Nivîsar

Ji hevdû cûda du komisyon

Gelê Kurd li ser axa xwe tucar ji jan û sewatê dûr neketîye. Ango Osmanîyan û Sahê Iranê hemû deman jan û sewat gîyandine gelê Kurd. Dura jî kemalîstan û eraban qetlîam kirine.Niha,ji sala 1980 an heya niha,li Kurdistana Bakur gelê Kurd li ser sincikan dijê. Ji ber ku 90 hezar Kurd bûne Qoricî. Kurd ji hevdû veqetîyane bûne „Qoricî û Gerîla’. Qoricî bo Sazûmana tirk ser dikin. Gerîla jî bo PKKê û bo azadîya Kurdistanê ser dikin.

Lê belê ew mirovana gundî,cîran,heval,pismam,bira,xusk,mam,xal û xarziyên hevdû ne. Bi vî awayî navbera gelê Kurd de dostanî û hevdû parastin nemaye,bûne dijminê hevdû. Çar hezar gudn vale bûne.Leskeri tirkan daristan sewitandine.Çar mîlyon mirov ji cîyên bav û kalên xwe dûr ketine.

Tê gotin ku 50 hezar mirov hatîne kustinê. Ji wan mirovan 16 hezar mirov PKKê bi xwe navbera xwe de dayê kustinê. 17 hezar mirov jî Ergenekon ê bi desti Jîtemê daye kustinê. Nizika 15 hezar mirov jî di girtixanan da ne. Kurdistana Bakur bûye cîyê « qebrîstana bê kevirê qible »

Ji ber ku piranîya kurdan nizanin ku ew mirovana bo çi hatine kustin ; kes nizane ku hestîyên mirovan li ko bin erdêdane. Kurdin ku sunda mane jî bi dil sarî,li serî poz silavê didin hevdû.Malbatin ku ba Qoricîyan cangorî(sehîd) dane bûne xulama sazûmana tirk. Ya ku ba Gerilan cangorî dane ev jî bûne xulama PKKê. Di vî rewsada kevir li ser kevir ne maye. Belê ze carik din bibêjim ku Kurdistana Bakur bûye cîyê ‘qebrîstana bê kevirê qible’.

Bi teybetî dest BDP ê de 100 dî zêdetir saredarî hene.Hemû saredarîyan de wênayên Ataturk dardakirîne û bi zimanê tirkî û bi zagona tirkan tin domandin. Bostik ax li Kurdistana Bakur azad ne bûye.

Gelo pêstaketina kurdan li ko vêsartî ye? Tisti ku xuya dike,di helbijartinan de dengin BDP ê zide bûne û dema çalekîan kolan tujî kirine,lê belê va jî ne bese.

Ez bawar dikim ku du komisyon ji hevdû cuda ava bibin,pir tist derdikevin holê.

1.Komisyon:

Mirovin ku ba Ergenekonê xebitiyane û niha jî posman bûne,bên ba hevdû û wiha bêjin:’Em dikanin ku mirovin me kustine cîyên wan nîsan bidin. Tisten ku me bîstine an jî kesin ku em nas dikin bibêjin.’

2.Komisyon:

Mirovên ku ba PKKê xebitiyane û niha jî posman bûne,wiha bêjin:’Em dikanin ku hemû tistin ku me dîtine û bistine bibêjin.’

Wê demê mirovin ku mirine dibin xudî kevirin qible û tistên qrês jî derdikevin holê.Gelê Kurd û malbata wan jî dizanin ku ew hemû bo gelê Kurd hatine kustinê û cangorîne. Dîroka kurdanda cîyen wan jî tin nirxandin. Tawanbarên(sûçdarên) bê bext derdikevin holê. Gelê Kurd wan nas dikin û cirmin wan didin wan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button