Kevirê nasname
Yusuf Budak
Dema ku mirov tên dinê dê û bavên wan navekî pêsnîyar dikin û didin nivîsandinê. Mirov bi vî navî xwe nasdike û xwe dide naskirin. Car caran navê nêvikê jî tê gotin. Lê belê ew navê yekem piranî du caran tê nivîsandin û ne bi daxweza mirovan e.
Ango dema ku mirov tên dinê navên wan li ser kaxez û dema ku dimirin jî li ser kevirê qible tên nivîsandinê. Ez wî kevirî ra dibêjim ku kevirê nasname. Her du caran jî ji mirovan nahê pirsin.
Bi teybetî zordest li ser axa dinê pirr caran bêbextîyê û qesmerîyê dikin.Gelek kesan ra jî kevirê qible zêde dibînin û ji holê wenda dikin.Bo vê yekê gelek cangorîyên(sehîd) kurdan jî kevirên xwe yîn qible tunen û tukes nizane ku hestîyên wan jî li ko ne.
Car caran dujmin li gorîstanê jî tadê dike. Sala 1980 an de leskerê tirk li Dêrsimê diçe gundê me. Li gorîstana gundê me de gora bapîrê min hûr dike û bavê min ra weha dibêje: ‘Biz sizin ölüleri de mezarda rahat birakmiyoruz! Em mirîyên we jî di gorê de hêsan nahêlin!’
Bapîrê min 58 salan berê çûye ser dilovanîya xwe. Gelo wan zordestan ji wî çi xwestine? Daxweza dujmin ewe ku, bo kurdan tucar bîranîyek an jî tistekî bi qîmet li holê nemîne. Ji gorîstana gundê me nêzik, gora Apê Selîm heya û heya niha nehatîye çêkirin. Va jî kêmasî ye.
Dema ku ez dibêjim kevirê qible gorîstan tê bîra min. Gorîstan mîna gund e û ba hemû gelan wakû hev in. Li gorîstanê cîyê mirîyan bi kevirê nasname tên naskirinê û tukes ciranê xwe ecîz nake. Li ser gora wan kulîlkên rengîn û find hene. Navbera wan de mêvan jî hene. Ji ber ku Mela Mistefa Barzanî li Washingtonê, Ahmet Kaya li Parisê û Nazim Hikmet li Moskova yê mêvan bûn. Mêvandarîya Yilmaz Güney jî li Parisê berdewame. Mirovên ku wan hezdikin diçin serdanîya wan û gulan datînin ser gorên wan.
Sîyasetmedar, nivîskar û helbestvanê Kurd birêz Kemal Burkay, bi hevalên xwe û bi hevrê xwe ra çûne ser qebrê heval û hevrên xwe. Li ser qebrê wan gul danîne. Birêz Kemal Burkay carik din kamilbûn û pisporbûna xwe nîsan daye.
Bi rastî kamilbûn bi zaneyî û bi dilsozî yê dibe. Mirov yekem hezbike ku bê hez kirin. Kesê ku nizane hez bike, ew kes jî nahê hezkirinê. Kevirên gorîstanê bo milletan dîrokîne. Mirovên ku li gorîstanan gorên mirîyan hûr dikin, bi wan ra jî cirantî nabe.