Haber

Kemal Burkay: Ez gelek xemgin im ku birêz Celal Talabani ji nav me koça dawî kir

Mesaja Kemal Burkay ji bo YNK û malbata Celal Talabanî

MESAJA SERSAXIYÊ

Ji bo Serokatiya Yekitî Nistimanî Kurdistan,

Hevalên delal,

Ez gelek xemgin im ku birêz Celal Talabani ji nav me koça dawî kir. Bi çûna wi milletê Kurd ewlad û rêbereki xwe yê mezin winda kir. Kar û xebata wî, keda wî ji bo millet û welat gelek mezin e. Navê wî di diroka Kurdistanê da ciyê xwe girtiye û ji bîr nabe.

Min gelek dixwest ku roja termê birêz Talabanî bidine axê li Silemanîyê hazir bim û ji bo rêz û hurmeta wî erkê xwe bi cîh bînim. Lê mixabin duh hatime stokholmê, min serma girtiye û siheta min rê nade cardin bo rêyeke dirêj.

Ji bona vê bûyera xemgîn sersaxî dixwazim ji bo hemû rêvebir û endamê YNKê, ji bo endamên malbata wî, bi taybetî bo Hêro Xanimê û herdu lawên wî, her usa jî bo milletê Kurd.

Kemal Burkay

4 Çirîya Pêsîn, Stokholm

Dengê Kurdistan

Back to top button