Kar û xebatên HAK-PARê bo Hilbijartinê; Birecik-Enteb

Kar û xebatên HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî berdewam in. Roja 22yê Çileyê Pasîn heyeta HAK-PARê bi otoboza Partiyê li Ruhayê qeza Eyûbiyê di nav bajêr da gerî û bi Kurdî û Tirkî namzetiya Emîn Doxan ji bo Saredariya Eyûbiyê da bihîstin. Pistra ber bi Entebê bi rêket.
Heyetê li ser riya xwe ya Entebê li bajarê Bîrecîkê jî di nav bajêr da gerî, silav li xelkê kir û namzetê Saredariya Bîrecîkê M. Gazi Gelener da nasandin. Ber bi êvarê heyet giha Entebê. Li pês bajêr, Serokê rêxistina HAK-PARê ya bajarê Entebê Omer Yeter û endam û berpirsên HAK-PARê yên din pêsiwazî li heyetê kirin. Heyetê, tevî marsa partiyê û anonsên Kurdî û Tirkî, qasî du saetan din av bajêr da gerî, namzetê ji bo Serokatiya Saredariya Bajarê Mezin yê Entebê, Saît Duran û durujmên HAK-PARê ji bo hilbijartinê da bihîstin. Heyete ew sev li Entebê derbaz kir û sibehê disa silav li xelkê Saredariya Eyûbiyê kir, ber bi êvarê derbazî Edenê bû.
Heyet sibe û dusibe li bajarên Edenê, Tarsûsê û Mêrsînê dê silav li xelkê bike û êvara 25ê Çileyê Pasîn tevî civîna bajarê Edenê bibe. Namzetên ji bo saredariyên bajarên mezin wek Edene, Mersîn û Antakyê û hin namzetên dinê bide nasîn.
23 Çileyê Pasîn, 2014
Buroya Çapemeniyê yê HAK-PARê
Dengê Kurdistan