Kevirê di bêrika cotkar de
Li Kurdistana Bakur careke din perwerdebûn bi zimanê tirkî destpêkir. Bo zarokên Kurd jî ne bi dilsayî ye û tistekî bi pêdivî(mejburî)ye. Li dibîstanan gelek mamosteyên Kurd bi zimanê tirkî hemû besan de dixebitin. Ji wan mamostahan hinek kes jî zimanê kurdî bas dizanin. Gor dîtina min, dema kû bi fermî îcaze bê dayîn ji wan mamosteyên Kurd gelek kes dixwezin ku yekem kurdî hîn bibin û dûra jî bi zimanê kurdî dersê bidin zarokên Kurd. Gelek Kurd li bajarên tirkan de jî dijîn.
Divê yekem car ev mafê zimanê kurdî di zagona tirkan de cî bigire. Dura jî Tirk û Kurd wiha bêjin:’Bila mamosteyên Kurd li ser besên xwe bi zimanê kurdî 2 salan perwerde bibin. Pistî 2 salan li Kudistanê di dibîstanan de zimanê kurdî bibe zimanê zikmakî û li bajarên tirkan jî bibe zimanê bijarte. Di bajarin Kudistanê de jî zimanê tirkî di dibîstanan de bibe zimanê bijarte.’
Bo perwerdebûna mamoteyan û zarokan jî hemû xercan hukumat amede bike. Ez bawer dikim ku di vê rewsê de zimanê kurdî û zimanê tirkî bi hevra tên perwerdekirin. Ji vê bêtir çareserî hevdû xapandin e.
Bi teybetî divê Kurd li pêsîya xwe bas binêrin û bawarîya xwe bi tirkan neyînin. Ji ber ku di bêrika tirkan de hemû deman kevirê cotkar heye.
Vê cara jî tirk dixwazin ku kurdan û Yekîtîya Ewrupayê bi hevra bixapînin. Gelo çawa?
-Yekîtîya Ewrupayê dixwaze ku tirk mafê zimanê kurdî bidin kurdan. Tirk jî bo xapadina kurdan pispor in. Careserîya xar û xûr tim ba tirkan hene.
Kevirê cotkar:
– Tê gotin ku, ji rojan rojekî qirika boç dirêja belek, li zevîyê bi çêlika xwe va toximê cotkar komkirî ye. Dema ku cotkar tê nêz qirik çêlika xwe ra wiha dibêje: Qîza min hisyarî xwe bisekine.Cotkar kevir ji erdê digire û li te dide. Dema ku cotkar xar bû, tu jî bazde. ‘Çêlik jê dîya xwe dipirse :’ Dayê dibe ku kevir di bêrika cotkar da ye, hingê ezê çi bikim?’ Qirika boç dirêja belek wiha dibêje: ‘Bas e qîza min, xwe hemû deman biparêze.’ Belê di bêrika tirkan de hemû deman kevir ji bo kurdan hene.
Tirk dibêjin ku:’ Di dibistanan de dersê zimanê kurdî bila bibe zimanê bijarte.’Tirk jî bi xwe bas dizanin ku piranîya kurdan zimanê kurdî bi rewsa bijarte naxwezin. Zimanê me kurdan ji hewcatîyê derxistine. Tirk dixwazin ku bi lez û bez ji vê astengê xilas bibin. Çareserîya qirêj hemû deman ba tirkan tê dîtin.
Ango vê demê kawê tirkan mîr tê. Ji ber ku tirk dikanin ku Yekîtiya Ewrupayê ra wiha bêjin:’Me zimanê kurdan daye. Lê belê kurdan ne girtin û piranîya kurdan jî ba me ne.’
Niha bîst û du hezar zarokên Kurd dixwezin zimanê kurdî hîn bibin. Ez wan zarokên Kurd pîroz dikim û mamosteyên wan ra jî serkeftinê dixwezim. Daxwazîya min va ye ku Kurd xwe hemû deman ji kevirên tirkan biparêzin. Ji ber ku tirkan mafê zimanê kurdî di zagoa tirkan de nekirine binge û bi lez û bez zimanê kurdî kirine dersê bijarte.
Ez jî dibêjim ku li dervayî Kurdistanê bila zimanê kurdî bibe zimanê bijarte. Lê belê yekem bi zimanê kurdî perwerdebûna mamoseyên Kurd.