Komela KOMKAR Duisburgê çalakya xwe ya mehane pêk ani!

Dema Nû Duisburg
Komela KOMKAR Duisburgê di sala Nu de çalakya xwe ya Mehane a dudyan di 03.02.2012 roja înîyê pêk ani.
Babet û Tema Sohbetên vê carê jî wek herdem li ser buyer û qewimandinên rojev bun. Çewa te zanîn di van dawîyan da derdorên Apocî û destên Ergenekoncîyên di nav wan da eris û gefên tund û tuj li Sîyasetmedarê Kurd Birêz Burkay û ronakbîrên kurd ên wek Ibrahîm Güçlü, Muhsin Kizilkaya, Orhan Mîroglu û Hunermend Nizametin Arîç cardin mora xwe di rojevê xist!
Na nav sohbet û gengesyanda ramana yekem û sereke ew bu ku; ew metodên, ne etîk û bê tehemulî û bintengîya hember dîtîn û ramanên pir reng û pir deng, Demên buhurîda jî tû xer nedan xwedîyên hêz û kesên han, û îro sundajî nade. Ev tenê îsana bê tehemulîya hêz û ramanên tekane û diktatoryal e!
Babetek din ji; cîh girtina daxuyanîyên Serokê Herêma Kurdistana Azad birêz Mesud Barzanî, yên li ser di Newrozê da eskêrekirina Kurdistana Serbixwe bun. Besdaran dilxwesiyên xwe anîn ziman û gotin kû, ev nîsana gav bigav nêzî armanca gelê me ya bingehên e!
Dura xwarin û stranên herêmi hatin pêskêskirin. Besdaran kêfxwesî stranên bi zaravê kurmancî û kirdmanckî(Zazakî) ji hunermenden heremî Heqî û Latîf û her usa çend stranên klasîk û folklorîk jî, ji Husoyê Emîn guhdarkirin. Vê yekê dil û bihna besdaran gelek xwes û ges kir!
Dengê Kurdistan