê reben jî siyarbin ji ev xewa giran û ji bona bidestxistina mafên xwe kar û xebat bikin, an na wê hetanê hetayî bikisînin ev zor û zulmê. Ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser kurmancîyê.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button