Nûçe

Çekdarên PYD li Sûriyê bi sîlehan êrîsî xelkê dikin

Hate ragihandin ku li Efrînê, çekdarên Partiya PYD bi çekan, bi dar, kevir û darên ji hesin êrîs birin ser xwepêsandandêran.

Li gora malpera KNN, li Dêrîka Hemko jî, grûpên çekdar yên PYD, xelkê digirin, riyan kontrol dikin û kesên ku bi ya wan nekin dibin bin lêdamê, hinek ji wan bi kustinê hatine tehdîdkirin.

Îro, weke li gelek bajarên Sûriyê, li rojavayê Kurdistanê jî, li bajarên weke Qamislo, Kobanî, Amûde, Dêrîka Hemko û Efrînê mes hebûn.

Di wan mesan de, 30 saliyan komkujiya bajarê Hama hate bi bîranîn.

Çekdarên PYD li dijî wan mesan derketin.

Li gora nûçeyeke ku gihiste servîsa nûçeyan ya malpera AvestaKurd, li Efrînê, alîgirên PYD ketine nava mesê û xerab kirine.

Bi sîleh, hesin û daran êrîsê xelkê kirine û sloganên weke Bijî Serok Apo, bimire Erdogan avêtine.

Li gora sahidan, kesên ku êrîsê mesê kirine PYD ew ji bajarên weke Dêrîk, Kobanî û Helebê birine ji bo ku mesê xerab bikin.

Heman sahidan ji Avetsa re diyar kirin ku hêzên ewlekariya Sûriyê di dema mesê de tune bûn, lê belê çekdarên PYD bi wezîfeya hêzên ewlekariyê radibûn.

Weke tê zanîn, PYD ji aliyê Kurdên Sûriyê ve tê tewanbarkirin ku ew pistgiriya rêjîmê dike û bi wezîfeya hêzên ewlekariya Sûriyê radibe.

AVESTA KURD – EFRÎN

Dengê Kurdistan

Back to top button