Nûçe

Komeleyên KOMKARê li Ewropa: Gelê Kurd li pist Serok Mesud Barzanî ye!

Komeleyên KOMKARê yên li welatên cuda yên Ewropayê li ser êrisên dijî Kurdistanê û Serok Mesud Barzanî dazaneke hevbes belav kirin. Em dazana wan li jêr pêskêsî xwendevanên xwe dikin.

Di van rojan da, milletê Kurd bi berxwedaneke netewî ya dijwar û bêhempa serê azadî û serxebûna Kurdistanê dike. Têkosîna netewî gihîstîye qonaxeke bilind. Ev qonax bi êrisên herçar dewletên kolonyalîst, bi durûtîya dewletên Rojavayê, YDA, YE û NY (UN) û xiyaneta hundirîn, bi gelek risk û xeteran ve rû bi rû maye. Pêsmergeyê qehreman, di pêsengîya Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî da, ji bo rizgarkirina axa welat, parastina seref û namûsa neteweyê me, li çar alî sînorên welat berevanîyê dike. Li dijî êrisên dagirkeran û rêxistinên wan ên terorist û xwînxwar xwîna xwe dirêje. Axa welat bi xûnê tê avdan.

Di vê rewsê da yekîtî û yekrêzîya netewî ji her wextê zêdetir pêwîst e. Serkeftina serê rizgarîyê berî hertistî bi yekîtî û yekrêzîya milli ve girêdayî ye.

Neyarên Kurdistanê jî vê yekê dibînin, loma ji alîyekê va êrisên çekdarî tînin ser Kurdistanê; ji alîyekê va jî bo parçekirin û jarkirina berxwedanê destê xwe dikin nav tevgera kurd û ji hundir va êrisê dikin. Em dibînin ku neyar çawa hewl didin ku rê li ber hevgirtin û yekrêzîya kurdan bigrin.

Bi vê armancê ye ku, ew Serok Mesud Barzanî ji tîrên xwe re dikin hedef. Çima ku Serok Mesud Barzanî, wek sembolekî millî, rêberekî têkoser û xwedîhêz e, dixwazin bi her cureyê propagandayê serokê kurdan çavê kurdan da res bikin, bê rûmet û bêhêz bikin.

Bêguman ev ji serê wan û nokerên wan zêde ye. Di rojên teng da, di rojên fireh da netewayê Kurd li cem serokê xwe ye!

Wek Komeleyên KOMKARê li welatên cuda yên Ewropayê, em careke dî beyan dikin ku em jî wek tevaya gelê Kurd, bi serok Mesud Barzanî û rêberîya wî pistrast in. Pê serbilind in. Di rojên teng da jî em li pist Serok Barzanî û pêsmergeyê qehreman radiwsetin.

Em bang li hemû kes, rêxistin û sazîyên welatperwer yên dîasporayê dikin, werin em bi hevra, li herderê pistgirîyê bi xebat û çalakiyên hevbes bilindtir bikin.

Bijî yekîtî û yekrêzîya gelê me.

Bijî pêsmerge!

Serkeftin ya gelê Kurdistanê ye!

Komeleyên KOMKAR li Almanya, Îngîltere, Hollanda, Swêd, Danîmarka

27.10.2017

Dengê Kurdistan

Back to top button